zeman her zeman însan degořê

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  672 Dîtin
zeman her zeman însan degořê
zana her wext kelêy denorê
deybînî însan ke xoy xerape
çakeş gewhere û kelêy dedurê
***
zanîn bo însan xoy řazandewe
liqî guşadî wa hestandewe
cehil wa pîr bû kelkî biřawe
fîkirî şa’îrî wa ḧesandewe
***
ewa beynêke samim lê deka
hêzî nemawe û piştim tê deka
pêm nařezaye û pêy nařazîme
ewa pêy dekem, ewîş pêm deka