munacat

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 6 Xulek  1656 Dîtin
be nawî xway mezin ew padşaye
ke tenyaye û şyay ḧemd û senaye
sipasî ew peřî şayanî berzîy
peřî mêşûleye bo şanî berzî
ewe perwerdigarî ’alemînê
heye û hebuwe û debê û debye û debînê
be řuḧim û mîhreban û muste’ane
tecellay nûrî ’erz û ’asmane
xedîw û xawenî řojî cezaye
nezaw xêwî bezey ehlî nezaye
îlahî çak û pak û çewt û bêxud
hemû her ’ebdî toyn «ayak ni’bidErebî»
be yarî û řênwênî to nyazîn
be řeḧman û řeḧîmîy to denazîn
kerem key şarezayîman le řêy řast
be řêy «an’imitErebî» eda bo çûnî cêy řast
bibûrî wanekey meẍzûbî to bîn
le řê laman nedey ya řebî amîn
xudaya her le to cwane xudayî
le ser textî celal û kîbryayî
ezel her bûy xudayî şanî toye
ebed her hey sena şayanî toye
xudayî her beşî toye û îtir bes
hemû kes toy kese ema eto kes
xuday aw û zewî û ḧewt asmanî
xuday berz û newî û çî xot dezanî
wedîhênî hemû bûn û nebûnî
berî zatit le mandûyî û zebûnî
hemû mewcudî ’alem to denasê
le asarî ’ecîbit ser demasê
nye wêne û nimûnet nîte hemdem
nye lay to xew û xwardin jem û dem
nedîw û dîmenî nêw beḧir û nêw beř
le xelq û emrî ton «alilh akbirErebî»
be toye ’îzzet û zîllet bem û bew
be toye nûrî řoj û zułmetî şew
le ser kullî derûjûrî henase
wicûdit wacbî şukir û sipase
xecałet bar û şermendem le bo çî
emin çî û wesfî to? min çî û eto çî!
le nextê êsk û pêst û çoře xwênê
minî ’ebdî nezan çonit wexwênê
beşer çonit bika wesfî kemałî
be fîkirî kał û endêşey betałî
sena bo to ne wêney qetreye û yem
le zeřeş kemtire xorşîdî ’alem
xudaya min be to ummêdewarim
be řeḧman û řeḧîmîy toye karim
eto zanay hemû řazî nîhanî
gunahî min le min çatir dezanî
gunahim zore hatûm ser be şořî
le řêga řasteket řêm lê negořî
xeta barim xudaya lêm bibure
le dîwanî xudayî kîne dûre
emin ’asî û nezanim to ẍefûrî
gelê dûre le ’îsyanim nebûrî
be qewlî dawte pêm dił xoşe «balilhErebî»
witit «la tiqnitiwa min riḧimit alilhErebî»
be hîwam ew demey gyanim desênî
necatim dey be eltafî nehênî
xudawenda be ḧeqqî bê nezîrît
be ḧeqî padşayî û bê wezîrît
be zatî pakî bê wêne û mîsalit
be ’îlim û qudret û جاە û celalit
eto kirdit be gułzar awrî kił
le bo awir be nêw awa debey gił
le îbrahîmî to awir buwe ’ewn
be ’ewnî to leley mûsaye fîr’ewn
be hoy «aqir’eErebî» dezanênî be muxbîr
be «midsirErebî» defermûy «qim fanzirErebî»
le xew heste biłê herçî mebeste
binasêne, bitirsêne, meweste
be ḧeqqî sûřeyî «alḧimdErebî» û «axlasErebî»
be sûřey «fatiḧةErebî» ta sûřeyî «nasErebî»
be ḧa mîmî leqeb taha û yasîn
ke xelqî kullî mexlûqat leber wîn
be ḧeqqî sûřeyî «ana fitḧinaErebî»
bewaney to deyan zanî emin na
be małî ke’be û «bît alimqidisErebî»
be řûḧî enbya herçî tya hes
be ḧeqqî gułbijêrî řehberanit
miḧemmed xatemî pêẍemberanit
be ḧeqqî mehbetî «ruḧ alamînErebî»t
be ḧeqqî «riḧimة lil’almînErebî» t
be ḧeqiq çwar yarî yar û yawer
ebubekir û ’umer, ’usman û ḧeyder
şeşî dîkeş le yaranî wefadar
beşaret pê dirawanî şeş û çwar
be ḧeqqî al û esḧabî kîřamî
xisusen hemze û ’ebbasî mamî
be dû xunçey gułî řewzey cînanit
newey pêẍemberî axir zemanit
be îmanî ewaney xasî nasin
be çakanê be çakî to denasin
be ummêdî diłanî piř le îman
be şermî şermesaranî peşîman
bewaney dêne derbarit beřûy sûr
bewaney řadewestin milkeç û dûr
bewaney «qa’im alîlErebî»n be bê xew
bewaney «sa’im aldihirErebî»n heta şew
be çawî piř le firmêskî seẍîran
be řûy zerd û henasey sardî pîran
be namoyî esîr û xof û tirsî
be kemřûyî ẍerîbî řût û birsî
be waney pîre diłyan û minałn
bewaney zor minał û ehlî ḧałn
be waney xot deyan nasî û dezanî
legełyana hete lutfî nîhanî
le çakey çek kirawim řê be tirse
le tawanim bibure û lêm mepirse
diłopêke û hezaran beḧrî bê bin
lederyay řeḧmetit çûn û çira çin?
pełey hewrî kerem çî lê debê kem
pełey řeḧimit bida sercem le ’alem
le kin tîşk û tirûskey xor û nûrî
çi ferqêkî heye nîzîk û dûrî
’îbadî to ewey bûn û hen û dên
be meylî xo nebûn û nîn û nahên
le xanî bê dirêẍit cîre xorin
le bo ’efut kemin herçendî zorin
beşî çawřêxşanî nobeyêke
be kurdî sed gunah û tobeyêke
le qapî řeḧmetî to şa, gedaye
geday «alfqirfxirîErebî» padşaye
keramet bo kerîman şwên û řesme
«fila tinhirErebî», kelamî toye besme
zewî û zarî ’îbadet wîşke dêre
pełêkî hewrî řeḧmet bo binêre
be xuřřem řêjneyekî lê bibarê
tem û jengî gunahî lê bitarê
seraser kirdewey jînim peroşe
çi xoşe ’efwî to bom bê be toşe
le her kes to bipirsî karî nexşîn
çîye fewrî dełê cêy tołe bexşîn
dirûstî destî tom û to denasim
be des toye sibeynê bas û xwasim
be «anaErebî» û be «lilhErebî» mane îman
«alîة rac’unErebî» e axrîman
«ḧiqîqîNasnava edebî» ew serî ’îsyane barî
welêkin bê sere îḧsanî barî