nałey bulbul

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 3 Xulek  1018 Dîtin
xake lêwe seretay sałî newm
diłřifên diłberekey çaw be xewm
hatinit hate le bo barî jyan
gyanleber sehle gya degrê gyan
be heway hatnî to peykî şemał
pêşekî mujde deba małewmał
hawdesî ton le heres hewr û hetaw
ta le cê małê derênin çaław
jyanewe çawe be emrî barî
awî hełdêr û çem û cobarî
demî zîndûkerewey beḧir û beřî
qasîdey xoş xeberî banemeřî
banemeř defterî xoşî beşere
lapeřey dûhemî însa’eşere
kilî çawe giłî deşt û çemenî
cennete dîmenî dar û dewenî
baẍ û baẍat û çya řengîne
katî xermanî guł û nesrîne
mexmerî sewze binarî kej û kêw
gułî sûre liq û popî pel û çêw
ew çiraxane le dawênî çya
gułe xaşxaşke le nêw sewze gya
xêwetî sûr û sipî hełda baẍ
guł le pişkûtne bulbul bedemaẍ
baẍ û ber kirdye ber xişił û kiras
gyanleber meste le ber boy gułî yas
berqedî kêwî be awî hełdêr
piř gya û sêweře mezra û zenwêr
sunbul û swêsne mezra mezra
le seran û le deran damezra
jale mey lale pyałey hêna
bay şemał bonî hełałey hêna
kize ba bonî hełałan dênê
’etrî guł mufit û be tałan dênê
zêřweşanî qedemî bûkî gułe
pełe hewran diłî piřyan le kułe
dway şewî şewnim û řojî baran
were biřwane demî êwaran
dîmenî qews û qezeḧ serberejêr
çetrî hełdawe dełêy tawsî nêr
qed û yał û xiř û şîw û der û deşt
bûne yek nusxe le baẍatî beheşt
ne jimarêkî heye nexiş û nîgar
ne ḧewałey keremî dêne jimar
le seran mangeşewe û şîwan şew
le deran yek be duwe qaspey kew
dê û deçin qaz û qurîngan pol pol
le serawan û le dewrî çem û gol
keyf û xoşî û neşeye û řeqis û sema
bezim û şadî le zemîn û le sema
deşt û seḧra be gułî ał û wał
cêy fîkir kirdine bo ehlî ḧał
gułe xaşxaşkî temaşa ke le dûr
xałî řeş cwane le ser kułmeyî sûr
xunçe pişkûtuwe her wek demî yar
sêw wekû kułme, henar wek memî yar
gułî sûr wextê ke dî řûmetî sûr
’ereqî şermî řija řûbere jûr
şořebî pirçî perêşanî girt
dî wekû zulfî neçû manî girt
’eř’eř û qamet û bałay berzî
ke nemamî qedî toy dî lerzî
nergis ew sate ke yarî dîwe
mestî û çawî xumarî dîwe
darî serwe û berî hêna qedî yar
findiq û piste û badam û henar
dwêşewê bulbulî ’aşiq nałî
ḧałîye her kesê wabê ḧałî
be heway xwêndinî ser pelkî guł
tê geyştim witî ey saḧeb dił
gułesûrê diłî peřpeř kirdim
be miradim negeyîştim mirdim