witî le dunyam xoşîm nedîwe

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  422 Dîtin
witî le dunyam xoşîm nedîwe
leber ewaney bergî poşîwe
xoy şardîtewe lenaw bergî dîn
wa bizir buwe lebê hoşîwe
***
emin natirsîm le bê dînekan
ewřo bê dînin subeynê cudan
çunkî dû řû nîn le bergî dînî
wek emîn dare na emînekan
***
xwaye dujminî giştî dû řuwekan
pîşanman deda be ḧukmî qur’an
dû řuwekanî dîn komełî decal
îş deken le řêy canî binî can
***
ger bedîn nebim bê dînîş nakem
her nebê carê samî le xwa kem
herçend xirapim çakem xoş dewê
komełî decal be ḧeq şa nakem