erê

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  496 Dîtin
bexte keçekey řołanî kawe
bo dernekewt û le gerdûn mawe
bo nehate xwar le şirîqey şestîr
bizanê xwênî çend lê řijawe
xwênî lawî kurd ewa dête xwar
le şax û daxan wek kanî awe
min gaztan dekem lawanî serbaz
çiray kurdustan wa hełgîrsawe
be xwênî êwe ewa desûtê
şewqî da felek ’erşî xudawe
boyê gulîku gił û berdî kurd
dełêy baranî xwêne řijawe
xwên û xebatî pêşmergey wiłat
le giştî cîhan wa dengî dawe
kewate bê «samNasnava edebî» îtir go meden
herçî qewmabê ewa qewmawe