newroz
Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
1 Xulek
928 Dîtin
cejne emřo cejnî kurd û řojî şadî û řojî new
mafî wergirt hate kaye hate dest û hate dew
lawî kurd giştî le meydan řapeřî hesta le xew
xa’înî îmřo be giştî řûřeşin wa mil keçin
çî deken ewca le xoyan quřbeser bokê deçin
aw jyawe gişt le baẍan xak û guł xunçe û heway
lawî kurd wek bêçuwe şêran leşkir û hem pêşeway
mistefaye xoşewîstî serwer û giştî geday
darî azadî berîda wa be gulle û xwênî geş
guł le baẍan wa demî da lawî kurdan hate beş
kêweçûn ka dujminanî xwar û wixêçû diłbexeş
guł be xwênî wa pişkiwî her bexwênî lawekan
baẍ û deşt û dîmekarî sumbulî naw şaxekan
xwênî pêşmergey le dem dê hî cerg sûtawekan
îmřo řojî tazeye newrozî kurd wahatewe
dergeyî şadî le mîllet her be xwênê katewe
beydaẍî kurdî şêrnîşanî konî xoy hełkatewe
xa’înî îmřo begşitî řûřeşin wa milkeçin
çî deken ewca le xoyan quřbeser bo kê deçin