le îmamî bo ḧeqîqî

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 1 Xulek  497 Dîtin
le eḧwałî îmamî ger depirsin çone bê êwe
serî suř mawe lem kwêstaneda bê hemdem û xêwe
biken řeḧmê be ḧałî her be ḧał hêzî le ber daye
’ecayb gîrî kird lem serzemêney piř kej û kêwe
mełên kwêstane cêgay lêy geřên qişłaq û bijwêne
be însan çî ke ḧeywan têr exwat û xełqî bê şêwe
egerçî gya û gijî em serzemîne sewz û têr’awe
bełam bo min ledûrî êwe wîşk û piř çiř û çêwe
fîdatan bim werin lutfû hebê řojî hîlaketme
neyen bê nêw nîşanim, bêne lam her kamîlNasnava edebîm nêwe
eme û çend şî’rî dîke ke le mamosta seyd kamîlî îmamîye û lew kitêbeda çap kirawin çend nameyekin be şî’ir ke mamosta le beynî sałanî 31 û 32 da katê małî le kanî ben bû boy nardûmete bokanê ke minîş her bew şêweye wiłamim dawetewe.