samî biłê

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  511 Dîtin
emin celladî ḧizbî nazîme
be mirdin bo jîn le şanazîme
xwênimj lelay min nabte qondere
hejarî destî întîhazîme
let letim biken le şořşî gel
heynê cejneme û zor pê řazîme
çekî pêşmerge û ałay serbestî
bo çawî dujmin çengî bazîme
nek wek bê řwekan lebo girêvin
lebo dînar û luqme qazîme
wek şêrî birsîy bê lanu dem beş
le hêrş birdin le bê wazîme
nabezim heta rojêkim mabê
demirim lebo jîn le daxwazîme
samîNasnava edebî le destî gelî kurdane
herdem xebatî sefer sazîme