herewez

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 2 Xulek  587 Dîtin
gizîr dengî dê le nêw awayî
dełê weko bin ampa û řeşayî
bo dirwêney co werne herewez
botan serdebiřim gîskêkî merez
biřon şewekî pêş gurg û mêşan
mał û pyaw û ker bo kiłoş kêşan
legeł xo bênin hembane nanê
bere meşkey řon bo çewresanê
goławê bigirin bo baqebênê
çakî bişêln ba neydełênê
qazancî zore tûtin çeqandin
nan le dêmîda û dêmî le çandin
şewî bimênê biçne nok řinîn
aman û estî û xec û xatûzîn
çîman hełkenin bo ber estêran
çî man le xełkî çûne estêran
«yay tirişkiwa» ya «ařimistiřang»
be to û be min çî çûne kurey mang?
be ařimistiřang ya be gagarîn
diłû xoş meken her dû wek marîn
misyo xerîkî keşfî etome
to bimrî nałê min xemî tome
wirgî mistêřî piř bê le wîskî
xełkî byafra qiř bê besîkî
mey bê lecêy «ma» ba deryay «manş»
xełk le tînwan dexnikên ca çiş
eger bimdenê kalîfořnya
namewê naçim bo yingî dinya
wiłatî kurdî dełêy beheşte
çeme, çyaye, baẍate, deşte
qedî kêwanî cengełî cwanî
wek perî deçê û pirçî pexşanî
awî hełdêrî, deştî zenwêrî
diłan aw deda, gułan dedêrî
leber dengî ney qaspey xasekew
ne dête dił xem, ne dête çem xew
behare dîsan geşin kej û kêw
be řengî elwan kel û pel û çêw
leser çiłî guł çiłûkî darê
lebatî şewnim ’etir debarê
qaz û qurîngan dên be qetare
mizgênî dênin fesłî behare
kotre barîke şay teqłe bazan
qaspey xasekew le çya û řazan
dêne hełpeřkê kîjan û lawan
wêney hełdegirin kanî û golawan
kaban saz debin deçin bo hewar
be cêm nehêłê hewarçî hawar
ḧorî beheştin deçin bo xêłî
hawar hewarçî be cêm nehêłî
deçin bo kwêstan bałanemaman
mirdim nema man bo mem şemaman
sêwe behêye henare hermê
qořẍin le pîran çon destî bermê?