sałî dû behar

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 2 Xulek  619 Dîtin
ełłahe şukirêlekê ’emelden qutułmusenTirkî
duktur gutî ḧeqîqîNasnava edebî dêy gwêrim ne îstesenTirkî
řûn bê gutim gilênem û bîbînim û biłêm
ser çawî min qizłicî be xêrêy mela ḧesen
cibran hicir sî û se salit çe san kinimFarsî
kayn mide dir firaq tu kim şid z ’imir minFarsî
fesłî behare bulbulî baẍî edeb were
ḧazir lebo nîsare gułî yas û yasemen
baranî şewq ebarê le hewrî gewał gewał
xemłîwe deşt û benden û kêw û kej û çemen
fesłî gułane, xunçe demî da geyşte cê
xêł û qetarî xeyrî û xetmî û nesteren
fesłî gułane katî beyane biłêm çîye
mestî tebî’etin le gułî sûr heta gewen
ya sozeyêkî dê û deşekê şořebî be naz
ya serwî naz, naz defroşê be narewen
lay swêsne û hełałe û beybûn be dînî min
swêze xetaye suḧbetî mîşkî xeta û xuten
qaqay qetarî qaz û qurîngî ser awekan
lew deşte pane meḧşerî kubřa be padeken
dił neş’eye be bałefřey kotrî teqłebaz
ser mestî qaspe qaspî kewî nêw çiř û dewen
lêm sûr buwe be hatneweket sałî dûbehar
bew nukte baweřim nebû demgut fişe û qisen
şewgarî tar û řojî řeşt dî leřêy gela
jînêkî çewt û piřle pejare û xem û mîḧen
qurban zemanî ême meḧebbet pełey deda
ewřo kełek be bare, çi şit bote fêł û fen
to xawenî fezîlet û min muxlîsî qedîm
emma be gyanî to qesem û zatî zwalmininErebî
mirdû periste camî’e qedrî sen û menê
wextê debê ke şwênî nemênê nemen ne sen
dû çawe çawekem heye dił tenge جێێ nye
kawlaşî toye her dû cenabî mela ḧesen