şay enbya

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 2 Xulek  1216 Dîtin
şay enbya miḧemmedî muxtar û serwere
ser ḧełqeyî nebuwet û meḧbûbî dawere
lewḧ û qełem le ’eqił û kemałî sena deken
’erşî berîn le nûrî cemałî munewwere
sułtanî enbyaye le adem heta mesîḧ
fermanřewa û xatem û serdar û serwere
ew meḧremey le beytî ḧerem fexrî ’aleme
bo enbya le mescîdî eqsaye rehbere
bedrî ducaye bo şewe zengî zelal û kufir
şemsî zuḧa û mezherî mîḧrab û mînbere
nûrêke sêberî nebuwe fexrî kaynat
emma le řojî ḧeşir pena û pişt û sêbere
bê wêne wêneyêke le awêneyî kemał
nûrî cemałî sanî’î têda musewwere
ger mangî asman heye nûrî le řojewe
mangî zewî le nûrî tecella munewwere
xalq eger be xatrî xeyrulbeşer neba
karî çi bû be xîlqetî em ḧewt peykere?
ey seyîdî beşer şewî esra meqamî to
’erşî ’ezîm û bargehî ḧeyyî ekbere
hawřê bû cebre’îl û becêma le nîweřê
to řoyî ew îzin nedra biçte ew sere
qurban le sîdre sedir nişînî muqeřebî
ew mesned û sedarete bo to museddere
herçî sîfatî çake xuda day be enbya
to warsî ewanî be to geywe yeksere
emrî xuda be nardinî řeḧmet le řoḧî to
wîrdî sefî melayîke ta řojî meḧşere
piřgarî neqşekêşî biroy toye mangî nwê
înca le řût minewwere katê mudewwere
«am alqiraErebî» be řołeyî wek to fexir deka
yesrîb metafî qudse be řewzey mutehere
ew aw û xake cennetî mew’ûde bêguman
awî me’în û kewsere xakî mu’ettere
xulqî ’ezîmî boye le dîwanî ’edłî to
ey dadger, ẍezale temennay muyesere
meḧkem dijêke emrî be me’rûfî dînî to
mulḧîd dejî kesêkî dijî nehîy munkere
awir be awřit le gunahî me ladeda
awiř dewe, ke awřî to bo me, lempeře
fîdyêkî ’eybidare ḧeqîqîNasnava edebî qebûłî ke
fermû gunahbar û peşîmanekem were