bê mirdin nabê

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  525 Dîtin
min xoşî jînim nawê ya sêdare û gořistan
yan serbexoyî bo gel komarêkî kurdustan
nîştimanêkî ḧuř û mîlletêkî serbexo
be xwênî ew lawaney be xwên řijandin hestan
***
be gyanî ew lawaney le sêdare dirawin
lenaw kot û zincîr û bendî bêganan mawin
mêjû nawyan denûsê le hatî paşeřojî
gaz deka ey şehîdan êsta zîndûne mawin
***
be xwênî ew lawaney xwênî suryan řijawe
bo mafî mîlletî kurd le sêdaran dirawe
gyanî wa pasewane û xwên bo darî azadî
darî azadî řwan le bincî xwî jyawe
***
set şukir bas dekirê lenaw êzgey henderan
diłî dujmin dejênê bekirêgîra û nokeran
le tirsî pêşmergey kurd wekû mamz řadeken
dinyay lê kirdin be bend samîNasnava edebî xawen hunneran