mecdî
estêreyêkî geşî asmanî xakî erdełan, ke piřîşkî řûnî şê’rî řişêneyêke bo diłan, melî xeyałî humayekî tîjpeř buwe le hemû perdeyêk, telî řûbabî diłî deng edatewe le hemû herdeyek. le belaẍetî zimana wekû masîyekî begoř le awî safî serçawe, le nukat û qisey nesteqa wekû duřřêkî ser xezene leber çawe. namûsî tebî’et derzî berzî xetî la xwênduwe, ya xud xuřey kełe řûbarî behar dengî qisey lewî wergirtuwe, boye be zengî encumenî dengî «milk alkilamNava taybet»y berkewtuwe.
aşnay em şwêne nawî «’ebdulmecîd û kuřî mîrza ’ebdulkerîmKes»e le sałî 1849 le şarî «seqizCih» hatwete dunyawe. mîrza ’ebdulkerîm le xandan û pyaw maqûłekanî seqiz buwe. ’ebdulmecîdî kuřî her le mindałyewe nîşaney zîrekî û bilîmetî le yekê le perdekanî jyan - ke xetxoşî buwe - lêw dyare buwe. le temenî ḧew sałîda le qutabxaney mindałan eyxate ber xwênd, qur’an û kitêbe wirdełekan exwênê û xoyşî derzî farsî û tomarî pê ełê û sermeşqî bo da’eda. mîrza ’ebdulkerîm yekêk bû le xetxoşekanî seqiz. ełên ’ebdulmecîd ke bawkî derzî xetî pê ewt lepaş dwazde mang xetekey ew û bawkî lêk cya nekirayewe!. leser řewştî ew dewreye ’îlmî ’erebî û ayînîş le medresey mizgewtekanî seqzida exwênê. her bo em core xwêndine serî le «bane»ş dawe. ta dest eka be «mixtsirNava taybet»y mela se’d lelay «mela îbrahîm» naw ebê her le seqiz. îtir boy řênakewê û ekewête naw jyanî dunyawe.
her çende ke hemû demêk arezûy dûreperêzî buwe le dunya, legeł eweş her boy řê nekewtuwe pêwe pilkawe. le 1877da be nawî ḧecewe seqiz becê dêłê û eçête şarî sine. lewê ḧacî şêx şukirułła -ke xelîfey şêxî tewêłe û şêxêkî paye berzî bermałî sine buwe- gilî edatewe bo ewe goya pêkewe biçin bo ḧec, ew sałe boy řênakewê û tegerey dête pêş. le 1879da le yekê le xanedanekanî sine jin dênê û ebê be tûş mał û mindałewe. ta le 1886da legeł xêzanekey le řêgey beẍdawe eçin bo ḧec, le beẍda muftî zehawî çaw pê ekewê, em ’aşiq be ’îlim û zîrekî ew, û ew ’aşiq be xet û şi’rî em ebê. gelê qisey ’îlmî û edîbane le beynyana desawdest eka, lepaş çwar sał dway em mêjuwe muftî emrê wimîrza ’ebdulmecîd hemû car henaseyekî besozî bo heł’ekêşa. ke eçne ḧec herçende arezûy manewe eka le medîne, bełam boy řênakewê û egeřêtewe bo sine. çend sałêk lewê řay ebwêrê, le 1912 bew nyaze ke mindałekanî bo xwêndin bînêrê bo awrûpa û xoyşî paşmawey jyanî le medîne řabwêrê eçê bo taran, leber pêşhatî «şeřî 914-918» tegere ekewête îşekey û pekî ekewê û her le taran emênêtewe û ebê be xoşewîstî erbabî edeb û qełemî taran û ebê be mamostay «daralfinunNava taybet» ta le 1925 le temenî 76 sałîda her le taran koçî dwayî eka.
mîrza ’ebdulmecîd, lelayen xet xoşîyewe yekêk bû le nawdarekanî dewrî xoy, bigre pêş xoyşî, xet xoşî ew tenanet le awrûpayşa nawî derkirdibû, şay îngiltere diłî lê çûbû, herweha le payey şê’rîşda seramedî dewrî xoy buwe, le wiłatî bêganeda em dû behreye kirdyane karê ke şay qacar «nasredên şaKes» be encumenî şahane û edîbane nawî «milk alkilamNava taybet» pêda.
«milk alkilam» pyawêkî bałaberzî estûrkar buwe genmiřeng û çawřeş buwe, řîşêkî sipî qełemî û dû simêłî qîtî pêwe buwe. lûtî barîk û dirêjkar û demî biçûk. ser çenagey tozê hatbuwe derewe le qise kirdinda herçende qisey dane daney ekird bełam honînewekey wekû milwênkeyekî dûřřî bê girê wabuwe. řewştêkî hêmin û leserxoy buwe, sexawetî wenebê zor bûbê, zor aşna buwe be dyanet lenaw merdima pyawêkî êgcar řêz lêgîraw buwe, lelayen xetewe mamostay şazadekanî êran û gelê le wezîr û wezîrzadekan buwe. legeł emaneşda zor pabendî terîqet û aşnay şêxanî terîqet buwe. dił teřayetîşî zyatir legeł perî řuwekana buwe ta kakoł besere xet řêḧanîyekan, le seretay jyanyewe cilubergî kurdî leber ekird, lem axereda ke çuwe taran çaket û pantoł û cilîsqey leber ekirdu serderî ekird be sera û «şeke» y leser ena.
le barêkî cîwlojîyewe lê bidwîn newek lelayen layengerîyewe: mełbendî kurdewarî le berebeyanî tarîxewe nîştimanêkî awedan buwe bo şê’ir û bo hełgiřanî şê’ir. serçawey şê’ir eger le hewayêkî saf asmanêkî şîn û dîmenî řengawřengewe bê, emane le kurdewarîda hebûn eger le tefkîrêkî wirdî goşey tarîkî eşkewtan û xwardinewey awî safî kanyawan û seyrkirdnî destikirdî hemeřengey bînayî çawanewe bê, emane le kurdewarîda hebûn. eger le peykerî řûmetî ał û wałay newnemamanî beheştizarî perîzadan û lalezarî gułałan bûbê, emaneş dîsan her hebûn.
ew tebî’ete ke deryay baran dirust eka û eykatewe berşênew diłop diłom lew hewa safeda eyřjênête xwarewe, her ew tebî’ete gerdî ew xake û ew awe û ew hewaye têkeł kirduwe; ew gułey lew xakeda bew awe eřwêt, ew gyayey lew şaxeda bew awe sewz ebêt, tozêke le sirûştî ew ademîzade ke lew nîştimaneda perwerde ebê, çunke lew hewa û barane ke ew kiştukałe û gułe pê egeyênê û eyka be serçawey xorakê ew ademîzade her ew hewa û baraneye ke bawku daykî kurpey ademîzadeke eymjin û eyxonewe û korpekey û korpekey lê diřust eken. her ew hewa û baraneye ke korpeke le dewî korpeyetîda eymjê û eyxiwatewe ta ebê be mindał û gagołkê eka û ekewête dare dare, ta ebê be herzekar û awiř edatewe belay jyanewe, ta ebê be pyaw û ekewête koşî bûy dunyawe, ta ta ebê be pîr û peyřewî tegbîr eka, ta peřpût ebê û řû le xak ekatewe! ke wabû şê’ir û kurd, kurd û şê’ir be ḧukmî tebî’et dû wişen û yek me’nayan heye.
mawetewe ser ewe ke to biłêyt: ke wabû bem core to witit, kurd heykelêkî řastewřastî şê’ir bûn. eger waye kwa dîwanî şa’rekanyan? kwa encumenî udeba û koşkî aramgay edîbekanyan? ke be nûkî qełemyan pêşřewî komełyan le barî ’îlmî û edebîda kirdibê?. emane ełêyt û heqîşt heye ke bîłêyt, çunke qiseket řaste, bełam bo wiłamekey êmeş ełêyn: ademîzad têkřa ḧukmî ẍerîze pabendî ’en’enatî desełat û hêze, her perdeyek ke beserya dêt û her dewrêk ke eybînê şwên heway ew desełat û hêze ekewê. le dirawsêkanî kurd yekêkyan farse, seyr ekey ke ’erebekan koşk û telarî sasanîyekanyan têkda, hemû edîb û şa’êrekanyan kewtine peyřewî kirdinî edebyatî zimanî ’erebî. herweha ke împiraturyetî îslamî nirkenirke turanî turkekanî hařî, edîb û şa’rekanî ewanîş ew wexte xoyan be edîb û şa’rî tewaw ezanî ke xizmet be edebî ’erbî biken. bo îmřojîş - ke leberçaw - leber ewe řojawa daşî sware, ewa wirde wirde edebyatîşî ebê beser edebyatî řojełatda swar bin!. kurd her lew berebeyanewe demêk be ḧukmî bêhêzî dewrêk be pabendî dyanet, serdemêk bo têkneçûnî parsengî dewłetekan şanbeşanî cewrî zeman hatûn û her řoje aławin bebałay yekêkda. tebê’etî desełat - ke ẍerîzey têkřayî ademîzadekeye - tûşî ewey kirdûn ke legeł ’en’enatî û zimanî desełatdarekeda xerîk bin! bem bonewe etwanî belanîkemewe beşê le heşt beş ’ilûm û edebyatî ’erebî, beşê le de beş le edebyatî turkî, bişê le şeş beş le edebyatî farsî be paşerokî xizmetî kurd dabnî beramber bewane; bewey dabnî ke fîkir û xeyałêkî kurdîye û kewtûne qałbî ew zimanewe! legeł em hemû tenguçełmaneyş ke hatûnete ser řê gelê gelê cêy şanazîye ke kurd twanîwyetî le naw ew deryay piř şepulî gîrxwardneda zimanekey xoy lew şaxû daxewe ta îmřoj be cwantirparastin biparêzê. ke wabû dîwanî hezar qapîyey fîkirî edîb û şa’rî kurd ta em serdemey dwayîye, hemûy kewte zimanêkewe ke nabê pêy butrê dîwanî şi’rî beramber be zimanakey xoyan, eme lelayêkewe, lelayêkî tirîşewe nenûsîn û ko nekirdinewey eş’ar û edebyatyan - ewey be zimanekey xoyan bûbêt - ewendey tir ew baxçey edebey bê naz kirduwe!. ca şa’rî ême «milk alkilam» yekêk buwe lew kesaney ke ’en’enatî desełatî bêgane xistûyete ser ewe ser berête kořî şi’rî zimanêkewe ke meger le řîşeda be zimanekey ewewe bibestirê!. bełê, her lew dewrey minałîyewe telî şi’ir dananî bizûtuwe, her lew dewrey minałîyewe nîşaney şi’ir le nawçewanîyewe dyar buwe, fîkirî derbiřîwe, bełam xistûyetî zimanêkî tirewe, obał naçête estoy ew, obał eçête ser’estoy ew yasaye ke hezaran hezarî wekû «milk alkilam» xistuwete koşî zimanêkî tirewe.
«milk aklam» ke pêy ehawêjête qapî şê’rewe «mecdî eka» be nawî şi’rî. şi’ir heł’eřjê weku birêşke; le temenî 62 sałîda k dîwanekey ko ekatewe, şest hezar şi’rî farsî û hendêkîş kurdî buwe, eme bêcge lew şi’rane ke berdest nekewtûn; û bêcge lew şê’raney ke çwarde sałî tir lepaş em tarîxe her witûnî. eger be çawêkî ḧeqbînewe seyrî em kirdewe bikeyn - beramber be tenha şi’ir - ebê boç her fîrdewsî nawî hebê?
legeł emeşda mecdî ke dête ser witnî şi’rî kurdî lebarî ẍezeł û ẍeramda kemtir nîye lew şa’rane ke hemû dewryan her be ẍeram řabwarduwe. le şi’rî farsîda le hemû sûçêk dwawe: felsefe, tesewf, ẍeram, nîştimanî û xeyałî. bełam le kurdîda ême êste tenha em biře şê’re ẍeramîyeyman dest kewt ke lenaw şi’re farsîyekanda leçap dirawe bêguman em core tebe’e ebê be hezaran şi’rî tirî bibê ba dest êmeyş nekewtibê xo le sine û seqiz û le lapeřey beyazekana mawetewe ke azoxey paşeřojî edebî kurdîye!.
bełê, mecdî řût tê aka û ełê: yarî min:
lepaşa řû ekate yarî û ełê:
aya cînas û tişbîh leme cwantir ebê ke mecdî kirdûyetî?! aya nabînî be çe core wirdekarîyek hênawye bałay diłxiwazî kirduwe be nemam û zułfî belawlaw? aşnayetî lebeynî nemam û lewlaw û zułifda řastî û pya ałan bê, lawlaw çon be şûła enałêt, zułfî emîş bew core be nemamî bała ya aławe. dîsan aşnayetî lebeyn wişey «lewlaw» ke lawlawe legeł «lewlawe» ke ewlay řûmetyetî, çonî řêk xistuwe?. «peykan» ke tîre «pêkan» ke engawtine «bêgane» ke bêcge le xizme - hemûy her yeke be me’nay xoy honîwetewe!.
şi’rî sêhem ẍemzey yarî kirduwe be tîr bo leşî xoy, bełam ełê sersam mam çe xwên û çe cergêkim bû? ebwayê ew tîre k hat xwênî biřjanmaye û cergîşî bibirjanmaye! ke çî ne xwên řija û ne ceřg birja, gyanim sext bû!.
seyrêkî sê’rî çwarem nakey? ke çe řêkupêkîyekî lebeyn «beyn» ke «mawe» ye û «bên» ke «bo» ye, hem «hênan» e dirust kirduwe?. şê’rî pêncem çend piř me’na û wirde le katêka ke basî «lêw» eka. ełê: yaqût ke lenaw «kan» da eybînî ew yaqût nîye, bełkû ewe «kan» eke, ke lêwî sûrî toy çawpêkewt ewende bexêłî û řijdî bew lêwet bird diłî girsa û bû be yaqdit!.
em biře şi’rey mecdî nimûneyêke bo hezaran şi’rî tirî le kurdîda, û tenha bem şi’raney etwanîn payey em şi’reman le meydanî edebyatî kurdîda bênîne dest.
baskirdinî mecdî lêreda leber ew nebû ke şa’rêkî kurde û be zimanî farsî şi’rî wituwe, eger beşwên em core kesaneda bisûřînewe - ke beẍeyrî zimanî farsî şi’rî wituwe, eger beşwên em core kesaneda bisûřînewe - ke beẍeyrî zimanî xoyan şi’ryan witbê - her tenha nawekanyan lapeřey çend kitêbyan ewê! bełkû her tenya leber eweye ke le meydanî belaẍetî kurdîda meydandarî kirduwe. ewende hebû êste ême lem biře şê’re zyatirman des nekewt.
dîwanî şi’re farsîyekey le sałî 1911 le «taran» bo keşey yekem le çap dirawe. em biře şi’reyş her lew dîwanedaye.
têbînî:
lelayen erdełan û xakî erdełanewe, em qisaney xwarewe heye: «erdełan wiłatêke le wiłatî fars, le şîmalewe pałî dawe be azerbaycanewe, le cinûbewe be luřistan, le řojełatewe be ’êraqî ’ecemewe. panayîyekey nizîkey 647 hezar kîlometrî çwargoşeye. şwênekey meger le hendê wexta egîna wişke û be kełkî kiştukał naye. ew toze kiştukałeş meger le hendê şîw û doła nebê. bêşełanî zore, betaybetî beřû. řûbarêkî zorî têdaye, le şîmalewe řûbarî «qizełwezan» ke eřjête deryay xezerewe. le naweřastî em wiłateda hendê řûbarî tir heye wekû řûbarî «sîrwan» û řûbarî «cab» ke şan be şanî «dyale» eřon le cinûbîşewe hendê řûbarî tir heye eçne «kerxe»we.
leber ewe gelê le danîştiwanî em wiłatî erdełane kurdin, gelê car be wiłateke ewtirê «kurdistanî fars» ya wiłatî kurdî xorhełat. danerî serguzşitî çerxekanî naweřast nawî erdełanî nehênawe, bełkû em nawe her bo çerxekanî taze eçêtewe. şarekey «seḧna» ye ke pêy ełên «senna» ew şwêne şwênî emîrî gewrey kurde ke pêy ełên walî. «da’re alim’arf aslamî/ bergî 1 lapeřey 589».
«şerefname» lapeřey 117 çapî mîsir ełê: em erdełanîyane ḧukmifermakanî wiłatî «dyarbekir» û le netewey «yinayr eḧmed» kuřî meřwanin. «baba erdełan» nawî pyawêk bû maweyêk lenaw gořanekana danîştuwe, le axir û oxrî dewłetî çengîzîyekana desełatî beser wiłatî şarezûra peya kird û be jîrî xoy hemû ew wiłatey xiste jêr des. lepaş maweyêk ḧukmiřanî mird û «kułoł»y kuřî bû be ḧakmî wiłateke, îtir be sere pya dête xwarew.
mamosta şêx muḧemmed «ayetołłay kurdistanî» le jimare 24 řojnamey «kuhistan»y taranîda ełê: erdełan cem’î farsîy «ٲridil». em zencîreye eçnewe ser «qibad ٲridil «ke «babe ٲridil» yişyan pê wituwe. babe ardel newey «xesrew «buwe ke «meru «le dewrî ebumuslîmî xurasanîda binemałey damezranduwe. qubad ardeł le 137y hîcrî le dewrî «sifaḧ abwali’bas ’ibdalle ’ibasî» legeł pyawekanî xoya le «meru» ewe eçin bo «kurdistan» û wirde wirde nawbang peyda eka û ebê be ḧukmiranî «mûsił «û «dyarbekir» zorî pê naçêt destî le êş eşkênrêtewe û legeł hendê le jêrdestekanî xoya řû ekate şarezûr. le sałî 654 hîcrî binemałey «erdełan» le dewrûberî «şarezûr» ḧikûmetyan hebuwe û «qełay zełim» yan dirust kirduwe û kirdûyane be şwênî xoyan û hemû şarezûr da’egirin. «piłingan» - ke şwênî kelhuř û gořan buwe - ewîş dagîr eken, lewêşa qełayêkî qaym dîsan dirust eken, paşmaweyêkî qełake û derwazeyêkî berdîn êsteş her mawe. mawey 42 sał le dewrûberî «piłingan» da ḧukmiřanîyekey zor be desełatyan kirduwe. «şarbajêř» ke êste sułeymanî pê ełên, dagîryan kirduwe û «’imadye»şyan hênawete jêr řikêf... «îtir bem core pya dête xwarewe.
demawdem le kurdewarîda şitêkî tir heye wekû efsane waye, ełên: ser zencîrey em erdełanîyane «xesrew» nawêk bû ke serdarî «yezdigurd» axir padşay sasanî buwe û xizmîşî buwe. ke lişkirî ’ereb le 721y mîladî împiraturîyetî sasanî leber yek hełweşan, leşkerekey yezdigurd tarumar bû. yezdigurd xoy be tenha hełhat, xesrewîş be taqe pyawe tefrutuna bû. «merwey becê hêşt û xoy gořî û be derbederî bemlaw bewlada esûřayewe. le axra řêy kewte aşêk û bû be aşewan, bem core xoy le dest leşkerî ’ereb řizgar kird û le aşekeda serlenwê mał û xêzanêkî pêkewe na û bebê naw nîşan danîş, ta le 759y mîladîda le dewrî «abwali’bas»y ’ebasîda le netewey em xeserewe «qubad» nawêk hełkewt û xoy geyande leşkerî ebûmuslîmî xurasanî, lewêda wirde wirde serkewt û le «meru»ewe xoy geyande kurdistan û lewêda řoj be řoj her deng û nawî zyadî ekird û le wiłatî «mûsił» û «dyarbekir» bû be ḧukmiřan û lepaşa ekewête wiłatî «şarezûr» û «piłingan» û le ebûmuslîm cya ebêtewe, înca binemałeke naw nirawete «erdełan». be lêkdaneweyêkî kurdî em nawe ebê le «ard- lane» we hatbê, wate «lan» bemana «lane - hêlane» yanê «ard-lane», wate ardawî û tozayî be corêkî wa ke małî ew buwe be ard, wirde wirde «lam»eke le witna zil kirawetewe buwe be «ardełan» û nîsbetî binemałekem bem core peyda buwe. lepaşa desełatyan senduwe bûn be ḧukmiřanî kurdistan. le pêşa le «zełim» înca le «pałingan» fermanřewayîyan kirduwe. le «1326»y mîladî «emîr ḧesen xan» çwarem emîrî erdełan «ḧesen awa» û qełakey dirust kird û gwastîyanewe ewê, lepaşan îtir şarî sineyan kirduwe be şwênî ḧukmiřanîyyan ta dwayîyan hatuwe 31 kes le erdełana ḧukmî kirduwe sereta le 1207y mîladî le «kołoł beg»ewe damezrawe û le 1867 le «ẍułamşaxan»ewe wîlayetî 660 sałey erdełan kujawetewe