behar

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 2 Xulek  810 Dîtin
dîsan şiney nesîmî behare û kizey şemał
dîsan be bergî tazeyewe taze bowe sał
toqî serawî kanî leber girme girmî ře’d
şîn bû zewî be nim nimî hewrî gewał gewał
xemłî çya û çemen be sipî û sewz û zerd û sûr
dar û dewen buwe be hezar řengî ał û wał
laçû be carê perde le řûy cennetî îrem
řazawe taqî etłes û kîmxa û ḧerîr û wał
kwêstan le boy hełałe û beybûn ’ebîrî xaw
řengawe baẍçekanî wekû bûkî çarde sał
eşkewt û kêw û kej be xiřî qaspe qaspî kew
gwê keř debê le qařeyî qaz û qurîng û dał
ya bařebařî bêçuwe ya kařekařî meř
ya qařeqařî qumrîye ya hařehařî bał
dên û deçin be dund û qedî zerdumahewe
gakêwîy taq û cût û be gel mêgelî meřał
pêş ew demey gizing le seran da berî beyan
ya ew demey ke zerde le kêwan deda beḧał
biřwane ’eynî qews û qezeḧ dêne ber nezer
xaşxaşkî sûr û sewzeyî sewzî binar û yał
kîjan be pol beyanî demê deçne guł çinîn
wek ḧoryan deçin hemû lêw’ał û çawkejał
qedyan wekû bilûre biroyan wekû hîlal
çawyan mîsalî nergise mest û xumar û kał
dem çeşnî ẍunçeyî gułebaẍî berî beyan
řûmet dełêy şehîde le xwênda buwe şełał
’eynen dełêy be mêxekî nexşawe sêwî sûr
wextê ke dên debînî le ser kułme wirde xał
cûtey memk be řast û çepî sînewe dełêy
peywendî darî ’eř’eře narinc û pirteqał
şêwey şemameyêke desî wê nekewtibê
wênêke sêwî nobere ’ekse henarî kał
bo bas û xwasî zeřřeyek asarî kirdigar
fîkirî beşer dewestê zimanî le wesfî lał
ew swêsne û wenewşe û nesrîne bo çye?
ew řeng řengî sûr û sipî û zerd û şîn û ał
boyen heta le bîr çê xemî befrî negbetî
boyen heta nemênê nîşanê le diřk û dał
boye şewawî baẍî deda şewnimî kerem
ta geş bibêtewe gułî ’umirit le jînî tał
heste le xew beyane ḧeqîqîNasnava edebî zemanî guł
seyran deka le baẍî gułan bulbulî xeyał