îradey wa bû le řojî ezel

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  633 Dîtin
îradey wa bû le řojî ezel
min le ẍem noşîn sipî kem sed qel
be dîtnî însan însanî tembeł
keşkuł le milî ka bo nan û besel
tesbîḧ çep û řast bermałî be kol
tembeł û bedxu bê kar û zeẍel
kewłî leberka her wekû bizin
çawî piř kil ka řeş wek piştî qel
be şêt û tembeł mełên welîne
hetta kirdîttan be zeřbulmesel
besye nezanî û ew karesate
mebne mîratgir bo gurg û çeqel
em sîfetane samyan lê dekirê
řêgay însanî pêy debê bedel