meřoke û biznoke

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 11 Xulek  950 Dîtin
wîjerî beytî meř û biznoke
wa degêřêtewe em çîroke
payzê katê dirêjin şewgar
şewřewîy xoşe be kełke şewgar
dûr le awayî le nêw polemeřê
hełbiřan pîremeř û bizneleřê
takû řoj ew şewe řoyîn be leweř
ne le diz bak û ne tirsê le seweř
herweha ta demî řoj’awa bûn
le telan û le kelan awa bûn
řêgeyan kewte binarî zerdê
řewez û çiřgen û şax û berdê
nuçkeyekî hebû řijd û hełemût
pêş quley qafê hetaw lêy dengût
serewey berz û biłînd û hełdêr
berewey deşt û zemend û zenwêr
çeşnî ew mêrg û çya bijwêne
řûy zewî nexşî nebû lew wêne
êste her şîn bû nedîw û dîmen
mexmerî řengî neçû bû çîmen
êste beybûn û hełałey geş bû
gułî xeşxaşî derûnî řeş bû
sêweřey şîw û xiřî sawa bû
banemeř hêşte le wêda mabû
swêsne û nergis û şem’î û şewbo
le hemû berqed û şîwan koko
hîç kesê nexşî weha cwanî nedî
«manî» řamanî bû řêy manî nedî
to ke pêt waye nimûney îreme
keremî xwaye çenê bêjî keme
berce boy yasî ḧeyatî bedene
catre kêwîleşî mîşkî xutene
le pena doł û xiřêkî lapeř
kanî awêkî hebû wek seřseř
em ber û ew berî awî hełdêr
hemû şit sazbû, çi kem bû? bilwêr
labela û serbere jêr û berejûr
keremî xwa bû çi nîzîk û çi dûr
neşe bûn çun mişe bû xwardin û xew
xwan kema û hełz û ḧîkayet xwan kew
ga leber ’etrî hełałan serxoş
ga wekû dwane lebo yek têkoş
her wekû dîwte leser ḧewşe be şew
mutekay yektirî bûn serdemî xew
her şewey ḧewşeye bû hobey wan
çun ecel dûr bû nebû nobey wan
maweye manewe bê xawen û xêw
pûşpeřî, şînî tewaw bû kej û kêw
bay xezełwer seretay hat û xizî
çawî lê biz bû bizin daye kizî
kêw û ziryan û şew û pîre bizin
zorî sermaye besermaye kizin
katî werkewtin û wadey kawêj
be mişe û mirxe û sirwe û řawêj
řûy le meř kird û gutî biznoke
ey nerimtir le ḧerîr û loke
payze katî gełařêzane
bawî sermawez û řêbendane
axrî fesłe gelê sarde hewa
mangî sîxware debarê be şewa
min û to pêkewe jîwîn û dejîn
hawdem û hawqedemî kêw û kejîn
were ba hewłê bideyn bo hołê
kone zincê le nedîw û dołê
herbîna hat û şewêkî barî
kê xeberdare le karî barî
be serin dê mebesî xusrewî key
be kiřêwey dû çiley behmen û dey
ta nekewtûyne hîlakî û pelepel
bo dirustkirdnî hołê heye hel
gurgî birsî le penaman mate
le beła xo wepenadan hate
dway gelê çareřeşî widerbederî
dête řên çermesere û derdî serî
tûře bû meř ke ewey bîst le bizin
wek leser nokerî xoy mêrî mezin
witî ey çawzeqî dim çirçî řeqeł
ey řeş û birşî çerim pîsî çepeł
min çi bakim le çiley zistane
min xurîşim heye dûşim pane
şa û geda her dû be awatî minin
dewłemendî min û dahatî minin
le xurî min dekene berg û lîbas
gorewî û deskêş û zengał û kiras
cê hewarim le sehend û sebelan
bistuwe û şîw û xiře û dund û telan
leweřim hełz û kemaye û mendê
leseran û le gede û samřendê
qûtî řûḧe dełeme û mastî meřim
cennete cêge hewar û leweřim
coyî şîr û ’eseln xame û şîr
xoştirin yek le yekê lork û penîr
quwetî qelbe kebabî berxim
berbesêł awî ḧeyate, berxim!
ser û pêm surmeyî řûnî çawe
keşkekim basî le ’alem qawe
bê guman mu’cîzeye řonî kerem
xway mezin kirdî be însanî kerem
çawekey awî ḧeyate meşke
çawbizî ab û nebatê keşke
ewe wa pêşî dełên awî jyan
doy mine piř le şwît û qezwan
pişkełim dare beřûy tendûre
seqerey xwaruwe kemre û kûre
gelî bêrî wekû polî ask
şox wişeng û teřu taze û nask
her leber xatrî min dêne hewar
kîjî çaw baz û kiçanî nazar
xêr û bêrin demî bêr û hawêr
xwaz û estî û şem û aman û mêr
xwa minî kirduwe xełqî bê ’eyb
şwanî min bûne çi mûsa çi şu’eyb
xoşe cêm xoşî le xom lew hate
xom le xwam xwastuwe ew awate
çaweřêm êste be şwênma bê şwan
xawen û şwan degeřên lêm be dwan
to biřo ta zuwe lew mełbende
heřetî hatnî şexte û bende
katê biznoke ewey bîst naçar
çaw be firmêsk û diłî piř le pejar
çû bîna nê be diłî piř xem û dax
beşî xoy hołê be yarî sim û şax
ew lewê mestî wiłatî bijwên
lêre em diłpiř û çawî piřxiwên
ew lewê wek meřî dabeste qełew
em sim û şaxî swa çawî be xew
ew be keyfî leweřî tenyayî
em perêşanî geřî tenyayî
dway gelê meynet û řenc û teqela
hołî saz kird û ḧesawe lewela
wek nexoşêkî be dermanî seḧet
bedenî kifte welê gyanî řeḧet
katê bûjawe ḧesawe hendê
hatewe bîrî le pîran pendê
rołe xo kokewe payze û gijegij
ta peya nebuwe pirûşe û tem û mij
desî mandû sebebe bo zigî têr
zor buwe şeř buwete mayeyî xêr
hemîsan kewte telaş û kiř û kaş
pêkî hêna beşî xoy pûş û pełaş
têpeřî payz û serma engût
le piřê bestełek û şexte bizût
sayeqe û bend û kiřêwe û tem û mij
mon û mirç û leşeř û tûře û dij
hewr û mij mat û siř û girj û ’ebûs
çał û çoł piř le befir seḧra lûs
keřesîse be heway befranbar
şûy bedar kird û xełf bû be çinar
be řinûy bařn û hoy serma û soł
bû beyek, şax û telan û xiř û doł
meř demê wirdewe bû qewmabû
dem le des çûbû helî sawa bû
dî ne aẍeł ne kewêłêke ne hoł
çiłî her mûyekî yek şîşe sehoł
ne geweř bû ne leweř ma ne kema
ewî pêy dexuřî û têy dexuřî nema
dewruber kirdîye ber bergî sipî
berd û gił pêkewe nûsa çespî
daykuta bakut û serma çîm kut
bîrî biznî bû keçî kut çîm kut
keyfî ew mawe le kwêstan kirdî
wekû pûşê kutupiř ba birdî
meynete man û jyan derdî ser
’eyşî dinya nîye bo kes ta ser
ger bekeyf û geme sed sałî bijî
keme lay ew deme xembar û dijî
tał û şîrîne jyan şadî û şîn
têkełî jehir û zeqûme hengiwîn
kurtî bibřînewe wextê way dî
çawî na seryek û dî dinyay dî
gerçî řojî temenî awa bû
êste hîway be jyanî mabû
kewte bîrî bizin emma be kizî
piştî destî le peşîmanî gezî
wekû şwên gêřê le dûy şwênî kewêł
degeřa wek meřeşelkey dûy xêł
şew û řojêkî ne xwardin bû ne xew
ew şew û řoje qyamet bû lew
serî sûřmabû, wirey berdabû
kułî giryanî de ewkî mabû
zor geřa takû be hoy şwên û řed
axrî dîtyewe «min cid wicd»
dî ewa germî geme û kawêje
zincî saẍyarîye lay pêy lêje
geweřî germ û guře biznoke
leweřî xoşe, bekeyfe, koke
xew û xorakî be keyfî xoye
logene û hełz û kemay kokoye
dway siławêkî gelê germ û guř
hate xwar awî be çawa xuř xuř
witî ey hawdemî tenyayî min
ey qezay to le dû bînayî min
ey řefîqî sefer û derbederîm
were biřwane min û xîreserîm
min xetam kirduwe to bimbûre
lêm mepirse çîye neqiłim dûre
ger xetabarim eger řûzerdim
her be to besteye çarey derdim
bê pena mawim û penam hênawe
řojî lêbûrdine lêm qewmawe
sexłetim cêm ke le serma mirdim
were to meyke ewey min kirdim
çaw le çawim ke çenê serçewtim
çał leber çawmewe bû tê kewtim
ser û qaç û qulî dî biznemerez
têgeyî fewrî çi qewmawe le pez
witî ey hawdemî şewgarî řeşim
her be ḧał botewe cêy şax û leşim
xom kutawe şew û řoj wek pałe
takû hênawmete des ew małe
sim suwa takû geyîm bew hołe
şax nema bûmete biznî kołe
şewekey nayete bîrit her çend
pêm witî sûdî nebû we’iz û pend?
wat dezanî ke be hoy dûg û xurî
takû dinya heye bîme û nemrî
berî çawit be heway kwêstanê
tem bû netdî řeşebay zistanê
zeḧmetî xo mede cêget nabê
lêgeřê řojî řeşt awa bê
witî ey hawleweřî kêw û çya
tirsî gurgim heye çare le çya?
bew demudeste le hîç kwê nîye cêm
ya serim cê kewe ya des ya pêm
ta zuwe cêm kewe ey hawdemî řaz
wa le dûme ke ledûm bigřê gaz
bike yadêkî le řabirdûman
le ẍerîbî û le řefîqî zûman
dostî caran û xiř û şîwanim
ḧurmetim feřze emin mîwanim
hełbirawim le gel û qewm û kes
hîç le bîrim nebû lê qewman hes
witî net bîstuwe katî qewman
le zehir tałtire şekirî qewman?
řojî tengane řefaqet baye
çunke qanûnî tebî’et waye
demî xem, tałe le dem nuqił û nebat
dostîy, baye bira, katî nehat
wextî bedbextîy bira dujminte
řojî řeş dujminî małî jinte
şêt û nadanî eger luqmanî
qise nazanî eger suḧbanî
ew wiłamî emî wa dawe be dax
em le naxî diłî hełkêşa ax
ew kemê daxî diłî bû xałî
em be cwabî řeq û tałî nałî
gyan gelê sexte dena deyzanî
jane ew jîne nemane manî
be dejan çûnî dem û gwê û des û pel
têgeyî řojî ecel geywete kel
katê peyda bû nîşaney mergî
axî meř awrî berda cergî
neşterî tîjî henasey meřî pîr
diłî biznî leřî pêka wek tîr
dî řefîqî le hîlaket daye
bê kes û bê der û bê enwaye
witî ey hawdemî nerim û nołim
ey řefîqî xiř û şîw û dołim
cêjne pîroze le geł hawmałan
şadîye, şînî le geł awałan
heye lay pêşewe cêy sîng û serê
bête jûr nîwet û nîweş le dirê
pezî kiz laremil û bê desełat
witî «libîkErebî» be ummêdî necat
mayewe yek dûşewê maw û nemaw
ta şewî sayeqeyekî le nekaw
gurge hat û piřî daye û birdî
ewe bû neqłî minałî kurdî
dûgekey lî buwe kołî çerçî
kewłekey lê buwe kewłî qereçî
let û pet bû leşî nerim û lûsî
tiketik xwên deřja û deynûsî
ey bizin sade bijî bo wirgî
wekû min xo meke parûy gurgî
ew beserhate «ḧeqîqîNasnava edebî» pende
bo kesê ’aqeł û jîr û mende
şayetî textî suleyman baye
xawenî miłkî qena’et şaye
kem be xem zor nebuwe katî jyan
beş kirawe le ezel berg û nan
ẍeyrî derkê mede ta hey le çi der
tek û tenyaye xuday řozî der
qafłey nî’metî řenga řengî
bê minet dê nîye deng û zengî
pak û pêk hênî nyaze û bexeber
le çerende û le perende û le beşer
gyan leber herçî leser řûy zewîye
ser leber cîreberî xwanî wîye
be ziman û dił û gyan û des û pê
qedrî en’amî xuda nayete cê
najmêrê be ziman û zarî
şukirî îḧsan û supasî barî
to ke neygořî xuda naygořê
’aqîbet xêr eweye naydořê
towe akar û jyan şêwerde
sûre xermanî kesêkî merde
kem û hewraz û neşêwe jînit
meke sewdaye be dinya, dînit
barî nasînî xuda «awlîErebî» ye
małî to êre nîye ewlaye