feqê û tepkeçî

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 14 Xulek  985 Dîtin
supas her bo xway twana û zana
ew xwayey erz û asmanî dana
le řojî xîlqet ta řojî meḧşer
ta ew demey ser le xak dête der
hemû peřî guł hemû gełay dar
her geła û gułê bibne sedhezar
hemû ziman bin hemû zemanê
ta axir zeman newestin anê
hemû senaxwan hemû bwêj bin
hemû xerîkî teḧyat û nwêj bin
le ḧandî ḧemdî sîfatî barî
şayanî qedrî perwerdigarîy
dengî herzine û zemîn û asman
qetre û deryaye û asman û řîsman
bê wêne û hawta waḧîde û eḧed
her buwe û debê ezele û ebed
tak û tenyaye kesî hemû kes
sûřey îxlasî nimûneye û bes
le hewa, le kêw le deşt û derya
ew pê řadega ew řojî deda
sałê çwar fesłan dênê û degořê
hezaran nî’met dênête gořê
carê payzê dekate zistan
zistan dekate baẍ û gułistan
dexew demênin çiley nahemwar
le xew hełdestê sałî dûbehar
biço temaşay baẍat û deştê
heta bibînî wêney beheştê
xunçey pel û çêw bizey leser lêw
keway sewz poş tel û kel û kêw
berewpîrit dên nîsan û eyar
naxoşî deřon degeł befrî par
carêk be emrî ḧeyî zulmînen
mangî esfendê debête behmen
heres be bařn debête senger
dû çile hêrş deben bo ew ser
sałêkî ewto geyye ew deme
bû be zemherîr mangî řeşeme
berdel’ecûzî hêna bo neberd
kej û kêw û herd giştî bûne berd
feřşî zumuřřud řengî le des da
serma û şexte û bend haławî hes da
bulbul denałî be sed kuł wicoş
bo bûkî perdey gułî kefen poş
sałêkî awa pyawêkî feqîr
dinya dîde û pîr be tecrebe û jîr
bo nan û awê lew xak û awe
masî degirt û tepkey denawe
dawêk lenêw aw dawêk le deştê
tawêk le nêw çem tawêk le deştê
de’bay degirtin carê bîst û sî
cuřře û qajû sî be celle masî
řojê destêkî debirde şarî
destî be ḧestem degeyye zarî
deyda be rizq û be nan û pêxor
şukirane bijêr bekem û bezor
tepkey nabowe řojê lew dewre
dîtî feqêyek xerîkî dewre
le denge dengî hey alê baba
fersex ta fersex nema bû de’ba
be hoy hat û çoy nemamî lawên
bibun be daweł soranî û dawên
ço pêş û pêygut: mela be dînit
çûne kêwî qaf melan be dînit
polî bałindan toyan dî şêwan
tarî destî ton le deşt û kêwan
ey xo be zorzan minit le laba
deba ’edałet le lay mela ba
feqê nî melay, mela nî qazî
to bî lecêy min bew îşe řazî?
saḧeb xêzanim mindałim birsîn
bitirsî başe le řojî pirsîn
satê laneçî û nefermûy sikût,
pêm peyda nabê qûtî layemût
wiłamî dawe: ya exxulmomin
teqîleçłikin biray dînîy min
pestek nebatî pêław řeşokî
toş bê xeta nî gelêk mekokî
pasarî şaxîy le to be daxin
le koxekoxt peřîwey şaxin
zemînî ełła wesî’ û pane
tepket řagwêze û megre behane
dena to lewla emin lewlaye
bo to mesłeḧet bo min ewlaye
min xo saz dekem bo îmtîḧanê
debê ḧîfiz kem manay qur’anê
debê ’îlmekan hemû leber kem
le emrî şeř’î xełk xeber kem
agadar bikem le dîn na’aga
řê lêşêwawan bênme ser řêga
lêyan ḧałî bê êrs û beşemał
bizanin kamen ḧeram û ḧełał
şewî newrozê axir sałme
şer’ nezanim şeytan załme
lêm têkeł deka ḧełał û ḧeram
řêm lê win deka dega be meram
zanîn berhemî germa û sermaye
bê zeḧmet nabê maye û sermaye
bibu be wêrdim le deşt û geştê
řatbey feqêyan biçne beheştê
mołet dexwazî şeř’en cayze
ne cayzêkî be bê cayze
yeqîn bîstûte û diłit na’êşê
neqłî qişqeře û piştî gamêşê
herçî pêwebê debê beşim dey
’ezim cezim ke xêrabe zû dey
pasarî, qajû, ya kotir ya kew
beşêk û dû beş min lêy dexem dew
kemî beşî min zorî beşî to
le no bałindan sêy min şeşî to
hey ałê babe hey ałê babe
řêgaye megre tepket wela be
kutî mamostay le ser îcaze
ba bot wegêřim neqłêkî taze
ewsał feqêyek îcazey wergirt
ço kwêredêyek lewê řayan girt
xełkî awayî dayanê bo do
şeş bizin û małêş depût genim û co
małî mela hat dû sîpałî bû
beře konêkî ser herzałî bû
melayetîy wa benemir nejî
bexwa min êjim qeranêk ejî
betekbîrî min yek widû meke
be’alê baba xo mandû meke
zewêk bisêne bibe cût bende
’ebdî xuda be ne ’ebdî bende
nanî peydake behoy kişt û kał
patał řabgire ba nełên patał
le dêş weřez bûy małit biçte şar
bibe be tacir wexřike dînar
ḧecî pê bike zekatî lêde
leřêy xudada her ew humêde
webałî xełkî mehêne esto
nekî pêt biłên eman ledest to
minîş xetame to nakem lome
zor musteḧeqqim gunahî xome
bê tołe nabin fêłî min wito
genim le genim deřwê co leco
dawim nabowe ḧasił be towe
wa xom pêwebûm bedawî towe
katî guftugoy ’emame û řîşû
êsta ałekok neykirdibû şû
lew kêşe dabûn dayda kiřêwe
bû be teputoz lem deşt û kêwe
serma û sayeqe key kem êstey kem
tezîy, dejan çû qaç û qul û dem
dostit nebînê boran wibařn
ziryan û bařn berdî dehařn
mergî beçaw dî katê ber mela
be naḧîlacî heray kird mela!
ewa min demirim lêrem binêje
her kes lêy pirsî kêye pêy bêje:
xêwî em goře pyawê feqîre
şehîdî řêgay nan û penîre
tełqînim dekey bekurdî bîke
lêt ḧałî nabim zimanî dîke
emyan kesîrey des befir û ba bû
ewyan xerîkî ałî baba bû
qaç û qul û dem hî em tezî bû
ẍûlî tebî’et bo ew bezîbû
têyfkirî nexêr çarey teslîme
mela gwê nada be nîme nîme
ewcar bangî kird be teqye û parêz
’erzêkim heye mamostay beřêz
dełêy çî? dełêm ḧukmî xudaye
eger qeza hat ḧîlacî naye
êsta ke nařoy îllan û bîlla
beş be û kila be elḧukmu lîlla
sułḧî legeł kird mela ser’encam
gutî «alsilḧ sîd alaḧkamErebî»
ba mołetî dem xêrim degatê
bezeyî pê hat bizey dehatê
mela kila bû bo dîwî nedîw
kabra daxza bo lay xiř û şîw
mela wêwe çû melan pêwe bûn
de pazde bîstêk beyek kiflekûn
dane aşkira daner nedîwe
de’ba çuzanê tepke firîwe
le tepkey darîn polêk dawerîn
detkut dawerîw lebo dawerîn
ḧeşrî nîşan da ew dawerîne
têfkire meḧşer çende berîne
bû be cîkecîk be fîke û nîştin
behełfiřhełfiř xo heławîştin
le qaj û qîjan le pele qajan
denûk daçeqan diłan dehajan
be cîke û fîke wigme û gałe gał
depařanewe be zimanî ḧał
yekyan deygut min cûtey şêlaqem
beharê daykey çend sûre saqem
dezrîngêtewe gwêçkey xeyałim
becûkey cûçkey bê peřubałim
lêm xiř debnewe bêçûley xiř xiř
boyan dênmewe cîkłidanî piř
yekyan dehaja le ber çiłî dił
yekyan desûta diłî weku kił
yek xewnî dîbû lêy řûxa lane
yek deygut ewřo axir zemane
dûyan zawa û bûk dûyan cîran bûn
dwanî cwanî dî bedestigîran bûn
deste û dawên bûn beçing û denûk
cûtey desgîran, cîran, zawa û bûk
baqî le ḧesret geştî beharîy
firmêskî xwênyan le çaw debarî
be dawî ecel pêyan le bes çû
hîwa û awatyan hemû le des çû
pîr û pyawçakan gwêyan lê bibû
dengêkî ẍeybî away fermûbû
bîhêne berçaw cenabî mela
řeḧmet binêre bo ebul’ela
ba ḧełałîş bê goştî bałinde
çaw çende gende ew fêł û fende
wîjdan biřwane ew firîwdane
xo dan neçû bo nêw cîkłidane
ew musteḧeqqey mişt û didanê
bo mişte danê ew derdey danê
tołey bawkî çend beçkey benyadem
gerçî xwardî ew emma neyxiward em
zor diłtezên bû tepke nanewe
bêçû derhênan le hêlanewe
le dayk wibawik hełyan dawardin
ḧewt û heşt û no lêyan dexwardin
seryan hełdebřî dayan demałî
cerg debirja begirfey bałî
bo kes ney dekird serkoney ewlad?
bokes ney dekut ey dad û bêdad
axir ew de’ba cwan û nexşîne
gyanî şîrîne, keyfî le jîne
ew laq barîkey denûk çikołe
dayk û babî hen pêy dełên řołe
xezałe sûta be awrî ciger
şikatî birde xizmet pêẍmiber
kotayî dênim bew kêşe kêşe
ba nebête hoy derd û ser’êşe
tewaw bû çeqê řazî bû feqê
kabra neqeneq bo danê ḧeqê
feqê lêy estand le sê beş beşêk
kabra lêy masî zig be qed xeşêk
le ber xoyewe bołebołî bû
bo weser kirdin hewłî xołî bû
wiřîney dekird wek nobetê dar
nałe û załey bû deykut ey hawar
min çî û feqê çî lew kêw û û tepke
kengê řefîq bûn ’emame wişepke
řoyî û geřawe, feqê řawesta
gutî dełêy çî? gutî: mamosta
tuxwa qedîmî bo fermûyane
nîzîkî zana xêrî nezane
ewřo to le min behret pêgeyî
ẍeyrî zatî xwa kê têman geyî
lêt xałî kirdim hembaneborîn
pêçewaneye meseley gorîn
êjin destewa karêkî xase
xotan efermûn dinya teqase
jînî em dinya gałteye û geme
bo le xot nakey ředdî mezleme
lew qîl û qalet fêrim ke ḧerfê
ba minîş pêm biga le towe serfê
gutî xwêndûte? gutî nawełła
pêm bêje bełkû fêr bim îşełła
gutî fêr nabî bem demudeste
berokim berde hîç řameweste
babêkî şer’e fêr nabî babe
basî muxennes deka ew babe
çî çî mamosta? dadey bîłêwe
dêwe? dirince? çîye ew nêwe?
xo zorîş çûme ḧucrey feqêyan
emma lefzî wam nebîstuwe lêyan
gutî muxennes nenêrnemêye
fêr bî û le cêy xoy bîłêy becêye
bo xoy be xoy gut ey xakit be ser
bo sewday kirdit ewîş ser be ser
be nasersengî fêr bû ew nawe
emma ew nawe xêrî bo dawe
mabû dij û mat bo kesrî dahat
nexşey dekêşa bo cebrî mafat
melî bijardin yek û dwan û syan
dîtî têyan da de’bayekî cwan
zît û zirîngê denûk biçûkê
berbûk nedîwê řazawe bûkê
pawane dawîn tewqî le mil da
çawî neriştûy taney le kil da
xermanî sûrî şeney nedîwe
nînokî ałî xeney nedîwe
her peř le řengê bo řîzekarî
her tarûpoyek nexşêkî barî
ał û çêreyî sewz û zerd û sûr
her yek be lewnê dedrewşa le dûr
jałe û gułałey baẍ û ḧesaran
řengînkewaney dway řêjney baran
cerse û ḧerîr û damasî ḧewřeng
nexiş û nîgarî erjeng û ewřeng
sed nexşî dîkeş bênî lemane
bałêkî dîqey çawî hemane
bew cilk û berge û bew çaweçawe
şay new’î xoye û textî nemawe
ma mat û ’aciz lew nexşe manî
řamanî pê ma katê řuwanî
nexşî bê gyanî manî çi dênê
neqqaşî esłî řûḧî berdênê
nedî û bidî nî, bîzanî řenge
westay nedîwe ew nexiş û řenge
satê lemewber ḧałî sext bû
katê emey dî keyfî text bû
řoyî bo deryay endêşe û xeyał
’eyn wek minał berbo giř û gał
gutî wabaşe bîbem bo dyarî
bo kuře çikołey pêřewkey şarî
zorî xoş dewê û awatî nawe
xêzanim carêk memkî pê dawe
sewqatî çake melêkî cwane
xełatim deka bawkî taqane
pêşnyan kutyan to meyłê hewre!
xołîş weserkey le komay gewre
řoyî řê û řast bo xizmetî mîr
bê řê pêgran bê girift û gîr
le boy gêřawe neqił û beserhat
melî cwanîşî da be des awat
destûrî fermû mîrî xawen bîr
sed dînar biden be xawen neçîr
parey pê geyî mêrî bê tawan
gizîrî mîrî şêt bû le tawan
wek gulî bexîl ew kabray tayîn
hîçî la nema ne dîn ne ayîn
çû pêy gut mîrim tepkeçî zore
zorit bo dênin de’bay ew core
ew bênewbere bot debête şwên
lał bim neşî dey des deken be cwên
bo mîrî wek to mîylet kiçe û kuř
ser suř demênê yek qiř bê yek piř
ewan xwazexwaz to bênebêne
têy da namênê şayyek xezêne
pêş gîrîm nekey lêy destênmewe
«ẍibin faḧişErebî»e «bidi’itErebî»e ewe
gutî çon? gutî be fêłî ewto
îradî nebê bo gewreyî to
dełêm ew mele nêre ya mêye
kamî gut dełêm cûtey le kwêye
lêk hełbiřawin biřo boy bêne
be řeng û nexşe ’eyn lew wêne
ew pûłeş danê heta deyhênî
be hîç kes mełê řazî nihênî
boy peyda nabê lêy destênmewe
çepe şê’ranî le bo dênmewe
ḧakim kewte bîr fermûdey feqê
tê geyî gizîr le quř eçeqê
zorî pê xoş bû webîrî bênê
pendêkî beser gizîrî bênê
gizîr dengî da kakî tepkeçî!?
řaweste, gutî qurban dełêy çî?
dełêm ey biray dyarî peřende
le etłes cwantir dełêy peřende
nêre ya mêye ew de’ba cwane
mebestim heye bêje kamyane
wiłamî dawe nenêrnemêye
babêkî şer’e, witey feqêye
ew fêrî kirdim her le bîrim hes
be nenêrnemê êjin muxennes
wehay cwab dawe gurc û tund û toł
gizîr meḧtel ma wek gay ser sehoł
mîr agay lê bû qaqa pêkenî
le małî dinya kabray kird xenî
kelîmêk zanîn awa be kełke
nîzîkî zana qazancî xełke
biřo bixiwêne řołey şîrînim
suknayî diłim sermayey jînim
xuda fermûye ha le qur’ana
aya wek yekin neran û zana?
bo zanîn feřze wek mamir çîne
emrî pêẍmiber bo çûnî çîne
mewday xwêndinê kê xawen mêşke
ta gořîçeye le banî bêşke
to pêt wa nebê xwêndin bazîye
xwêndin karxaney ademsazîye
xwêndin sermayey jîn û ḧeyate
xwêndin pêkhênî hîwa û awate
xwêndin awêney bê wêney hate
xwêndin awêtey nuqił û nebate
le deşt û derya ’esay mûsaye
webîrit dênê «hî ’isaErebî» ye
le wîşkî û awan mel û mahî ye
wedestî bêne û bêje «mahî»
ne kêw ne çêwe biłînd û berze
serî le asman binî le erze
zewî awa kird be bê hera û bang
day le şeqey bał çû bo kurey mang
wêstawin lewêş be sef muşterî
dełên çaweřên zuhre û muşterî
hîwa pêk hêne mayey bijîwe
wek řojî řûne û le çaw nedîwe
nêwî zanîne û be boney wîne
le beḧrê bîne û le cew sefîne
beřêy zanîn da řoyîn bo sema
bêganey zana be řeqis û sema
bê zanîn û zor naçîte asman
le «alirḧimana ala bislitanErebî»
milkî zanistê bê ḧedid û merze
însanî zana maqûł û berze
tomarî wesfî dûr û dirêje
ḧefta men kaẍez qisey le mêje
xermanî sûryan řadawe îdî
bo to «ḧeqîqîNasnava edebî» nemawe çîdî