emin

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  477 Dîtin
beçke kurdêkim le kurdî ’êraq
wek mar pêç dexom kuştumî meraq
letawî weten qewmîyetî xom
ḧîlfî potsidam be xwênî deşom
baxçe û berawî wek gułzarekey
cutyar û řenicber zewî û zarekey
ke řoj lêy deda lew erzî řengîn
le mîwey teřî û gułî yasemîn
medḧî pê nawê xulasey kelam
biłên cenete wek darulselam
ke hatîte ber beřencî hejar
zewtyan kird be xwên xwênimj û zordar
ew xa’înaney diłpîs û ẍeddar
deyken bepar û luqmey îsti’mar
azadî dekeyn her be xwênî geş
serî xa’înan denêyne naw heş
ewa azad xwa ẍemî denoşin
bo to ey weten gelê be coşin
tirsîyan nîye le gulle baran
leser esase řêgay hejaran
ême ke kurdîn legeł birakan
hejarî hîndî û engilo emrîkan
ẍayeman yeke û xebatîş bepê
beyek ’a’île edîtrên bebê
şik û gumantan weha bê wehan
řewřewey mêjû deřwa bê wiçan
heta qonaẍî bê tebeqate
lewê ḧel debê cêgay wefate
qonaẍî pênce ẍayey samîNasnava edebîye
le giştî ezra piř aramîye