şino

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 1 Xulek  802 Dîtin
şarî şino burcî berze
qełay połayînî merze
ew kêwaney dewrey dawe
ḧesare û bo dujmin dawe
řûkarî em dîw ew dîwî
zerd û ماە û doł û şîwî
banû banû em ber ewber
eskender lêy girtûn senger
nêwbang û nêwî simkoye
geybo parîs û miskoye
mîr û meznî lê mîwane
menziłgey şêxî barzane
ewaney qutbî ’îrfanin
«’ibdal’izîz» û «sułtanin»
«eḧmed» korî bîna dił bû
le baẍî ’îrfan da guł bû
«’elî» zerfî ’îlmî serfe
’alem lew řa birdî serfe
bo kes ney pirsî lew nawe
şî’rî «emîn» lay kê mawe?
xakî pakî behre û xêre
«şam» wêney hełgîra lêre
çomî «gaderCih» ḧewt û heştin
deştî giştî wek beheştin
yek dû řûbar û cobarî
cîran boy nardî be dyarî
baẍî dîn lew deşt û kêwe
řûsûrî û serberzî pêwe
şino! pîrî bełam şadî!
nosed sałî pêş mîladî
eger deşłêy şahîd bêne
berdî «kêleşîn» wexwêne