pawe

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 1 Xulek  557 Dîtin
xoşî le xot şarî pawe
nawit le dinyada qawe
kurtey bêřût û lubnanî
çawî řastî hewramanî
ḧewl û ḧewişt takû sine
babulser û řamser çine
mełbendêkî xwa pê dawî
wek baẍî şedadê mawî
bo guł bo lale û nesrînî
bulbul kêşke û to perjînî
ew dem seyyaḧ bûm geştî bûm
legeł nûḧ swarî keştî bûm
dîmî leser kêwî cûdî
wêney beheştî mew’ûdî