biřwa bike

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  493 Dîtin
emin kurdêkim le kurdî feqîr
be bîr û mêşk le kot û zincîr
le bendî zordar laşe le azar
le řêy lawanî le kurdanî jîr
***
le řêy ewaney le řêgey xebat
xwênyan řijawe le cergey wiłat
ewa bîstirawin be xawenî maf
lenaw umem û řoj’awa û hełat
***
her lew kurdaney be xwên řijandin
le bendîxanan zincîr pisandin
le şaxan hêrş herwek piłingan
merdane û bê sam bo ḧeq sitandin