gułî jakaw

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 2 Xulek  690 Dîtin
kew û kuřkuř leser dundî çyay şîn
denałênin le şînî mergî hêmin
le baẍan bulbulî ẍemgîn denałê
dełê lew şê’ir û hełbestim dewê min
gułî baẍî edeb jaka le nakaw
bebê wî zerde řengim wek behê min
le nêw baẍî gułan şewnim debarê
dełêy firmêske dîtim dwê şewê min
wehay dada hewr baranî esrîn
beraw û şîne herçî wîşke dêmin
bine û bargey temenman geyye aso
lewê ew têpeřî mawim becê min
le dûy amancî dił nesrewt û řoyî
lejanî ew, diłim çon bisrewê min?
lepaş to şa’îrî berz û beřêzim!
qet awatî diłim ناێیتە cê min
le dûrît taze diłxoş bim miḧałe
be neẍmey bulbul û qaspey kewê min
bebê to cergî min sûtawe «hêminKes»!
emin awam, eto çonî bebê min
řefîqan! dił birîndare «ḧeqîqîNasnava edebî»
deway ew zame dawa kem lekê min
em hełbeste bo şîngêřî koçî dwayî mamosta hêmin le şarî mehabad le «mizgewtî sûr» xwêndirawetewe. mamosta payeberzî kurd hêmin le 29y xakelêwey 1366y hetawîda le şarî wirmê koçî dwayî kird û le şarî mehabad bexak espêrdira.