nîştimanman

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  1045 Dîtin
wa zistan řoyî befrî le şaxan
be ’erdîda çû şil bû le daxan
bûn be serçawe lenaw mêrxuzar
bo awî xox û şengebî û henar
sermabarî kird řoyî be axan
be guł estêran bu be çiraxan
sewsen û beybun řazyaney şilêr
seryan têknawe ḧacîle û kinêr
hełuje pişkut gełaz û bawî
sumbul û nîsan gułî xwênawî
diłan xoş deka hełqulînî aw
mêşk wa dejê leber bonî xaw
hewarî menguř kwêstanî biłbas
piř le tirşoke û gyařeşe û řêwas
qalorî diřk û şing û catre
le dermanî gişt ḧekîm çatre
gułî řengawřeng xunçey yasemen
darî dîdewan bonî dareben
kuzeley nask le dem řûbaran
le giştî aw û goşe û kenaran
wa şîlan pişkut xunçey bełałuk
tarayan poşî û dejan wekû buk
bay beharîş hat hatne xwar pengir
mastî meře kur hate der kengir
kwargu û dumełan lexak hateder
ewa gowende leşar û le der
beharî wa xoş lew gułistane
lelay samîNasnava edebî her çiley zistane