mu’ellîm

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 2 Xulek  666 Dîtin
ey mu’ellîm ey firîştey řûy zewî
ey siruşt û řê û řewştit me’newî
to çiray řê lê gumanî bê guman
to qeřewłî řoj û kêşkiçî şewî
dabî zanîn fêrî mindałan dekey
xawenî hestî newestî nakewî
to nebî mindał xuln dexulênewe
ew lewî dekutê be mistan em lewî
tořî wa degrî be tořî marîfet
bazî weḧşî ehlîye û kêwî kewî
bo beyanî başî dersî bêçwan
ta beyanî bêwçan danakewî
darî xoşî key be bê to dête ber
serwî nazî nexlî berzî nanewî
çałî nazanî leser řêy korpeme
diłnyam çun to tirûske û peřtewî
bo xele û xermanî zanîn û huner
hêłegî cê wird û bêjing û kewî
dengî to neẍmey sirûşî ẍeybîye
zengî to xoştir le sed qaspey kewî
her eto kirdûte hestî janî gel
her eto çêştûte çêjî bê xewî
to ke berpirsî piley fêr kirdinî
terbyet kemtir nîye payey lewî
çaw le destî toye daykî nîştiman
řołekanî terbyet key nesrewî
çun le sayey terbyetda zînduwe
darî azadî û ten û řûḧî qewî
xwêndine hoy řapeřînî hozekan
her bewî xełkî zewî çûn bo cewî
ba her î to bê kelîmey kołneder
rapeře, têkoşe, ba her serkewî
gyanekem pendî ḧeqîqîNasnava edebî bigre gwê
ta be firyat bê xuday berz û newî