serî burc

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 2 Xulek  577 Dîtin
biray beřêzim aẍay efxemî
bo wa danîştûy be kemterxemî
fesłî payîze û serî burcêye
zemheř daxsitin ewřo be cêye
biřo binûse fîşî darayî
le xot şîrîne jîrî û karayî
lîstî ḧiqûqî nûsî kak enwer
bangîş fermûye! geyî be defter
îdî gîr mebe biřo bo bangê
dû řojî mawe bo serî mangê
cîre û mwacb legeł îzafe
şeş ḧewtêk debê be bê gezafe
le řêwe bikře dû ta genmî baş
be daşqey destî bînêre bo aş
yek dû pût lepe û dû sê pût birinc
bełkû beynêkî dabnîşim dinc
le nîsk û le maş le danewêłe
herçî tûşî bûy be cêy mehêłe
ew car ḧełebêk řonî nebatî
be pele bikře ta nebuwe qatî
le sîr le pîwaz le yařełmasî
zexîrey daxe bo kakebasî
be kabanim gut biłêy beş bika?
hênde pê kenî kem ma ẍeş bika
dû kîlo goştî dekiřim bo nehar
pêyan řanaga debête hawar
le melam pirsî bew mewacbe
ḧewtûy carêkî piław wacbe?
bizêkî hatê gutî nawełła!
eger le małê nebête hełła!
karî çetûn tir le paş ewane
xercî řojaney wirdenewane
meger be pîrî des deme tifek!
biçme řêgrî bo xercî pifek
şeytan pêm dełê bew giranîye
dizî û řêgrî fêłî wa nîye
ew kwêremûşey mel’ûney gêře
her be dwamewe dełêy şwên gêře
biłêy bê gêçeł berda dewreman?
gewre dujminî babegewreman?
ewřo beřê çûn leser kopîne
bełam çûne sef bira topîne
behay bijîwî yek û hezare
ḧiqûq nabziwê dełêy bîmare
meseley meşhûr cwan û dizêwe
ardî dabêje qûnî mebzêwe
le baznişeste xirap qewmawe
xwa řeḧim bika tenya ew mawe
boçî mûçeyan naken îzafe
ewanîş têrbin meger xîlafe
erê bo meḧrûm le cêjnane bûn
hîçyan nadenê meger ewan cûn
îradê megre qeřnî etome
ne to xemî min ne min î tome
qisem pê mawin bełam nehare
teb’im şêt buwe wek daşehare
lebîrte nûsît le kabray cûtyar
«tişrîf byar û ti’ihd bisparFarsî»?
etoş biřo bang înca bo nehar
«tişrîf byar û askinas bişmarFarsî»?