legeł êweme

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  418 Dîtin
ey lawî merdî serberz û diłxoş
le lutkey şaxî kosret û hełgoş
wek kanî xwênit ewa dête xwar
řû le gułzar û bax û mêrẍuzar
bo awî darî ḧuř û azadî
bo gel ber bida bijî be şadî
xwênî řijawtan řû le baẍanî
bo guł şîn bûn û bo şebeqdanî
řû le cobaran awdêrî xwênin
debê le mêjû nawtan bixiwênin
wa xwêntan řijand bo jîn be merdî
xwên bû be şahîd pêşmergey kurdî
kurdustan boyê samîNasnava edebî her mawe
bê jimare xwênî lawî řijawe