ne dîdarî ḧacî, ne xewî mizgewt

Li pirtûka:
Pêkenînî Geda
Berhema:
Ḧesen Qiziɫcî (1914-1985)
 10 Xulek  770 Dîtin

dîsan ew řojeş birdibûyane bêgar, hedayan pê nedabû. her le tawkewtinewe ta êware, be dirêjayîy řojgarî behar řetandibûyan. kabray gizîr serî ziman û binî zimanî cinêw bû. demî detgut çeqeney aşe peyta peyta deyneřand û deyguřand.

bayz kuřêkî wirya û leserxo bû. zor başîş bexoyda depermû, bełam neydewîst dem binête demî kabrayek ke le tirsî kar û zeḧmetkêşan buwete başmawxorî aẍa û awa beřûşełî beser hawmałekanîda deguřênê.

ew řojeş ta êware quřekarîy bo małî aẍa kird. êware nizîk taw peřîn bedest û qaçî quřawîyewe hate małewe, çarokekey ke qorîye tenekeke û îstîkan û jêrpyałeke û nextê şekir û çay têda bû, da dest jinekey.

çuwe ser kanî dest û qaçî şord û hatewe.

xezałî jinî hêlke û şorbawî lê nabû, boy tê kird: bayz dû sê nanî tê guşî. ta xezał xerîk bû qorîyeke binête ser agir, bayz le birsanda xoşî neyzanî çonî têguşîneke hełlûşî.

xezał: nextê çêşt mawe, bot tê kem?

bayz: na, namewê, bom tê meke! kîse tûtnekey derhêna. sîẍarêkî pêçawe û day gîrsand. carubar mijêkî lê deda û çawî biřîbuwe qorye řeş û dûkeławîyekey ser agireke.

xezał zorî peroş bû, serincî bayzî deda. ew êwareye kiz û mat bû. xezał carêk le diłî xoyda deygut řenge kabray gizîr begjîda çûbê. carêkîş deygut bem řojgare dirêje quřekarîy kirduwe, şeket û manduwe. nyazî bû lêy bipirsê, bełam peşîman buwewe, gutî herçîyek heye ba her neyxemewe bîrî.

çayeke pê geyşit. xezał pyałeyekî bo tê kird û be zerdixeneyekewe boy dana gutî: çayekî cwane, başî dem kêşawe, bîxowe ba bot tê kemewe, beşkim mandût biḧesêtewe.

bayz leber witûyrey xoy neypirja ser diłsozîy xezał. pyałekey hełgirt û destî kird bexwardinewey çayeke. tamî çayeke serincî bo lay qisekey xezał řakêşa, gutî destit xoş bê, řast dekey, bom tê kewe ba biḧesêmewe!

xezał boy tê kirdewe. bayz detgut berbangî řemezan dekatewe, sîẍarêkî tirîşî pêçawe, day gîrsand, weku le bîrkirdinewekeyda geyştibête biřyarî axrî, mijêkî qaymî le sîẍarekey da, be bizeyekî sardewe gutî: xezał! em dêye bekarî ême nayet. be bêgar demanpiřûkênin, nayełn kar û kasbîyek bo xoman bikeyn. wa çake serî xoman hełgirîn û biřoyn.

xezał: ca başe, nyazî kwêt heye? biçîne her kwêyek her waye. aẍa û kwêxa û gizîr, qiřyan tê kewê, le hemû dêyek hen.

bayz: ewe dełêy çî? min le daxî emane serî xom hełdegirim. çi nakem deçme cêgeyek her řoje nařojê gizîr bêt û dengim da bo bêgar?

xezał: ey kewaye deçîye kwê?

bayz: deçîne sabłax.

xezał: kuře, bayz! eme çi xeyałêke kewtuwete serit? ême le sabłax çon beřê deçîn?!

bayz: boçî beřê naçîn? em quřekarîyey lêre be bêgar deykeyn, lewê bîkeyn gelê baştir beřê deçîn. êsta carê ne mindałman heye û ne hîç.

taqe dû serxêzanîn. eger kar bo xoman bikeyn, beřêçûnî dû serxêzan her peyda debê. eweta lêre eme ḧałmane, sereřay bêgareke dayk û bawkîşman le çał derdênin.

xezał: başe, çonit pê xoşe, wa bike.

nextê şiřewpiře û qap û qaçaxyan bû, koyan kirdewe û řoyştin. çûne sabłax, le geřekî (berdaşe kon) hodeyekyan bekirê girt û danîştin. bayz hemû řojê deçuwe kirêkarî. jyanyan le çaw ew wexte ke le (kêç awa) bûn gelê baştir bû. wirde wirde nextê pûłyan paşekewt kird. bayz le dêhatî (şarwêran) şareza bû. em maweyeş le sabłax nextê çawî kirabuwew e, destî kird be hatuçûy ladê, hêlke û mirîşk û řon û penîr û mîwe û sewzî û şitî way dekřî, deyhêna sabłax deyfiroştewe. ta axrekey dûkanêkî bekirê girt û buwe dûkandar. emcar xanûyekî serbexoşî girt.

kuřêkî serřast bû, fiřufêłî le kiřyarekan nedekird. zorî pê neçû aşna û řoşnayekî zorî peyda kird. xełkî kêç awa û ew dewrubere sewda û mamełeyan lay bayz bû. xizim û dost û biraderekanî ke dehatne şar lay ew mîwan debûn. le mawey em çend sałeda dû mindałîşyan bûbû. îtir xanuweke biçûk bû cêgeyan nedebuwewe. legeł xezał tegbîryan kird xanûyek bikiřn.

bayz kewte pirsyar û dełałî řaspard, xanûyekî le geřekî (quleqebran) dozîyewe û kiřî. emcar becarêk ḧesawe.

têkełîy aşnakan û dirawsêkanî karî kirde bayz û legełyan çuwe małî şêx bû besofî. le bayz kêç awayîyewe buwe sofî bayz. hemû şewê pêş mela bangidan deçuwe mizgewt, cema’et û xetmî dekird.

le řojî hewełewe ke małî çuwe ew geřeke, gelê beyanî ke deçuwe mizgewt, ḧacî řeḧîm le pêş ewda lewê bû. le diłî xoyda deygut em ḧacîye çende pyawêkî bedîne. wa dyare şew ke dexewê her bexeyałî cema’et û xetmeweye. wirde wirde legeł ḧacî řeḧîm bû be’aşna. ta bang dedra û mela dehat ḧacî neqił û ḧîkayetî bo sofî bayz degêřawe.

qisekanî ḧacî zyatir lebarey seferî ḧec bû. sofî bayz xeyałî ḧec kewtibuwe serî. car legeł car qisekanî ḧacîy pitir pê xoş bû.

şewêkyan ḧacî gutî: sofî bayz! weku bîstûme mîwan û hatuçûkewt zore. mindałîşt heye.

bayz: le sayey xwa û hîmetî şêxewe dû xułamî tom hen.

ḧacî: ey afret, kêt le małda heye mîwanit bo beřê bikat û mindałîşt bo bexêw bika?

bayz: wełła her daykî mindałan.

ḧacî: sofî bayz, to pyawêkî le xwatirsî, çon em zułme lew afrete dekey?

bayz: ḧacî gyan! çibkem xom dayk û xuşkim nîye. jinekeşim kesî nîye. dena dezanim ew afrete zor mandû debê, bełam çar çîye?

ḧacî: çon çar çîye? şer’î xwa û pêẍember řêgey dawe jinêkî tir bêne. hem sunete û hem małekeşt beřêwe deben. hezar nexoşî û ser’êşe heye. yekyan nexoş debê, ewî tiryan agay le mindałekanit debê û mîwanîşt bo beřê deka, yekyan dûgyan debê, ewey tiryan kar deka. xo şukir ḧałîşt başe, leser beřê çûn pekit nakewê.

bayz: fermayşteket cwane, bełam xêzanekem afretêkî zor başe, zorî kwêrewerî legeł min dîwe, diłim naye diłî bişkênim.

ḧacî: bê qeza bî, ew hemû pyawey dû jin û sê jinyan heye. xo hemûyan jine hewełekeyan xirap nebuwe, keçî jinî tirîşyan hênawe.

bayz em xeyałe le mêşkîda cêgîr bû, bîrî kirdewe afretêkî wa bidozêtewe legeł jinekeşî bisazê û bekarî małekeşî bê. dway çend řoj bîrkirdinewe axrekey biřyarî da, le ḧacî řeḧîmî pirsî: ew şewe tegbîrêkî başt bo min kird, to xo xot xełkî geřekî, daxo afretêkî baş nanasî?

ḧacî: çon nanasim? zêbay kiçî ḧacî kerîmî xoman. tewawî em şare bipşikinî afretî wa nadozîyewe. ḧacî kerîm binemałe û pyawmaqûłî geřeke. pyawêkî serbedereweye, le hemû sabłaxda nasrawe. pyawêkî dewłemende û çawî le małî to nîye, xizim û tayefedare. toş pyawêkî tenya bałî, zor pêwîste pyawêkî wa le piştit bê. dinya hezar tenganey heye.

kiçekeşî qeyre kiçe, mindał û qirtî nîye, zor baş bekarî mał dê.

bayz ḧacî řeḧîm û dû sê pyawmaqûłî tirî geřekî narde małî ḧacî kerîm û zêbay xwast, marey kird û zemawendî bo gêřa û gwastyewe.

zêba çi zêba! wa dyarbû leber naḧezî mabuwewe û kes neywîstibû. bo karubarîş weku gay tembeł, agirt leser piştî bikirdayewe nedecûła.

xezał lelayek leber diłî bayz, lelayekîş leber ewe zêba tazebûke, sereřay kwêrewerîy xoy, xizmetî ewîşî dekird.

zêba le cyatîy ewey bikewête kar û hełsûřan, ta dehat zyatir befîz û de’ye debû, weku kareker deyřiwanîye xezał, eger bayz karêkî pê despard, sê û dûy nedekird û deygut: xo min kareker nîm. be jine kirmanceket biłê. wirde wirde çene beçeney bayzîş dewêsta: biřo kirmanc, ladêyîy gewc. to ’eqiłit le kwê bû! bayz le tirsî ḧacî kerîm û xizim û tayefekey neydewêra hîç be zêba biłê, bełam xezał cařz û herasan bû.

îtir gelê car çêştî lê nedena û nanî nedekird. hemû şew û řojêk şeř û hera û çeqeçeq bû.

şewêkyan her le êwarewe ta nîweşew şeřecwên û çeqe û heray zêba bû legeł xezał û bayz. axrekey bayz lêfeyekî hełgirt û çuwe mizgewt bixewê ta sibeynê firyay dûkan û kar û kasbîyekey bikewê. ke çuwe jûrewey mizgewteke serêk lejêr bermałewe qut buwewe. ḧacî řeḧîm bû.

bayz bepeşêwî siławêkî kird.

ḧacî řeḧîm: ’eleykeselam! were birakem, were zor bexêrbêy!

bayz bekzêkewe wełamî dawe.

ḧacî: çîye, çi base? boçî wa peşêwî?

bayz: řebib małit wêran bê! kuř û kiçit be koy zuxał bê, weku minit tûşî em meynete kird.

ḧacî destî kird begałtekirdin: dey dey! ew tûřeyîyey nawê. were, birale were. a lewê bo xot bixewe. tayefey ḧacî kerîm her wan, nextê tunde tebyatin. xuşkî ḧacîyş legeł min û jine gewrekem her waye. xwa hełdegrê her min be tenya le mizgewt bixewm?

bayz le daxanda wełamî ḧacîy nedawe, çû lewlawe řakşa. bełam behîç corê xewî lê nekewt. bîrî le ḧałî xoy dekirdewe ke çon bedestî xoy mał û ḧałî le xoy têk dawe: min le kêç awa eger be řoj deçûme bêgar, hîç nebê be şew deḧesamewe. êsta kasbîyekem lê buwete bêgar, ḧesanewey şewîşim le kîs çuwe, aşna û dostekanim lê tekîwnetewe.

xezałîş ewende çewsawetewe beḧał gyanî leberda mawe. min le dest aẍa řam kird, keçî lêre bedestî xom aẍam hênawete ser xom.

ḧacî agay lê bû bayz her emdîw û ewdîw dekat û xewî lê nakewê.

gutî: birale, xot ewende sexłet meke. êsta bixewe, beyanî bewrdî têm bigeyene çît lê qewmawe. tegbîrêkî başt bo dekem.

bayz (bebołeboł): weku tegbîrekey pêşût! eger emşew řojim lê debêtewe îtir ne dîdarî ḧacî, ne xewî mizgewt!