çay dîwaxan

Li pirtûka:
Pêkenînî Geda
Berhema:
Ḧesen Qiziɫcî (1914-1985)
 11 Xulek  981 Dîtin

dîwaxaneke awedan kirabuwewe, dîwarekanî swaẍî taze dirabûn, sê pencerekey şorabûn. qałîy taze û başî lê řaxrabû, bełam pêşxaneke pêwîst nebû xoy pêwe mandû kirê. çaweřwanîy ewe nedekira herçend řojêk carêk aẍawat be desteswarewe dabezin û mîwan bin. aẍa le jûrî dîwaxan û nokerekan le pêşxane mîwandarî bikirên, çunke «aẍa mîrza řeḧman» tacrêkî sabłaxî (mehabadî) bû taze gundî (qacir)y le kuřekanî ḧemesałḧ xan le cyatîy qerz û sûtî qerze estandibû.

ne ’êl û ’eşîretî bû, ne xizim û qewmî xawen miłk. herçend gelê le xawen miłkekanî ew dewrubere dewłemenditir û paredartir bû, bełam aẍawatî dêbukirî û begzadekanî feyzuła begî her be cawfiroşêkî sabłaẍyan çaw lê dekird. şayanî eweyan nedezanî le řîzî xoyanî bijmêrin û xêra xêra serî biden.. kabrayekî swarçak ya řawkerêkî başîş nebû ta le kořî řawkeranda cêy bikenewe. carubarîş dway řaw le małî dabezin.

aẍa mîrza řeḧman ke be dirêjayîy jyanî lenaw em xełke zor û zewendey dinyada tenya beser (xanim) û çêştikerekey małewe û şagirdekey dûkanda fermanřewayîy kirdibû, êsta ke deydî xawen miłke û şest ḧefta mał ře’yetî le berdestidaye, le diłî xoyda deygut (şende le mende kemtir nîye), ba bine û bineçekem sabłaẍî û kûtałfiroşîş bê, êsta derebegêkî tewawim. le şeş dangî em dêyeda fermanim řewaye û kes le xom gewretir nîye. wa çake derk û dîwaxanêkim bibê ta ře’yetekanim çawyan bitirsê û aẍa û begekanîş gałtem pê neken. ca ewe bû destî kird beřazandinewey dîwaxaneke. dû nokerî swarî û çayçîyekîşî girt. espardî le pêşxane yek dû beřeyan řaxist. mêzêkî qurs û qaymyan lê dana, semawerêkî heştîy mîswarî gewre û qorîyekî çînîy sûr û yek dû dest pyałe û jêrpyałe û keşefî jêr îstîkan û qendan û qutûy çayî û miqaş û dûkełkêş û setił û xełûz û şitî wayan le pêşxane amade kird.

melay awayî û řîş sipî û keyxiway qacir taq û cût û deste deste dehatne bexêrhênan û pîrozbayîy aẍay taze. dyare bedestî betałîş nedehatin, her kamêkyan gîskêk, kûpe řonêk ya kûpe penîrêk, ya hîç nebê mirîşkêk ya 15-20 hêlkeyan pêwe dehêna. aẍa mîrza řeḧman ke çawî bem xêrubêre dekewt, le xut û xořayî beserîda deřja, le xoşîyanda twêj twêj qełew debû û le pêstî xoyda cêy nedebuwewe, be şêwey aẍa û begekan bangî dekird:

- kê lewêye?

yekê le nokerekan ya çayçîyeke:

- bełê, bełê, aẍa.

- çay bêne!

çayçîyeke çay tê dekird, pyałe çakey dena ser keşef û çend kiło qendî leser dadena. yekê le nokerekan hełî degirt û deybirde jûrewe lelay serewe destî pê dekird û le pêş mîwanêkî dadena. dîsan dehatewe pyałeyekî tirî debird. nedebû weku çayxane dû sê pyałe becarêk berê, çunke řesmî dîwaxanî aẍa û begekan waye ke her debê pyałe pyałe çay berin û day nên.

(řesû) lemewpêş maweyek çayçîy dîwaxanan bûbû, le řêwşiwênî çayçîyetîy aẍawatî baş dezanî. beyanyan zû pêş hetaw kewtin ke semawerî tê dexist, ta şewê wextî xewtin neydehêşt bikujêtewe.

bedrêjayîy řoj û hêndêkîş le şew her wextê aẍa bangî dekird: çay bênin, řesû desbecê çay tê dekird, hîç katê direngî pê nedeçû û biřubyanûy nedehênawe. çend mangêk bem core řabûrd. aẍa mîrza řeḧman řêwşiwênî aẍayetî fêr bû, boy derkewt ke ře’yetekan sernermin, beherlayekda hewsaryan řakêşî wa deřon, îtir bepêwîstî nedezanî her ře’yetêk hate dîwaxan be pyałe çayek mîwandarîy bika, ya baştir biłêyn bîxełetênê. cige leweş êsta îtir xo hênanî pê pîrozane û cêjnane biřawetewe. ke dehatne dîwaxane, bo şikayetkirdin bû, ke gay sofî řeḧîm mesela çuwete naw şînawerdî ḧeme kerîm ya em nore’awî le ew girtuwe, ya şitî tirî lem babetane. îtir bo îş û karî awa ke hîç xêrêkî lê hełnawerê pêwîst nîye kabra çayekîş bixiwatewe.

şewêkyan aẍa mîrza řeḧman le małewe le witûyrî kasbikaraneda bû, hemû bîrî xoy ko kirdibuwew e ke meseley çay becorêk çare bika. le diłî xoyda deygut:

- em aẍa û begane aqłyan awaye, boye bejêr qerz û sûtewe debin û miłkekeyan le dest derdeçê. ême le dûkan kiřyarêk bayîy sed dû sed timen kûtałî lê dekřîn, timenî dû qiřan ya sedî bîstiman qazanc dekird, ca çayekman bo dekřî. keçî êsta kabray kirmanc dê dełê sofî řeḧîm zyanî kirduwe, bang kem çay bo bênin? eme karêkî gewcaneye.

kitupiř (xanim) mîrza řeḧmanî wirya kirdewe û gutî:

- aẍa! qend û ça her beşî dû sê řoj mawe, ta zuwe binêre (bokan) qend û ça bikiřn.

mîrza řeḧman gutî: kwêřa tewaw bû? xo ewende nîye qend û çam kiřîwe!

xanim: eme to dełêy çî? lat waye carane û le şarîn? ewendey le şar be sałêk qend û çaman dexwardewe, êsta be 15-20 řoj dexurêtewe, bigre zyatrîş. eme lay xoy bûynete xawen miłk û aẍadê. ca xo bem core biřwa dû sałî tirî pê naçê desmayey ticaretekeşman le dest debêtewe. taze le řûman naye řû bikeynewe şarîş.

aẍa mîrza řeḧman qisekanî xanmî zor bedił bû, bełam neywîst xoy bişkênê, gutî: xanim to debê ewet le bîr neçê ke ême êsta kabrayekî dûkandarî sabłaẍî nîn, êsta ême aẍayn xawen miłkîn, be řîzî ew aẍawet û begzadaneyn. pêşînan gutûyane: «gewreyî xercî dewê». debê derk û dîwaxan û nan û xwanman bibê, dena abřûman deçê û hîç kes be pyawman nazanê. carê nuxşe dernehatuwe, ba ḧasił pê biga ew wexte dezanî miłk çende be berekete, nêzîkey çwaryekî ḧasłî em dêye bem 60-70 mał ře’yetewe hîy êmeye. miłk le genc û xezêneş baştire, hergîz biřanewey nîye.

xanim bêdeng bû, bełam mîrza řeḧman le diłî xoyda gutî:

- ba miłk weku genc û xezêneş bê, bełam ḧîsab her ḧîsabe. hîç katê le bazařda nebînrawe ewaney hezar hezarîşyan heye taqe şayîyekî xoyan be xořayî biden be kes. xo min weku em aẍa û begane le hîç û xořayî miłkim wedes nekewtuwe. eme xwênî cergime, hemû be qiřan qiřan û şayî şayî kom kirduwetewe. em dîwaxane eger çayxane bwaye le şar, cige lewe ke zererî nedekird, hemû řojê qazancêkî başîşî lê peyda debû. xełat û beratî çayçî û nokerekanî derdehêna û şitêkîşî demayewe.

nexêr, debê çarey em meseleye bikirê!

- başe eger dîwaxaneke dadexem be dirêjayîy řoj em kirmancane dên û heryekey karêkî heye ew wexte debê em çeqe û heraye lenaw jin û mindałekemda bikirê, xo emeş nabê!

eger semawer û şitumekî çayeke ko dekemewe, beşkem kitupiř mîwanêkî maqûł û gewre hat, le kwê ew şitumekane xêra dehênrênewe dîwaxan? cige leme ke lenaw kirmancekanda sûk debim, debme gepçařî aẍa û begekanî dirawsêş.

kitupiř weku feylesûfêkî bîr le meseleyekî zor girîng û qurs bikatewe û le nekaw îlhamî bo bêt, řûnakayî kewte nawçawanî aẍa mîrza řeḧman. bizeyekî şadî kewte ser lêwî û gutî: xanim, başe, sibeynê denêrim bo qend û ça, destîş pêwe degrîn.

beyanî be ’adetî řojan çuwe dîwaxan. yek dû kes hatin. bangî řesûy kird çayan bo bênê. çayekeyan xwardewe û qisey xoyan kird û řoyştin. dway ewan bangî řesûy kird û gutî:

- řołe, kuřî xom! pêwîst nîye her wextê gutim çay tê ken, gurc çay tê key. carêk biłê qend nemawe, debê biçim le małewe qend bênim, carêk biłê çay nemawe. carêk biłê taze awim kirduwete semawereke, ba bêtewe kuł. min dełêm: çay bênin! bełam hemû carêk be byanûyêk xoy lê bibwêre.

řesû: bełê aẍa, beserçaw.

îtir lew katewe ewende qend û çayey ke lewê bû, weku şitêkî mutfeřk û pîroz, le cêy xoy mabuwewe, kes destî lê nededa. řesûy çayçîş ḧesabuwewe. kar û pîşey ewe bû: «qend nemawe, debê biçim le małewe bênim, taze awim kirduwete semawereke, ba biçim çay bênim, hêşta aweke sarde...».

çend řojêk aẍa mîrza diłî le ḧast qend û ça ḧesabuwewe. řesûş le «bełê aẍa» û çend witey tir zyatir karêkî nebû. řojêk nêzîkey nîweřo kitupiř segweřêkî qaym destî pê kird. nîşaney ewe bû çend kesî bêgane hatûnete naw awayî. aẍa mîrza řeḧman ke le pencerey dîwaxanekewe temaşay kird, pênc şeş swar jandarim bûn geyştine naw awayî. ewî pêşeweyan tifengî pê nebû dyarbû efseryan bû. mîrza řeḧman bepele řesûy narde małewe ke xeber bidat mîwanî jandarim hatûn û be gurcî nan û çêşt amade biken. xoşî be dû nokerekeyewe hate xwarê û ta kołan be pêşwazyanewe çû. sê çwar ře’yetîşî bang kird.

espî jandarmekan bigirin û byanben taqetyan ken. kabray efser û jandarmekan dabezîn. mîrza řeḧman bedem bexêrhênanewe wepêş xoy dan û çûne dîwaxan. ewendey deytiwanî mêşkî xoy deguşî ta dwamîn wişey farsî ke le mindałîyewe be ders xwêndibûy ya bedrêjayîy temenî bîstibûy webîrî xoy bihênêtewe û bo bexêrhênan û merayîkirdin byanłê.

çirç û loçî nawçewanî leberyek řewandibuwewe û peyta peyta demîşî ta lay binagwêy dadeçeqand ta wa pîşan bidat ke goya le xoşîy hatnî ewan şayî le diłîda degeřê. carubar weku gacûtêkî gołedasûy girtibê, zimanî lûl dekird û demîşî barîk dekirdewe û wişey farsîy benecûrawî û serugwêlak têkşikawî derdeda, ta efsereke tê bigeyênê ke (bapîre gewreşî doyne û şełemî nexwarduwe û ewende farse kaşanîyş deskî le dwa naken). bê pisanewe deygut: zor bexêrhatin, ser çawekanim, gewretan kirdim, pêławtan ser serim. (le têçênî qisekanîda):

- řesûł çay tê ke.

- aẍa qend nîye, ba biçim le małewe bênim.

- beřastî eger êwe carubar serî em dêhatane neden, xo diz û cerde û pyawxirap hîç nahêłn.

- řesû xêrake çay bêne.

- aẍa çay nîye, ba biçim lay aẍajin çay bênim.

- bełê bełê, qurban! eger agatan le wiłat nebê û carubar êmemanan gewre neken û teşrîftan neyet, em ře’yetane yaẍî debin û wełamman nadenewe. ewe le tirsî dewłet nawêrin, dena gwê bo xwaş şil naken.

- řesû çayeke bû be çî? dexêra!

- aweke sarde, semawereke nehatuwete kuł.

lem wexteda kabray efser temaşay yekê le jandarmekanî kird, lewe deçû bezmanî ḧał dełê: «em kabraye her le qisey zilî kirduwe, wa dyare nayewê pyałe çayekîşman bidatê».

mîrza řeḧman le temaşakirdinî efser û jandarmeke cerg û henawî dakewt, çunke zor baş deyzanî eger bikewne gêçełkirdinî û byanû dozînewe, bo ewan le awxiwardinewe hasantire.

lewaneye jandarmeke biçête derê de dwazde fîşek le kune dîwarêk, le axuřî tewîle, ya lenaw kada qaym bika, le paşa dest bepşikinîn biken û bîdoznewe, xo ewsa be parey sê çwar sałî qend û çaş řizgar nabê.

aẍa mîrza řeḧman wek mar pêyewe bida le nakaw řastewe bû řay kirde pêşxane û besebir gutî:

- kuře řesû! to ewe çi bełayekim beser dehênî! ey ewe çîye qend û ça lewêye? çay tê ke, biram çay... wełła webîlla beřastîme, kuře tełaqim kewtibê beřastîme! tê ke!