beharî koye

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  582 Dîtin
beharî ko çi řengîne çya û seḧray hemû şîne
be řeyḧan û be nesrîne hejarî boçî ẍemgîne
be baxçe û baẍ û gułzare be kanî û awî cobare
be gułzar û gułî sunbul çirîke û dengî dê bulbul
gułî baẍan dejê çil çil fîday bê sed qełay babil
be baxçe û baẍ û gułzare bekanî û awî cobare
beharî ko ke řazawe bibînin wa le pêş çawe
ke dê hajey çem û awe seba wek wî nexemławe
be baxçe û baẍ û gułzare be kanî awî cobare
beharî bezim û seyrane le baẍan xunçe xendane
lewê bulbul ẍezel xwane ke samîNasnava edebî mat û ḧeyrane
be baxçe û baẍ gułzare be kanî û awî cobare