şînî hêmin

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 2 Xulek  607 Dîtin
biray berzim lepaş to min îtir seyr û sefa nakem
be mergî to be dił meylî kej û kêw û çya nakem
be daxî to weha cergim biřawe ḧesteme jînim
be zam û êşewe mergim dewê derdim dewa nakem
ewa deşt û çya şîne û le xakî nîştiman şîne
wiłatî kurdî ẍemgîne dełê terkî ’eza nakem
le baẍan peřpeřn guł, bulbul û qumrî denałênin
minî dił xeste ca çon meḧşerî kubřa bepa nakem
hewarçî tazyedarin çadir û çîẍ řeşpoş û xemnakin
hełałe û swêsne dij mawin be laley geş beqa nakem
hewaye deşt û seḧra meylî kwêstanim lela baye
heway tom ta leser daye, heway aw û hewa nakem
kelawî kirduwe estêrî xem bo nêw kelawey dił
hemû şînga zeln xakî petî têda peya nakem
fîraqî tom wekû «ḧic aluda’îErebî» dête ber çawî
eger fîdyet dewê fermû be ẍeyrî ser fîda nakem
le nêw gel qawî mergit şwênewarêkî wehay dana
le xwênawî xema ẍerqim eger çakî eda nakem
behare û bulbulî baẍî edeb «hêmin» dełê ew car
le baẍan bogułî newřes îtir neẍme û newa nakem
be sirwem dête gwê dengî selaḧedînî eyyûbî
dełê kurdêkî diłsozî le hozî xot cuda nakem
pejare û meynetit zor dî le dinya xatirit cem bê
xuda fermûyetî řencî ’îbadim bê ceza nakem
wekû dîwanî to «tarîk û řûneNava taybet» jînî min emma
leber nałey cudayîNava taybet to, xeyanî xem beba nakem
leser keykî temen şem naysê carêkî dî qurban
ecel mewday neda deygut be ’ehdî kes wefa nakem
«ḧeqîqîNasnava edebî»çaweřêy dîdarî to bû daxî daxanim
nenîşt ew baze bextî min le bextî bed îba nakem