biray beřêz

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 1 Xulek  485 Dîtin
sułtan biray beřêz û fîdayîm be gyan û dił
dił bê qerarî toye desûtê mîsalî kił
firmêskî çawekan û çizey cergî let letim
wek qirçe qirçî sîxî kebabin leser sikił
bokan û awî şoretîye û bê wicûdî to
baẍêkî wîşke dił were biřwane çił be çil
zigmakî ulfetî min û to wek duwane wan
dû rûḧe yek tebî’ete dû cisme yek şikił
beynêke to nedêy ne depirsî le ḧałî min
’aqił siłe bibînê le yektir duwane sił
xakî derûnî baẍeket û daru çêwekey
bo çawî dostan kile bo dujminan çiqił
dinya çye leyek nedwên nedîw bijîn
toxwa were heta nekirawe ziman qifił
awêneyî miḧebbete aw û giłî diłim
ta ew demey ke êsk û piřûskim debin begił
tîşey ewîne tîje ne ferhadî kohken
şîrîne bêstûnî řeqî kirde xakî mił
pêncin fîdayyanî ḧeqîqîNasnava edebî le řêgeta
sîpelk û sîketore û cerg û dił û sipił