bo mafî gel

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  590 Dîtin
her debê legeł ademîzadî
nîştiman perwer darî azadî
be xwên aw bideyn berbida bo gel
be şayî û gowend le baẍî şadî
***
řołey mîdya û newey key qubad
hełperkê bika le baẍî mirad
ew baẍey darî be xwên aw dira
şîn bû berî da bo kurdî azad
***
nabê bixoyn û têr binûyn şewê
ya debê bimrîn ya mafman dewê
dest hełnagrîn let letman biken
her debê gelî kurdan serkewê
***
be xwênî diłan sipî katewe
derman û jehrî lêk dî katewe
derman firoşî û feḧsî be dînar
le bîrî mergim kem bikatewe
***
wek dakî diłsoz nek be dînarî
binořte nexoş birsî û hejarî
diłî ba herkat lelay dînar bê
«samêkî» neka le derdedarî