nîştiman gyanekem

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  492 Dîtin
herçend řengîn û piř le samanî
be nan û dan û mîwe û ḧeywanî
bełam çî lê kem keret bo aẍa
her şaxewanî do bo şwanî
şwan û gawanî her le şewênan
hêwênî kaban řoj û şewanî
guł û guł xunçe û geneme û wênce
berhemî zorî newbeharanî
hejaran bê beş bo zordarane
dił aramî naw mêr xuzaranî
be badenoşîn legeł çawbazan
xunçe çinînî dem řubaranî
ey şwanî be «samNasnava edebî» řołey şewşaxan
gurgî kozî xot bo pê nazanî