dayk

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 2 Xulek  653 Dîtin
daye ey řûḧî řewanim be fîdat
ey ser û mał û gyanim be fîdat
to firîştey, melekî, însanî
ya perîzadey û xot nazanî?
şerte kirdûte be řoj û be şewm?
basî serbê nexewî ta nexewm?
ta decûłêmewe hênd bê hestî
le xewê řadepeřî hełdestî
mem be destêk û desî tir bêşk
nîte bow bêşkeye nobe û kêşk
řamdejênî be heway bendî diłit
bo nexewtinme diłî piř le kułit
be firoştin bê eger awî jyan
bomî dekřî be dûsed řûḧ û gyan
daye ew deng û heway lay laye
hewełîn denge le dinya daye
ca leber xatrî toye manim
be fîdat bê ser û mał û gyanim
***
mezmezey awî ḧeyate memekey
demî ’îsay mesîḧe demekey
memkî piř şîr û diłî piř şefeqet
xway mezin xełqî nekird î wa qet
ta deçim bo der û ta dêmewe jûr
řûḧî bedwamewe dê dûradûr
çawî deygut gileyî kirduwe lêm
bo le min xafłe katê deglêm
nirxî dinya be çiłî mûy daye
diłî min besteye bew hewdaye
ba qezay wîm we dił û cergî kewê
giş kesim mergî wepêş mergî kewê