salimî sine

(1845 - 1909)
Li pirtûka:
Mêjûy Edebî Kurdî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 15 Xulek  1126 Dîtin

hawřazî awaz sozî berbeyan, beyadî pîrî destey ’ewdałan, carcar tirîfey mang û mangeşew, le say sehena pyaw dekate xew, ewyan beřayeł şêxanî dana, emyan le bênî kîjî serbana, le baẍçeseray şi’irda nemamî binemałey merdoxî, le deryay bê binî edebda melewanî ser řoxî, gahê meftûn buwe be çawî çawkałan, paşan geřawetewe lay şêxan bermałan.

xawenî em şoyne nawî «selîmKes» û kuřî şêx eḧmedî تەختەیییە û eçnewe serşêx mistefay texte û lebnemałey «merdoxî» n . merdoxîyekan betaybetî le şêx mistefa be dwawe bêşkey ’îlim û xanedanî pyawî bûn. le sineda pyawî wekû «şêx qesîmKes» y mamosta «mewlana xalîdKes» û wekû «şêx cesîm, şêx wesîmKes» û «şêx qadrî mihacîrKes» lem bine małeyeda bûn û řewřewey ’îlîmyan be destewe buwe. herweha «şêx eḧmed» y kuřî «şêx qesîm» lemane buwe ke le «1750» y mîladîda çuwete be ẍida û xêzanî «sinewî «yekanî lewê damezranduwe. le duruberî sedey yazdehemî hîcrîda hendêkîşyan çûnete şarî «qeredaẍCih», lewanîş binemałeyekî ’îlmî lewê bincî dakutawe. dîsan emane pelyan hawîştuwe bo şam û lewêş weçeyan xistuwetewe.

şêx selîm le sałî «1845» le gundî «texteCih» hatuwete dunyawe. lelay bawkî seretay xoyndinî dest pê kirduwe. le farsî û ’erebî maweyekî baş řoyştuwe. le «1859» da be suxteyetî çuwete «sine» le mizgewtekanî ewêda geřawe. le «1864» da ke «sîwtî» xoynduwe - çuwete medresey «byare»Cih lewêwe geřawtewe bo merîwan û bo sine. le «1866» da le sine le «medersey ḧacî mamustay nodşî» seretay «şirḧ ’iqa’idNava taybet» dest pi’ eka. ta «mixtsirNava taybet» y teftazayş exoynê her lewê ebê. le 1869benawbangî mela ’ebdułłay pîrebabewe eçê bo «sabłaxCih», lewê sereta lelay mela řesûlî xidrecûł da’emezê. maweyek lay emênêtewe û derzî mela ’ebdułłay dest nakewê. le «1871» da egeřêtewe bo sine, lepaş sałêk serlenwê beser seqiz û baneda eçêtewe bo sabłax.

em care derzî mela ’ebdułłay ber’ekewê. le «1874» da îcazey ’îlmî le kin ew wer’egrêt û egeřêtewe bo sine, lew mizgewte - ke êsteş her pêy ełên mizgewtî şêx selîm û kewtuwete řujawî şarekewe - ebê be mudeřřîs û dest eka be derz witnewe. lepaş sê sał îcazey terîqetîş le şêx ’umerî byare wer’egrêt û ebê be xelîfeşî.

be dû bara dest eka be biławkirdinewe şerî’it û terîqet, bew core emênêtewe ta le «1909» da le temenî 64sałîda her le sine koçî dwayî eka û le mizgewtekey xoy enêjrê û gumezêkî be serwe egrê. şêx selîm pyawêkî myan bałay goştin buwe. řûmetî pan û çaw kejeł buwe, dem û lûtî biçûk û barîk buwe, řîşî top û danedaney řeşî têda mabû, simêłekanî ser řîşî egirtewe. le cilubergida diłteř buwe, mêzerî sipî kurdaney leser nawe.

kewa û sełtey cwanî leber ekird le geł cubeda, be zistanan ’ebay leserewe leber ekird. pyawêkî hêmin û leserxo buwe, dem be pêkenîn û nukteçî buwe. ḧezî be mîwan zor kirduwe, le qise kirdinda dane dane qisey ekird. le «sirfErebî» û «liẍةErebî» û «’iruzErebî» û «kilamErebî» û ’eřebîyetda destêkî başî hebuwe.

şarezay tefsîr buwe, «mintiqErebî» û «ryazyatErebî» y zor xoş lê nehatuwe. leber ewe zor pabendî terîqet bû, lem layenewe legeł ’almekanî sineda zor řê ne’ekewt; bełam leber çaw hendêkyan û řemekî merdimewe îcgar řêz lê gîraw û be gewryan zanîwe. tenanet em qiseye le begzadekanî hewramîyewe egêřnewe. ełên: eyanut: «şêx ’umer pyawî gewren, welî şêx selîm çîwê teren» şêx selîm ke řayełî me’newîyatî şêxî tewêłe eyxane gemendî ’eşqî terîqetewe agirêk le diłya kiłpe estênî, biłêsey bo derewey leşî. be çî? we boçî bitenêtewe?

destikird nîşaney berzî û nizlî dirustikerekeye. peresendinî dahênan û şitî taze dahatûy şwênêk le şwênêkî tirda nîşaney têgeyştiwêtî, ya nazîrekye merdimî em şwêneye ke şitekey dahênawe. herweha kemî û zorî xerman le towêkî kem nîşaney biřiştî zewîyekeye!.

ca her yek lemane pêwîste aletêkî bibê ke şitekey pê bixate řû. her baweřêkîş ke le diła bû aletê ke derî bîřê û be merdimî nîşan bida zimane; le zimanewe bo qełem bo ew merdimî tir ya qewmî tir lêy têbgen û bizanin payey edebyatî geyştuwete koy we fîkirî bo kwê çuwe û ałare be çe hest û şi’ûrêkewe ke bawe?

emane ke zanra be bê girê û qorit payey qewmeke, ’eqłîyetî nawçeke û derametî şaroy fîkiryan dête dest. her leber emeye ke perdey jyan û perdey bîrî şa’ir û edîbêk ebête perdey sînema, ya řomanêk hałuhewałî ew dewrete pîşan eda wibot egêřêtewe.

ca leber emane şêx selîm hat wîstî kiłpe û biłêsey diłî bixate qałbî şi’rewe û derî biřê û bîrî xoy pîşanî ẍeyrî xoy bida.

ke kewte ser em baweřhênay le pêşa «salimNasnava edebî» y kird be nawî şi’rî û destî kird be şi’ir witin. salim her çende şi’rîşî zor buwe, dîwanekey her ko nekirawetewe. ewende heye beşî zorî le şi’rekanî řêçkey tesûfyan girtuwe. bełam newek tesewwifî felsefî, be łikû tesewwifê ke bîrî le şêxêkî taybetî kirdibêtewe; bîrî lewe kirdibêtewe lay wabê şêx tenha ew şêxeye û şi’rîş her bo ew danrabê, ya her bewe biłên şi’irke be bałay ew şêxeda butrê!. bew bonewe îme bo nimûne dû biře şi’rî «salim» lem şwêneda exeyne pêş çaw, le paş derbiřînî kirokî şi’rekan dêyne ser nirxî em şi’rane û basî ew çadre ke lew dewreda beser ew komełeda hełdirawe.

salim lebasî ḧîkmetda dête qise û ełê:

zehrî mare ’eyşî dunya le řêdaye memat
ehlî dił bo xatîme heye mebhût wimat
ten le nuqsanî cîhana weqtî îmkan wimekan
merkezî derde lebeynî şeşderî hat wine hat
řoḧî lahûtî kezîndanî tenî nasûtîye
lem qefezxaney heyûlaye deka ’ezmî necat
çun ḧezîrey qûs û tecrîdey meqam wimenşe
arezûy perwazye bo ewcî mafewqî cîhat

elê: jyanî dunya çunke mirdinî le dwaye zehrî mare, bełam ewaney ke çakin û şwên me’newîyat kewtûn leber ewe ke katî gyanderçûn wextêkî girane- pyaw nazanê be îmanewe emrê ya ba bê îman? - her le pejaredan. hemû şitêk keştî pê biłên witarmayyêkî bibê şeş lay heye, pêş, paş, lay řast, lay çep, ser û jêr. leşî admîzadiş dyare şite wişwênêk le hwada dagîr eka. ca em leşe leber natewawî dewruberekey - çunke dewruberekeşî wekû xoy her řû le nebûnî ekatewe - lew kateda ke dête dunyaw, wişwênêk bo xoy le hewada terxan eka her lew wextewe ebê be merkezî derd wibeła lebeyn em şeş derî řêy hatunehateda, ke em karwanî hatne dunya û çûne dereweyetî.

řoḧî lahûtî - ke gyane - lahutîye, çunke piřîşkêke le nûrî řûnakî pakî xwa, wekû çon nûrî pakî xwa agadare beser hemû mewcûdatêka, em piřîşkeş eger her bew pakîye bihêłrîtewe û naşîrîn nekirê be têkławkirdinî be kirdewey xirape agadar ebê beser hemû şitêkda _wekû řoḧî hendê pyawçakan ke em kirdeweye heye-ca’ełî: ew řoḧe ke ekewête em zîndanî leşewe leber ewe ke le cewherda pêçe waney yekin, wekû melêk ke le qefezda bê, emîş pele pelî eweyetî lem qefezî leşeda - ke maddey yekemîne - bifřît û řizgarî bibê û le koł hemû şitêk bibêtewe. em řoḧe leber ewe «qedeẍe» y baregay qudsîyet - ew qedeẍe û baregaye ke řûte le hemû îmkanîyatêk - şwên û cêgeyetî. hemû demê arzûy ewe eka ke bifřêtewe bo ewê û bikewête jûr ew ’alemewe ke ewîş dîsan be îmkanîyat şeşderî gîrawe û her qabîlî tyaçûne, bo ewe bikewête ’alemêkewe ke tyaçûn wifewtan lewêda nîye........

şêx «’imir زیاالدینKes»y tewêłe perdeyekî me’newî ekêşê beser salimda, salim beranber bem şêxey xoy bîrubaweřî lem biře şi’rey xwareweda der’ebřê û ełê:

pîrî siddîqî terîqî û tacî faroqî leser
warîsî ’usman «zwalnurînErebî» û keřřařî sebat
řoḧî şîrînim le dewrî qedî şimşadit geřê
ta tesedûq bê le bo ředdî hemû derd û bełat
xałî hînd û zułfî çîn û řomîy řûy řûmet
wan le qebzey qehrî şimşêrî biroy ceng azmat
çawî mestit çun le herla merdimî dił birduwe
bê diłan bo dił, le herla bê teḧaşa dênelat
hernêgahê seyqelêke bo misî piřjengî dił
beł tełay xalîs debêtin, mis be eksîrî nîgat
gyan fîday guftarî şîrînit ke ’eynî ḧîkmete
keşfî esrarî terîqet ḧe lilî kunhî muşkîlat
dił be qurbanî nîgay «qilb al’yanErebî» y karî to
wadekatin qa’îdey ḧîkmet betałî wa sebat
qametî zîbay qyamet xêzî to bê bibřê řê
meḧeşrê berpa deka, bo serxuşî cewr û cefat
karnamey xas adabî terîqî bendegît
muntîcî «ḧiq alîqînErebî» qet’î ’elaqey mumkînat
feyselî «ḧiq alîqînErebî», «fizil alxtabErebî» ’arfan
tercumanî sîrřî ayatî delalet mu’cîzat
bêne meydanî sedaqet «salimaNasnava edebî», qelbî «selîm»
tamuşeřřef bê beyumnî dewłetî bîrî xudat

salim wîstûyetî řewştî leqebî her çwar xelîfe be telmîḧ le şêxekey xoyda ko bikatewe, şêxekey «’umer» y naw buwe ełê:

le řastigoyîda wekû «ebûbekirî siddîqKes», nawî ’umer û leqebî «faruq» kirduwe betacî serî, buwe be mîrat girî şêx wesmanî bawkî-ke îşarey be «’isman zî alnurînKes» pê kirduwe - le xoragirtinîşa le beranber nefsewe wekû ḧeyderî keřřaře -ke «’elî» ye - herweha şêx ’elî tewêłeşî mebeste. le her yek lemane toze řewştêkî wergirtuwe!. sitayşî demuçawî eka dełê:

xałekanit le řeşîda wekû hîndî wane, zułfîşt çîn çîne, řûmetî sipît wekû řomî. emane hemû kewtûnete berpelî ew biroyanet ke wekû şimşêr wane wi’amadey cengin!. çawî xumarit le ber ewe ke le her layekewe diłî merdimî birduwe, bê diłan çaryan nîye le hemû şwênêkewe dên bolat, her temaşayek ke eykeyt mişt û małêke bo ew diłe ke wekû misî jeng hełênaw waye, newek her ewnde, bełkû ew temaşakirdinet ke eksîre, eger bikewête ser mis ebê be ałtûnêkî xawên....... «fîsil» leqebî ’umerî kuřî xettab buwe, ye’nî çak û xirap cya ekatewe. ca ew kese cyakereweyekî řasteqîneye û qisey zanayan cya ekatewe. herweha tercumane bo nihênî ew ayetane ke heryeke bo xoyan mu’cîzeyekin. ’umerî fařuq emaney hemû le barda buwe, be «fîsil ’imirErebî» û be «fisil alxtabErebî» îşarey be xettabî bawkî ’umer kirduwe. salim wîstûyetî bem sitayşî ’umerî faroq îşareyekîş bika be ’umerî şêxî xoy wibem core wirdekarîyane go, mebestekey xoy pêk hênawe. lêreda emey kirduwe ke çî xałî hînd û zułfî çîn çîne û řomî řûme tîşye her bo wituwe!

salim be parçe şi’rî yekemînî, qapîykey wirdekarî ḧîkmetî xistote sergazî pişt; ew ḧîkmete ke pê ełên «alhyatErebî» beřastî le îlahîyatda řoçuwe. be kurtî

le wirdekarî ’îlmî ke lem dwawe; lew ’îlmî dwawe ke be hezaran feylesûfî ’alemî îslamî le goşey eşkewtana lêy dwawin û negeyştûnete encam!.....

bełê, negeyştûnete encam, bełam ’alme wirdekarekan, ew ’almane ke xizmetî ademîzadyan xiste serşanî xoyan le «hîwla» û le «ciz layticzîErebî» û le «niqsan cihat» - ke nebûnî bo şayîye lem kewneda - geyştine şwênêk ke le zanînî kemêk le ḧeqayqî emane pey be «hîdrojin û nihênîyekanî kewn, telefzêwin wihêzî elkitrîk» berin û pêyêkîş bawêjne ew dîwî hewr û pişt pirdey xeyałatewe.

her ewendey lê têgeyştin. ewan le’ewende têgeyştin, bełam hînekanî îme - ewaney em axreman le paş ewe ke ’îlmekan kewte dest awrûpayyekan, tenya řîzkirdinî wişekan bo ewan û bo îme mayewe. îtir bebê ewe be tefkîrêkî wirdewe seyrî ewe bikeyn ke biłêyn «ribna ma xilqit hiza batlaErebî» ewende heye o bałeke naçête estoy ewan, bełkû eçête estoy yasa û zincîrey firmanî ḧikûmetekan. ewane ferd-takêk -bûn lew komełe ke ḧikûmetekey lê dirust kirawe, takêkî hejarî bê malêş ke ḧikûmet neyet xizmetî fîkirekey neka û hanehanay neda bo ewe ke be kirdewe bête berhem. berdêk lekanî ałtûnî lê dêt ke bikewête dest mindałan û wekû berdî řoxî çem gemey pê biken, nirxekey tenha nirxî berdêkî naw kołanî lê dêt!.... bo parçey dûhemîş şa’ir wi’edîb le ber ewe awêney komełn, eger te’bîr lehemû şi’ûrî ew komełe nedenewe -ketyaya ejîn -te’bîr le beşêkî zoryan ewende; çunke diłî ewan temaşay řewştî komełeke eka û çawyan lew perdeyeye ke beser ewana kêşrawe. ewende heye ewan natwanin bîxene şirîtî qisewe, eman etwanin. ca eger bem me’naye me’na le edîb û şa’ir bideynewe, ew řewşte û ew ’en’enate ke le dewrî salimda buwe, hemûyman wekû şirîtekanî sînema dêtewe berçaw; eweman dêtewe berçaw ke yeke amancî berzî ew qewme ewe buwe ke şêx be xałî hênd û zułfî çîn çîn û řûmetî řomîyewe layek lew qewme bikatewe bo ewe be şimşêrî biroy şeytanî nefis bikujê û merdimeke bixate ’alemêkî řoḧanî wehawe ke kes le seyrî têrnabê!...

xo xerîk kirdin bem qisanewe - ke îş be qise pêk nayê - ewpeřî kameranî buwe. emane lebarî řewştî komełekeda, le babet şa’ir xoyşyewe dyare belaẍet lew serdemeda ewe buwe ke wişey zil zilî ’erebî têkław be zimanêkî wekû zimanî kurdî bikirêt bo ewe eger kurdêkî nîmçe xwêndewar, ya nexwêndewarêk gwêy le şi’rekan bû, teqey serî bêt wihîçî lê tê nega!... emeşyan dîsan her bo řewştî komełe egeřîtewe. ewî tenha perdey şa’ir xoyman pîşan bida eweye ke edeybêkî baş buwe le ’erebîda twanîwyetî bew hoyewe şi’rekanî xoy swar bika!