gułałe sûre
Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
1 Xulek
868 Dîtin
ey gułe sûrey be xwênî lawan
awit xwardewe lenaw guławan
kewa piř bû bû le xwênî kurdan
kurdî çek hełgir her wekû merdan
xwên bû be awat pêşmergey awdêr
le pêçe pêçû le kend û hełdêr
şîn bûy demit da lenaw dêmekar
bo řêy azadî û kurdî bextyar
netirsan le top le şirîqey biřnew
lenaw sengeran be řoj û be şew
newa şiney bay bo xoşî û şadî
dejênê darî mîwey azadî
dujminî kurdan le kořî xebat
wek şêr neřandî wek řêwî hełat
ewa danîştûy erz û semawat
dełên kurd debê bigate awat
nîzîke komar ewa dête kar
lenaw kurdustan paytext û hewar
ewca be kurdî be dengî merdî
deyken be cejne le dar û berdî
xa’în debaye bimirdaban nek
bo ḧîzî ḧîzan bibin be doşek
beydaẍî kurdan her dejê be sam
dujminî serşoř çî deda weram