lemew la xaneqa naçim be mewla tobe eşkênim

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 1 Xulek  622 Dîtin
lemew la xaneqa naçim be mewla tobe eşkênim
heqî em kurde bêçare le çawdabestî estênim
keway pestî û nezanînim diřî û yekdef’e dammałî
be lafawî xeyałatim nemamî ’îlim eřwênim
le pîrî kon û paşkewtûy wekû xom lazme la dem
kuřanî pêgeyştûy mektebim emcare edwênim
hemû fêł û qumarbazît ebê yekser beyanî kem
eger sed def’e maçî key quřî jêr kewş û dawênim
eger to ehlî dînî xwênî ’alem bo ekey noşt
were seyrî diłî min ke ke çende pak û xawênim
leser em parçe şî’rane eger gîrawî meḧbes bim
demêke ḧazrî dar û şelax û ezyet û cwênim
wekû masî be serbestî ẍewasî gêjî bin awim
le binkî beḧrî fîkira gewherî ’entîke derdênim
be destê çepłe lêdem daxekem deng û teqey naye
gelê kes wa ezanin xew ebînim yan eřawênim
filîmî sînema çerxe egořê řojê sêsed car
de çî bikem kes be gwêm naka ke aẍa nîm û miskênim