cenab

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  415 Dîtin
besye xeyałat bergî azadî
leber xot bike bo řojî şadî
şadî hunnere bo hunermendan
nek xeyałatî boşî naw nadî
mey û xeyałat debête bend û
dîlî bêganan birsî û bê zadî
destî xwênimj û xoperistanî
penawpêçanî lebo fesadî
naw gelî kurd û delalî kirdin
bo dînar perist lebo hîmdadî
jyan û jînewey zordarî bexo
bê «samNasnava edebî» bimînên her be kesadî