ey fils řoḧî řewanim toy pena û piştî hejar

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 2 Xulek  824 Dîtin
ey fils řoḧî řewanim toy pena û piştî hejar
destigîrîy ’alemî mirdûyş exeyte îş û kar
nek minî peřgende wa emřo ke zanîm qedrî to
zahîdîş bo toye bîllahî ke wa exzête ẍar
min le eşrafîş epirsim pêm ełê xakit be ser
bê fils naçê be filsê sed şeref sed bûnî par
çake bimbexşî lemewber nem’ezanî qedrî to
êste tom nasî ke xom bînî le her kûçe û kenar
çende bê bayex lemewber toy hebû nawî nebû
bot ḧîsab kem êste eşrafin heta dûsed hezar
hêzî to ger piştîwan û yarmetîder bê eka
ḧukmî mîr û begler û aẍa le dêhat û le şar
ey fils lay herkesê bî herwekû lêfey xewî
day’epoşî ger bibê ’eybî be xerwar û teẍar
ey fils to ḧîleşer’ît xiste naw meydanewe
des le qanûnîş ekêşî wek tirîfe carbecar
ger biçîte baxeł û gîrfanî têr seyrit bika
řast û řêkupêke pîrêkî qedîmî çewt û lar
ger nebî lay gencî tazey pêgeyştû bê guman
wek fener eşkête yeksed qametî herwek çinar
řadyo û aw û giłop û baxî ḧewişt pê eken
řaste hawînîş egořî sewz û fênk wek behar
her kesê toy bê necîb û xanedanî pê ełên
wek eresto toy dewabexşî nexoş û şêt û har