mewlewî

(1806-1882)
Li pirtûka:
Mêjûy Edebî Kurdî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 44 Xulek  3897 Dîtin
ziřey zayełey dûkançey demax
neydatewe dił eka ax û dax
pêşengî karwan qetarey şewnim
leber beyanda eřjênê nim nim!

«seccadîKes»

xame şeq werden, dem mekerdewe
zar zar menało we dem derdewe
no pa şiksitey berd herdey derd
çem kor meynet, ten laẍir, řeng zerd!

«mewlewîKes»

pîrî beřastî şa’ran, serdifterî xoş peykerî edîban, bade noşî xanedanî tawekozî, arayşderî berebabî şahoy, pêẍemberî şi’rî sehey řaburdû, şořişgêřî baweřî taze û no. şeyda be nûrî pakî yezdan, meftûn be sozî nałey derwêşan, pêşengî karwanî duřnasan, xerqe poşî ahengî meynoşan. melewanî deryay bîrtîjî, şořeswarî saray nuktebêjî. diłî řûnak buwe be řûnakî xawenî cîhan, zimanî goya buwe be dengî firîştey asman. şabazî xeyałî her deme le mêrẍuzarêka bonî gułêkî kirduwe, demê be sozî pîrî pîran û nałe nałî cergî derwêşan, demê be deřbiřînî gewherî nukte be yadî nyazî azîzan, demê be basî řiştinî awî şetawan û hajehajî tavgekan. ke wa bû mewlewî hem xoşxiwanî ḧeqperistî buwe, hem newaxwanî bezmî sermestî!.

şa’rî berzî asmanî kurdewarî «mewlewî» nawî «’ibdalirḧîmKes» û kuřî «melase’îdKes» e. be şeş pişt eçêtewe ser «mela’ebûbekirî musennîfKes» xawenî kitêbî «aluzuḧErebî» û le binemałey «pîr xidrî şaho» ye. «melayosficanKes» - ke yekêk buwe le netewekanî mela ebûbekir - le «çoř» y merîwanewe çuwete «tawegozCih» y cwanřo û away kirduwetewe û tyaya danîştuwe. ew şwêne kanî û serawêk buwe bê awedanî, darî «tawigNava taybet» û «gwêz» y lê buwe. lepaşa dêyeke her bew nawewe nawbang estênê û le witnida bo sûkî ebê be «tawegoz».

le sałî «1806» y mîladî le «tawegoz» hatuwete dunyawe, seretay xwêndinî lelay bawkî dest pêkirduwe, ke çuwete feqyetî be suxteyetî le medirsey «nodşeCih» da buwe, lewêwe çuwe bo «merîwanCih», maweyekî baş le «çorCih» û le «neneCih» buwe, lewêşewe çuwe bo sine le mizgewtî «wezîr» çend mangêk mawetewe, lewêwe çuwe bo «bane».

geřawetewe bo «suleymanîCih» le medresey «şêx marfî nodêyîNava taybet» le mizgewetî gewre. lewêwe eçê bo «hełebceCih» le «medresey şêx ewłay xerpanî» maweyek emênêtewe. lem wexteda «mela’eḧmedî notşî» kuřî «meła ewřeḧmanî notşî» yeke muste’îdî şêx ewłay xerpanî ebê û deme demî îcaze wergirtinî ebê. hendêk ełên le coşî îcazewergirtinî mela eḧmedda em, çuwete hełebce û lew wexteda em «kimal» y xwênduwe belay «melasadiqKes» tewêłeyîyewe - ke ewîş her muste’îdî şêx ewła buwe û tewawî kirduwe û leber bê cêgeyî hêşta îcazey wernegirtuwe - lepaş maweyek leber pêşhatêkî xêzanî xwêndinekey pekî ekewê û hełebce becê dêłê.

dû sałêk bem bê xwêndinye emênêtewe û lepaşa tê heł’eçêtewe. be medreskanî ew naweda esûřêtewe û lepaş emane eçê bo cwanřo bolay «qazî» cwanřo û maweyekî baş lewê emênêtewe, serêkîşî le «pawe» dawe, bełam nazanrê aya bo xwêndin çuwe ya her be karwan řêy tê kewtuwe?. le «1839» da le dewrî «řeza qulî xan» kuřî xesrewxanî walîda bo carî dûyem eçêtewe bo «sineCih» û em carey zor emênêtewe, le axirda le mizgewtî «daralaḧsanCih» da’emezrê û lekin «ḧacî mela eḧmedî notşî» - ke lem dwayîyeda muftî sine ebê derz exwênê.

lew serdemeda ke le sine ebê dengî awazî řoḧ efzay şi’rî mewlewî le taqçey dîwexanî xewanîn û pyaw maqûłanî sineda deng edatewe, mewlewî ebê be bulbulî hemû dîwexanê, ya hemû dîwexanê ebê be perwaney mewlewî!. herweha lew maweda pyawî wek «mela’bidûłłay dişeyî» û «seyd ’ebdul’erîzî kelcî» yî pê egeyenê bo ewe le paşeřoja yekemyan bibê be muftî û dûyemyan be şêxul’îslamî sine.

mewlewî bem core le sineda řay’ebwêrê ta le «1841» da îcazey tedrîs le ḧacî mela eḧmedî notşî wer’egrê. legeł ew hemû řêze ke lêyan girtuwe legeł ew hemû teqalaye ke legełyanda we bo ewe her le sine danîşê, gîr nebuwe û řastewřast geřawetewe bo wiłatî xoy û zor be ḧurmetewe řewaneyan kirduwetewe. ke hatuwetewe ewende gîr nebuwe, sozî řayełî me’newîyatî «şêx wesmanî tewêłe» řay’ekêşênê bolay xoy, lewê ebê be dawî terîqetewe, yaxud ebê be perwaney peř û bał sûtawî dewrî «sirac aldînErebî» ya be bulbulî tînûw be ’etrî gułî «sirac aldînErebî» û ebê be xilîfeşî. înca eçête dêy «çuřistane», lewê da’enîşê û tedrîs eka, bełam em tidrîsey ta ser nebuwe, çunke sewday terîqet le kełkî ewey xist ke bitwanê pêbendî tedrîs bê. lepaş çořistane eçête «bêjaweCih» û lewêşewe eçête «byawêłeCih». lepaşa lewêş małî barî kirduwe, çuwete dêy «serşateCih» le pişt qełay şemêranewe leser sîrwan ełên: be karwan carêkî tir řêy kewtuwetewe suleymanî. le herlayê lem şwênane bûbêt her pepûley «sirac aldînErebî» buwe, ta le «1882» da be 15 sał dway sîraceddîn her le serşate le temenî 76 sałîda koçî dwayî kirduwe û lewêş nêjrawe. gořekey cêy řaz û nyazî xembaran û diłsûtawane.

hoy mirdinekeşî ewe buwe swar espêk ebê û eçê bo «pirîsCih» pyawêk ciłewî espekey řa’ekêşê ewîş çawî kwêr buwe, ke egene deştî berdemî «hanesûre» dartûyek lewêda buwe. mewlewî le zemanî çawsaẍîda şarezay buwe, be pyawekey wituwe ke geyştîne bin dareke pêm biłê ba piştim danewênim çunke xoy neybînîwe - ke egene ewê pyawe pêy ełê, ewîş piştî da’enwênê û hêşta lêy têper nabin, lay wa ebê lejêrî derçûn, pişt berz ekatewe û liqî dartuweke lepşitî gîr ebê û wełaxekeş be guř eřwa û piştî eşkê, îtir em pişt şikane ebête hoy mirdinî.

mewlewî pyawêkî myane bała û zorîş lawaz nebuwe, řîşêkî tenkî hebuwe, dû çawî geşî dirêj karî pêwe buwe, hendê car mêzerî sipî kurdane û hendê carîş camedaney ebestibe serewe. hemû demê xerqeyekî be řengî sewz sewz kirawî awełdamenî leber kirduwe. gałokêkîşî egirt be destewe, qisekanî leser xo û piř me’na buwe, car car sozêkîşî buwe wekû te’bîr le nihênî tesewuf ya kewn bidatewe. be çen sałêkî kem lepêş mirdinya ew çawe cwananey ke dîmenî tebî’et û «sirac aldînErebî» û «xatû’enber» y pê ebînî kwêrbûn, ewendey tir sozî geyşte asman.

mewlewî le dewrî feqyetîda - wekû le axirdewrya - zor pabendî xaneqay «tewêłe» buwe, ew xaneqaye be hatuçûkirdinî hemû tîreyek wekû pûrey heng wa buwe, le «hîndî» û «ewẍanî» û le kesanî tirîş. ew ewẍanîyane ke le çuřistane bûn û lepaşa bûn be xizmî mewlewî ewanîş hatuçûy şêx wesmanyan kirduwe, sereta ke aşna ebin be mela ’ebduřřeḧîmKes le zemanî feqyetîda temaşa eken em pyawe le terzî jyan û řabuwardinya derwêşî û xwanasî û ’îlim edrewşêtewe, ewẍanîyekan leser řewştî lay xoyan ke bem core kesanyan wituwe «mewlewî» - nawî eben be mewlewî. wirde wirde ew nawey le xaneqay şêxî sîraceddîn û wiłatî murîdekanya bo biław ebêtewe. dakewtinî nawî mewlewî bo «mela’ebduřřeḧîm» lesertada bem core buwe.

ke le «1858» dîsan be fermanî şêx sîraceddîn lelay «walî» eçêtewe bo sine. walî ẍułam şaxan temaşa eka dengî şi’rî mewlewî zengêke û deng edatewe, badenoşanî nasûtî le xerqepoşanî lahûtî hîç cya nakatewe. bêcge lemeş pyawêkî řêz lê gîraw û ser be şêx wesmanî tewêłeye, le layekewe qisezanî û edebî mewlewî xoy, le layekewe şwên agirdanî şêx wesman, lelayekî tirewe zewqî edebî ẍułam şaxan, emane hemû ekene karê ke walî encumenêkî taybetî le edîb û ’ulema û pyawmaqûł û mîrzakanî sine pêkewe enê, be şerbet xorîyekî şahane nawî mewlewî - ke ta ew wexte ẍeyre řesmî buwe boy - eka be leqebêkî řesmî bo «mela ’ebduřřeḧîmî tawegozîKes».

mewlewî ke le çuřistane buwe, lew serdemeda çend małêkî ewẍanî lewê bûn «xatû’enberKes» - ke beşêke le hełqułînî serçawey şi’rî mewlewî- lew ewẍanîyane buwe, kirdûye be hawserî jyanî xoyî. lem xatû’enbere çwar kuřî buwe: «şêx muḧemmed, şêx eḧmed, şê ximeḧmûd, seyîd ’ebdułłaKes» le jinêkî tirîşî sê kuřî tirî buwe: «seyîdhadî, seyîd ḧesen, seyîd ḧuseynKes» bêcge le seyîd ’ebdułła ewanî tir hemû le gencî û demedemî pîrîda mirdûn. seyîd ’ebdułła êste netewey heye, nexwêndewar û nîmçe xwêndiwaran. herweha birayekîşî buwe «melase’dułłaKes» y naw buwe.

mewlewî le qełay cwanřo «mełke»y şa’rî benawbangî cwanřoy çaw pêkewtuwe. karwanî beẍdayşî bû, gelê car legeł «muftî zehawîKes»da yekyan girtuwe û qisey xoşyan kirduwe.

bebê şik mewlewî beriztir şa’rî sedey nozdeyemî kurde ta em tarîxe û bigre hî pêşeweş; newek her ewende, bełkû eger berawirdî xeyałî şi’rî mewlewî legeł şa’rekanî sedey nozdeyemî ẍeyrî kurdida bikirê hemû ziman û qełemêk dan beweda enê ke fîkirî berzî mewlewî leserhemûyaneweye. nazkî xeyał, tîjî bîr, wirdî me’na, cwanî wişe û řakêşanî dił be’îbaratî řengîn û bizwandinewey telî ’atîfe meger her le dest mewlewî hatbê. yaxud meger her xatû ’enber twanîbêtî le perdeyekî nihênîyewe xoy binwênê bo mewlewî bo ewe qapî şi’rî bo bikirêtewe û bibê bew mewlewîye ke qełem le basî şi’ir û zewqîda kołe!.

ême natwanîn biłêyn mewlewî dîdenî le «mełke cwanřoyîKes» û «eḧmed begî komasîKes» kirduwe, yaxud gwêçkey be şi’rî «mela mistefay bêsaranîKes» aşna buwe, îtir lemewe serejûr buwetewe bo wirdekarî şi’ir û awedankirnewey şi’ir gelê beriztir buwe lewe ke emane pêşengî xeyałî şi’rî mewlewî bûbêtin!.

mewlewî ke be qanûnêkî tebî’î zayełey xeyałî be şinoy şew tawan, telî ’atîfey be hajey tavgey kosaran, řişêney peřey diłî be bonî çinûrî ser dyaran bûbêt, ebê çon ser sinûrî asoy xeyałî tenya lûtkey kiławey cwanřo û komasî û bêsaran bûbêt?!. mewlewîyek ke le berebeyanî cwanîyewe lejêr perdey tarîkî şewî gyařeşî behara, lew kateda ke pelewer û canewer, nasûtî û lahûtî hemû le kulane û hêlaney xoyana serxoşî pirxey nustin bin, dinya kişumat bê, perdey xamoşî dadrabêtewe, em bebê çirpe hestêt çawî bigłofê û biçête ser quley şaxêk temaşa bika wa hewayekî safe, dinya bête me, asmanêkî şîne, estêrekan le semadan, le xwarewe xuřey kanyawekan legeł şiney nesîm û xişey nermî gyakana pêşwazî dengî nihênî qudsîyetî kirdigar eken -ke têkławî hemû mewcûdatêke û mujdey ’alemêkî xoştir lem ’aleme biław ekenewe - ke biçêt û em dîmene bibînê, aya ebê çon xew berî neda û nekewête ’alemêkî me’newîyatî wehawe ke hemû şi’ûrêkî pabendî hemû aşnayekî ew nîgaristane bêt?! we le coşî kûrey derûnyewe nełê:

emşew dyaren bangim bê şermen
zayełey semtûr kellekem girmen

weyaxud nełê:

şewen xełwetin mał bê eẍyaren
ałem gişt xeften dos xewerdaren

mewlewîyek ke le demedemî zerdepeřî xorawada le řojêkî mangî «urdîbeheşt»da ser le taqçey meẍarey xeyałat derbênê û řû bikate panayî deştî saray ber kosaran [û] bibînê wa: xwanî zumřûtî lew deşteda řaxrawe, dûkançey gewherî piř cewherî gułałan xermaneyan dawe, hajey qełbezey şetawî be firawan legeł neway řoḧ efzay bulbulan têkławe, řeşmałî piř le małî wek řeş xałî gonay ałî naw desmałî diłxiwazan hełdirawe, tîşkî řoj lew dangî êwareda leser zengołî befir lew binareda wekû řengî şapeřî perî xermaney dawe, giłop giłop le diłop diłopî ew befrawe be řîze westawe, wêney bê wêney řojyan pya aławe, emane her yeke be řengê wêney dûbarey em zumřût û gułałe û řeşmałane edene dwawe.! ca ke emane bibînê û be zimanêkî nihênî pêy biłên ke wa hemûyan serçawey hełqułînî lafawî ew tebî’eten ke namûsî tebî’î te’bîryanî le perdey xeyałî ademîzada nexşanduwe. aya ebê çon diłî nekirêtewe ’alemêkî xeyałbazî wehawe ke dił û derûn û hemû şi’urêkî ademîzadî tir guławpaşî neka û çon ebê bangî serbestî tebî’et be dunyada biław nekatewe û le kangay diłêkî firawanewe nełê:

guł çun řûy azîz nezaket poşan
wefrawan çun seyl dîdey min coşan

yaxud nełê:

hay ce şinoy weş řoḧ efzay kawan
ay ce şaxey taf safî serawan

ke wa bû mewlewîyek ke eme kirdewey bûbêt û bem core aşnay badey meynoşan bûbêt çon ebê le batî dîmenî mełbend û peykerî tebî’et û nazkîy siruştî zewqî xoy şitêkî tir bûbê be heykelî qîblenmay, bo ewe be hoy ewewe be tasewe baweş be asoy şi’irda bika? bełkû mewlewî xoy pêẍemberî şi’ir û zeřingerî xeyałî şi’ir û peykertaşî asmanî berzî şi’ir buwe. mewlewî xoy serçawey awî řûnî şi’ir buwe û tînuwanî bazařî şi’ir tenya be fênkî aweke diłyan geşawetewe, newek hatbê comałî bo cogeley şi’rî ẍeyr kirdibê bo ewe le berawyana baẍçey şi’ir bexêw bika!.

bełê, mewlewî le ’en’enatî xeyałî nazkî şi’irda yadî bêsaranî û xałoy komasî kirduwe û car car qisekeyanî kirduwe be tanî awrêşmî tewnî zeř kiftî şi’rî xoy, wekû xoy ełê:

bêsaranîyen ne toy ferdî min
xem çenî xeman zû mebo sakin

weya ełê:

bułend ker meqam diłsozî řasî
tezîleş bo ferd, xałoy komasî

bełam eme ewe nageyênê ke sozî şi’rî bêsaranî ya tîşkî řûnakî şi’rî xałoy komasî, mewlewî ya sûçê le diłî mewlewîyan řakêşabête meydanî şi’rewe. mewlewîyek ke xoy xawenî ew fîkire nazke wirde bêt biłêt:

řuxsarş wextê mesqeł medo lêş
we şinoy parêz xeyał mebo řêş

yaxud biłêt:

çîn keften we řûy pêşanî çun sîm
çun zencîrey aw we şinoy nesîm

pêwîstî bewe nîye ke demaxî xoy be bonî baxçey şi’rî mela mistefayî bêsaranî û eḧmedbegî komasî çax bika!. ewende heye aya emane ebê çende gewre bûbêtin ke mewlewî be hemû xeyał berzîyewe şi’ryanî hênabê û kirdibêtî be parsengî şi’rî xoy û le kangay diłîşyewe îmanî be şi’rekanyan hênabê?!..

ewa ’ebduřřeḧîm bem core kewte koşî tebî’etî şi’rewe, çarî nemabû leber ewe serxoşî hemû meydanêk bû ta ma her nawî şi’rîy «me’dûm» bû.

înca êste serey ewe hatuwe ke basî hendê le şi’rekanî mewlewî bikeyn bo ewe mewlewîman le bazařî edebyatî kurdî û edebyatî kurdîman le diłî mewlewîda bo derkewê.

carê lepêş basekeda, mewlewî zortir le şi’rekanya nawî «azîz»y hênawe, mebestî «şêx ’ezîzî canewereyî merîwanîKes» buwe, ke dostêkî gyanî be gyanî buwe, we «xałoy komasî» ş mebestî «eḧmed begî komasîKes»ye ke hawçerxî xoy buwe.

mewlewî bebê perwa ekewête kořî felsefeçîyanewe û bîrêkî wird û fîkirêkî tîj lem kewne wird ebêtewe û lapeřey mêjûy dewran dênête berçaw, lepaşa xermanî kiştukałî kirdewey jyanî xoy le gerûy aşî namuradî da’ehařê, kitupiř ełê:

çerx her ew çerxen ta awerd û berd
des ew dest nigîn ta xatem awerd
da bezim şîrîn xusrew we hemda
cam da we ser cem, cem we ser cemda
şoretnamey nam ḧatemeş kerd tey
kerd we kase kel, kasey keley key
saqî, gerdî ard yaranî hamferd
mido ne demax asyay çep gerd
seday asyawçî meyo peyapey
asyaw xałîyen, nebeten sa dey!
herkatê zanay çerxê werdewe
çun yaran daney minîç heřdewe
be her serdeştê kiştê kiryabo
we coy çemey xem aw nedryabo
neyawabo xas daneş bew awe
layq nîn beroş bew asyawe
fîdat bûn aman sa hurker ba bê
we ser kiştida pey pey co coy mey
er sed kiştekem axir karşen
heftey axrî new beharşen
bełam beł tił tił kêşwê kero
cey axreda daney wero
ḧeyfen to mîraw ser coy bade bî
we her kes we qed kefaf dade bî
min kiştim řûzerd ham ferdanş bo
danem řûsyay ham derdanş bo

ême bo ewe tewawî cewherî em felsefey mewlewîye derkewê, naçar ebîn ke be corêkî wird û dirêj biçîne cergî şi’rekanyewe. ke wa bû ełê:

em dunyaye to eybînî û em çerxe ke berçawit ekewê zor kone, her ew çerx û dunyakeye, ewetey buwe û hênawye û birdûye, dest her ew dest nigîneye, ewetê engusîley hênawe. lêreda mewlewî şitêk dênêtewe bîr, goya engusîley «suleymanKes» pêẍember engusîley nigîne, le dest her kesêka bêt ameyyetî û hat řûy tê’eka. ca ełê: dest her ew desteye madam engusîleke her çend řoj le dest yekêkaye û wefay bo hîçyan nîye, destekan her yekin ba cyaş bin! yaxud ełê: ew nigînî şerefî pêẍemberyetîye desawdest hat ta geyşte «xatim al’enbyaErebî» ke «muḧemmed»e [sErebî] û lewêda biřayewe. înca dêt be tanupoya û ełê:

em çerx û nigîne ezanî çone? eweye ke bezmî şîrîn û xusrewî têk da, eweye ke camî cîhan nimay kuta beser cemşîda û cemşîdîşî kuta beser ’alemda û way têkław kirdin ke hîçî beser hîçewe nehêştin. cemşîd padşayekî zor konî ’ecem buwe, goya le ḧîkmet awêneyekî dirust kirduwe û nawî «camî cîhan nima» buwe, hemû qełemřewî xoy lew awêneda bînîwe!. dîsan em çerxe ew çerxe yeke «ḧatemKes»y kuřî «’ibdalle»y tayî- ke pyawêkî ’ereb buwe û le nan bideyîda nawbangî der kirduwe - le nawî bird û meger nawwinîşanî demawdem bigêřrêtewe. herweha kaseserî «keykawisKes»y kuřî «keyqubadKes»y keyanî kird be swałet û lejêr xaka řizandî. ew kelleye ke xawenî ew tace buwe wa êsteş her be şanazîyewe ełên: «tacî keyanî».

ca em felkî nahemware be hezaran hezar û be milyon milyon hawseran û newnemamanî kird be gerd û toz û day be lûtî aşî çepgerdî zemaneda û hařînî. ke çî her têrî nexwarduwe û wekû aşewan ekate ser banana û leser yek aş betał eka û ełê: were pêşewe seret hatuwe bo hařîn!. ha, her’ewendet zanî em aşe sûřêkî xwardewe û daney leşî minîşî maşîyewe û hařî!.

ebê ewe bizanît ke le her deşt û derêka her kiştukałêk kirabû, eger be cogeley serçawey mey aw nedrabû û cwan cwan danekanî bew awe têraw nebûbwe, ewe hêşta bekełkî ewe naye ke bikirêt be erûy ew aşeda!. her ademîzadêk ke lem berawî gîtyeda dête berhem ta be’awî me’rîfetî ḧeqîqî û xwanasî û dawên pakî aw nedrê witêraw ebê nabê řû bikatewe baregay yezdan û řûbeřûy muḧasebey ew bibêtewe. kewabû le dewřit geřêm, bang ke, ba cogey mey leseryek leseryek bêt bo ewe le awî me’rîfet têraw bibim û bitwanim biçme řû. bang ke ba em awî meye bêt herçende kiştukałî ’umrîşim geyştote axir û řaburdûm be wişkî řabwarduwe û axir ḧeftey beharî jyanme!. her bang ke bełkû tełe tełeyekî ahêkî têda mabê û aw bikêşê û lem axreda şîley têkewê û dan bigrê!. bexwa ḧeyfe to mîrawî ser cogeley badey ḧeqperistî û xwanasî bî û beşî hemû kes be endazey xoy bideyt, ke çî kiştukałî min eber bê nawî řû zerdî naw merdim û hawseran bê û danekey řûřeşî hawderdanî bê, řû řeş bê lelay ew kesane ke wekû min çaweřwanî destî ton û beşî ewanit dabêt û minit nahumêd kirdibê. lêreda mewlewî beheme cor řûy diłî kirde pêẍembere xoşewîstekey û em pařanewe lew buwe.

mewlewî lejêr perdey felsefe û wirdekarîda destêk bo ewdîwî perdey tebî’et diřêj eka û ełê:

zosanen wey řeng we gerdûn yawan
gincyan lûl ginîc kiłêłey kawan
bena başî burc berze dyaran
sifîdkarî kerd taqçey muẍaran
çe şîrîn zeřger heway tofî serd
goşware negoş newnemaman kerd
pey nîgay bałay nemamî bêgerd
yex ayêne girt, tem çarşêw awerd
ey meḧbûbî xas, wey benay temam
menałû pey bezim saqî û şîşe û cam
saqî bak nîyen ce serdî «dey» dey
hewa weş kero teşney noşay mey
axir sermeşqen perê peyxiwaran
wardey wiyerdey wiyardey yaran
zwanekey soz û, deskey pyałe
bikyano, řêz û řeḧmet pyałe
řeḧmet we řûy xak řistigaranda
pyałe da we dem întîzaranda
dêren ba êmeyç ney guzerewe
camê we des nîn, des weserewe

ême ebê lew baweředa bîn ke tenya fîkirî mewlewî nebê em taqçe meẍaze û telar û şanşîne dirust ka û meynoşî têda dabnê û bezmî şahane le wextî zistana bem fîkire wirdane bigêřê le dest kesî tir naye ew fîkire bo kesî tir dest nada? çunke bêcge le mewlewî kesî tir natwanê biłêt:

ewa zistan bem tof û sermaye kewte gerdûnewe û cîhanî becorê piř kird ke kiłêłey befrî kêwekan gêj û lûlyane. le paşa biłê: ew bena ke burc û barûy şwênan bendenekanî dirûst kirduwe lepaş ewe ke řengî hemûy řişt û jûr û eşkewtî lê dirûst kird, hênay taqçey meẍazekanîşî be befir geçkarî kird. yaxud ew benaye ke «burc»e û lew şwêne berzekanaye, hênay taqçey eşkewtikanî be befir geçkarî kird. ewa lêre baregayekî bo bûkêkî taze wewî diřûst kird û swarey sermay nard bo gwastinewey. dyare em bûkeş nemamî kosarane!. bełê, wa bûk xiraye řê û egwêzrêtewe. înca basî çonyetî gwastinewe û arayşî em bûke eka û ełê:

westay zeřingerî tof çend be westayetî gwarey zengołî befir û sehołî kirdibû be gwêckey nemamî bûkda û wekû goşware şořî kirdibuwe, bûk swar kira, lena kurdida ew řewşte heye ke bûk gwêzrayewe tarayekî besra edrê û awêneyekîşî exrête berdem. ca ełê:

em bûkî nemamî êmeye bo ewe bałay newnehałî xoy bibînê «sehoł»y bo kira be awêne û «em»yiş be çarşêw û dira besrya. bûk gwêzrayewe û şayî û ahenge, bełam em meḧbûbe cwaney nemame û em gerdûnîwestay benaye bo bezmî, saqî wiş şûşe û cam nałe nałyane û eyanewê yekêk em bezme bigêřê, boyeş nałe nałyane çonke emane hemûy bestûyetî kes gwêy le xuřey nabê, înca pêy ełê:

gyane wa mezane, saqî hîç bakêkî le sard û sermay řojî dey «dey mang» nîye - dey nawî mangêkî farsîye naweřast mangî zistane hîç bakêkî lewe nîye noşanoşî mey hewakey xoş eka... yaxud ełê: hîç bakêkî nîye, çonke dinya korpey gořane leser ḧałêk namênêtewe, sibey řoj xoş eka heway noşanoşî mey le kellemana deng edatewe, goya to nazanî yekêk eynêjê û yekêk eyxiwa, nazanî ke sermeşqî meyxiwaran paşmawey becêmawî řaburdûy yarane? to nazanî řaburdiwan’ewî xwardyan, xwardyan û ewî lêyan be cêma be cêma? êmeş bew çeşne ebê leser řêçkey ewan bîn!.

ax ziman bem soz û gudaz û goranîyewe, dest bem mey û bade û pyałewe, bînêrê û biřêjê řeḧmet û pyałe, biřêjê řeḧmet beser xakî mezarî ewanda ke řizgar bûn le dest çerxî çewaşe û le mezarekanyana çawenwařîy ew baranî řeḧmete eken. binêrê pyałe lebřêzekeş bîdey bedest ewanewe ke mawin û çaw le řêgen û çawî bezeyîyan biřîwete qapî lêxoşbûn. dyare lef û neşrekeş leber çawe. lepaş emane ełê:

desa kuře, direnge ba êmeş lem řêbazeda camêk bigrîn bedestewe û ser bixeyn be pişta û dest bigrîn be serewe û ta dwaçoř bîxoynewe û biçîne yaranewe.

mewlewî be sozêkî me’newîyewe řû ekate meydanî sitayş bêjanî leşularî xał xasan, lew koředa be yadî dostêkî dêrînewe badey meynoşanî dostiperweranî ḧeqîqî enête serewe, telî ’atîfey be şapeřî xoşewîstî ew dostey deng edatewe ełê:

çon çîhrey řuxsarekey wêş
ne perdey diłey «me’dûm»y diłřêş
nimana cemîn şay sosen xałan
kem kem cegoşey lay syamałan
netoy tarîkî tay şedey bêgerd
letafet çun naw ḧeyat mewc mewerd

ełê: wekû peykerî xeyałî xoy derxist!. lekwê derî xist? le goşey dewarî řeşewe!. katêk zanî awa lenaw tarîkayî şede û poşînî řeşa ke leserî ałandibû, weya zułfe řeşkanî, cwanî nazkî demuçawî wekû awî jyan lenawya şepolî edayewe.

bełam mewlewî herwa beser zarekî wenebê em sitayşey kirdibê, bełkû em şi’rane ke ême bem core xwêndimanewe û lêy têgeyştîn, gelê qûłtire lem me’naye ke bem core çuwe diłmanewe, çunke ełê:

ta em doste ke min qisey lêwe ekem dû wêney heye: yekê le derewe «alşّebeḧu alٗxarîcîّûErebî» yekê lenaw diłî minda «alşّebeḧu alzeّhinîErebî». ewî le diłimdaye destikirdî xeyałe. hênawye řastewřast peykerî řûmetî ewî dirust kiruwe û xistuyete diłî me’dûmîy dił biřîndarewe. bem qiseye ewey derxist ke xeyał wêneyekî le nimûney diłxiwaz dirust kirduwe û le diłêkî tarîka daynawe. diłeke tarîke, çunke ta êste ew wêneyey tya nebuwe ta řûnak bêt. şay sosen xałan wirde wirde le goşey syamałanewe - ke diłyetî - wêney nawçewanî derkewt wekû çon le nakaw le tarîkî şewda řoj gizing bida hêdî hêdî şeweke eka be řoj, emîş le diłî minda wabû!; ḧa lenaw ew tarîkî diłemda ke tarîkîyekey wekû şedey xaw wabû, cwanî azkî wekû nawî jyan wabû le xeyałî wêney ew le diłma wekû cwanî zincîrey şepolî nawî jyan wabû lenaw deryayêkî tarîkda!. dîsan mewlewî gelê leme wirditir řoyştuwe, çunke basî «mang»t bo eka le katêka ke lebeyn pełe hewre řeşekana ser heł’eda.

mewlewî lêreda be pêçewaney hemû ’almekanî belaẍe - ke eme teme meger her ledest ew hatbê- be dû car teşbye- basî yarî xoyt bo eka: carêkyan yarî eka be peykerî xeyał le tarîkîda carêkîşyan xyałeke ke «muşebّeh bîhErebî»ye teşbîhî eka be mang û legeł em kirdeweyda basêkî derhatnî «mang» pişt bo ek! ełê:

dostî dêrînim wekû peykerî tapoy xeyał çon le diłewe ser heł’eda ewîş le toy berdey diłî me’dûmî dił birîndarewe bew corewe serî hełda; înca bas û tarîf eka. em te’irfe hem bo xeyał û peykerî yare, hem bo mangekeye ke der ekewê! ełê: şay sosen xałan - ke yarme, ya mange - nawçewanî xoy wirde wirde derxist le goşey syamałanewe. em syamałane ya diłyetî be çaw xeyałî dostîyewe. ya pełe pełe hewre řeşe awdarekane be çaw mangewe. bem core xoy derxist le toy tarîkî şedey bêgerdî pełe hewrekanewe, weya [le] diłmewe, le tafet û cwanî û fênkî wekû awî jyan şepolî eda, diłî řûnak û dunyay fênk û řoşin ekirdewe. le řastîda ewa mangî çwardeye û çen pełe hewrêkî řeşî awdare, hemûyan be ’asmanewen, mangeke eřwa û carcar lebeyn pełe hewrekanewe ser derdênê, em dîmene tenha mewlewî nebê kesî tir natwanê basî bika. înca ser ewe ełê:

ẍerîb bîm çenîm kerem nimana
we sewqat perêm xedengê şana
er sed çun yaran gyan teslîm kerdim
pey yadgarî xedengê berdim

le saray dûrîda bûm, lew deşteda bûm ke ’ewdałî badî yare xoşewîste bûm, lew deşteda ẍerîb û bê mawa bûm, bełam ẍerîbnewazî her ledest ew dêt, layekî lê kirdimewe. ew bînîney lew kateda ke be xetêkî řast le gilêney çawyewe kewte ser barsayî leşim, ewey bo kirdim be tîrêk û be dyarî boy nardim!. řaste tîrî bo hawîştim û engawtimî û tilanîmyewe û minîş wekû yaranî serxoşan gyanim da be destyewe, bełam her qazancim kird, çunke bo yadgar tîrêkim berkewt. em yadgare dû îşim bo eka: yekê diłî me’newîm bewe xoş ebê ke pêkirawî destî yarim. yekê le řojî dwayîda ełêm min şehîdî çawî bîmarim û emeş naw û nîşanekeme.

dyar bû emane hemû agřî dûrî doste gyanî be gyanîyekey - şêx ’ezîzî canewere - bû kewa bem core biłêsey dayewe û letaw lê biřanî lew û leber ewbû ke emaney wit û dîsan pêşî ełêtewe:

azîz dyaren koçî dwayîmen
zayełey pîçî saławaymyen
dewłetekey wesił pa ne zewałen
dîdenî bałat îtir meḧałen

dostî xoşewîstim wadyare bargey koçî dwayî epêçênmewe, û dyare ew denge denge ke lêmewe dêt, dengî nałey maławayyêke ke lêt ekem, ax dewłetê - ke pêk geyştin û danîştinekemane pêkewe - wa xerîke dwayî dêt! kewabû carêkî tir îtir dîdenî kirdin lew bałayet - ke awêney bałanmay min bû - bû be meḧał û natbînmewe!

mewlewî nîwey serçawey jînî - xatû ’enberKesy jinî - koçî dway eka û çend be soz eylawênêtewe û ełê:

şûray ’aşura dîsan bezimş best
«muḧerّemErebî» ama «meḧ٘rimErebî» şî nedest
ew xerîk neçoł şamî ’edemda
min ne «kerbela»y saray matemda
ew «yezîd»y merg we’esîr berde
min zadey «zyad» xem paqbir kerde
bazařen, wadey mamełen, saqî
hey bigre fanî, wey bider baqî
řo «ḧuseyn» asa ferda ke řo bo
daxo ser ce ko? laşem ce ko bo?
***
îmsał newwehar çun xezanî serd
bergî werdî baẍ «me’dûm» berd pey herd
mişyo tałey min xîlaf engêz bo
werne key? kê dî? wehar gułřêz bo?
dił we ke çibazî çepgerd bazîş kerd
cifit arezû kerd, çepgerd taq awerd
boy «’enber» ne toy demaxim dûr kerd
firsetiş nawerd heway webay derd
neyçî we bê bezim yaranî gyanî
kam sefa menden pey zîndeganî?
çun mezaq tałen ce girdîn lawe
bo we şîrînî yek dû newawe
yekê yekcarî tawnomewe
new yek yawnom, yawnomewe!
***
dûrît dyaren çend saḧêb nêşen
toy derûn we xar nêşêwter řêşen
herçî mewînûn şêwey to pêşen
dił we hetîtey ḧesretda kêşen
her mahê new bo ḧałim peşêwen
hîlalîş şêwey ebroy toş pêwen
ne şew řaḧetim, ne řoj diłşadim
şew zułf û řo řût mewza we yadim
şimşad û nergis, wenewşey çemen
seyrşan azar byayî çemen
ew maro we yad terzekey bałat
êd dîdey mestit, ew xałî tełat
soçnom ḧesret derdî cudayît
nek çun biłêsey yadî tenhayît
we mergit dîdem ham ne guzerda
minîç řay lay ton aro ne, ferda
mutrîb meqamê derdim naçaren
saqya camê dos întizaren

şûra řojî deyemînî mangî ’aşûraye ke mangî muḧeřřeme.

ełê:

şûray ’aşûra dîsan bezmî xoy gêřa, mangî muḧeřřem hatotewe bo giryan û zarî, çunke meḧremî hawserim le des çû. ew le çoł û byabanî êwarey nebûnî - ya wełatî şam - da esûřêtewe, min le deştî kerbelay matemîda, ew yezêdî mirdin hat û be dîl birdî, min ’uyeydîllay kuřî zyad pêy çeqadûmete qîrî mateyî manewewe!. of bazař germe wextî kiřîn û fiřoştine, desa meygêřîy felek were, ha ewe gyanî emanetî wergire û jyanî heta hetayî paş mirdinim biderê. beyanî ke řojî dey muḧeřřeme, řořoy tazyey ḧuseynî bo egirim. axo minîş derdî ḧuseyn serim lekwê bikewê û laşem lekwê? temaşa ekey îmsał taze behar wekû xezan û gełařêzanî qewsî payîzî łêhatuwe!. peřey gułî baxî me’dûmî hełweran û birdî bo kêwan. ebê bext û nigînî min pêçewane bê, egîne le çe wextêka kesê dîwyetî ke le behara hełwerê?!.

dił be keçbazîg çerxî çepgerd yarî kird û pêkenî, çunke em eywîst cût bin û beme gałte be çerx bika, ke çî ew takî hêna, diłeke le daxa pêkenîn girtî!, nem ewîst legeł xatû ’enberda pêkewe bimênnewe, ke çî ew lêkî cya kirdinewe!. bonî gułî ’enberî le ser û mêşkim dûr xistewe, ay heway em saz û newaye çîye lêtewe dêt? bebê bezmî dostanî gyanî?! aya îtir xoşîyek bo jyan mawetewe?. neyçî ewa jyan tał bû û le hemû sûçêkewe. desa were be şîrînî, yek dû hewayek lê bide: yekêkyan ba be tewawî bimtiwênêtewe, ewey tiryan bimlawênêtewe û bimhênêtewe!.

ax dûrîyeket dyare ke çend be êşe, toy derûnim be nêşî diřkêkî tir xeraş xeraşe!, heriştêkim ber çaw ekewê hemûy şêwey toy tyaye. kewabû dił hemû demê ebê cezrebeyekî tirî bo biga. her mangê ke nwê ebêtewe, ḧałim bedḧał ebê! çunke mangî yekşewekey şêwey birokanî to enwênê, diłim ekulêtewe!. ne be şew aramim heye ne be řoj, boye wame, çunke şew zułifit, řoj řût exatewe bîrim!. şimşad û nêrgis û wenûşey çemen, seyrkirdinyan azarî bînayî cawî minin, çunke şimşadeke qed û bałaket û nêrgiseket dîdet û wenewşeke xałe řeşe ałetîyeket dênêtewe yadim.

aya em î’caz û lef û neşre çîye mewlewî nwandûyetî?!.

gyane, biłêsey agirî yadî tenhayyeket le gorekeda sûtandûmî!. em her ewendey kird, bełam ax û ḧesretî cyabûneweket be corêkî lêkirdim, kirdimî be qeqnes. dîdem be mergit qesem çawim herwa le řêda, řêgey minîş her bolay toye, bełam nazanim îmřoje ya sibeynî? desa mutrîbî zemane bezmêkî tir bêtewe nawewe çarim naçare, mey gêřî felek camî mirdinim bide be destewe, dostim wa çaweřêm eka!. eger ême biłêyn lawanewekey mewlewî bo xawu ’enber gelê beriztire le hînekey «dantîKes» şa’rî sedey syanzehemî îtalî bo doste cwanemergekey «byatirtişîKes», wenebê le ḧeqîqet dûr kewtibêtnewe weya qewmîyet bênye nawewe.

***

mewlewî bemaneş waz nahênê em perdane da’edatewe û xoy exate ’alemêkî tirewe, lewêda guł û gułzarêke, bax û beheştêke diłê hezar dił ḧeyranye, bulbulî zewqî dest eka be fiřîn lem çił bo ew çił û lem guł bo ew guł, şabazî xeyałîşî leser serewe le asmanî nuktezanî û wirdekarîda lengerî girtuwe. tenha îlhamêkî tebî’î nebê, hîçî tir mewlewî fêrî ew şitane nekirduwe; tenha îlhamêkî tebî’ye ke bikate karê mewlewî biłê:

bałexaney çem dił dîwanî ton
banetaw we xak astanî ton
tikeş ’aciz kerd xeyałit têşda
azîz bo carê pa binye pêşda

řû ekate dostî dêrînî û pê ełê:

yarî şîrînim çawim bałexanekete, çunke herke seyrî tom kird tapoket le gilêney çawma mayewe, diłim bû be dîwaxaneket, çunke bêcge le to û le bîr kirdinewe le bałay newnemamî to, kesî tirî têda nebû; ewa çaw û dił ke yek le yek benirxtirin bûn be şwênî arimga û bałexane û dîwaxaney to. bałexane û dîwa xane bebê giłeban nabê, giłebanekeyan xakî ber qapîyekey toye, çûnke ewende lewê kewtûn, ew giłe buwe be giłebanyan!. ca ke xeyałeket ke le dîwaxanî diłekemda û tapoket ke le gilênekemdaye firmêskî çawim leber dûrît boyan bû be diłope û ’ezîtyan eda!, were pêyek bew naw baneda binê - ke çawekeme - û bîkutewe ba îtir diłope neka û taybetî xeyałeket le dîwaxanekeda neřencêt!.

seremê ke mewlewî le şax û kêwekanî kurdistana fîkirî bo ewe çuwe ke tapo le gilêney çawda emênêtewe, awrûpa û ’îlmî tazey îmřoj ke ełên gilêney çaw pyawkujî pê ebînrêtewe, bebê guman ew serdeme lewan wîtbûn!.

mewlewî be tenha şi’rêk parekey elawênêtewe ke eme meger her ledest ew hatbê, ełê:

qazan qetaran qułingan ḧewayî
ḧeyfen bałaket şew we tenyayî

yarî azîzî koçî maławayî eka imîş hem eylawênêtewe, hem ew karesate egêřêntewe, ełê: le laykewe mencełekan řîz kirawin, awyan tyayana germ kirduwe bo şordineket, lelayekî kewe goř hełkenekan qułinge û paçekanyan hemû berz eknewe û eydenewe be zewîda bo hełkendinî guřeket ax ḧerfe ew bałate şew be tenya le gořekeda bimênêtewe, ewe bo legełit nebûm?!.

mewlewî be dû beyt tayşî řûmetî azîzî eka, axo bêcg le mewlewî kesî tir twanîwye biłê:

řuxsarş wextê mesqeł medo lêş
weşnoy parêz xeyał mibo řêş
esrînî cergit den we ban êşda
çenî dił tamay, tamanî pêşda

ełê: em dostem ke řûmetî xoy mişt û mał eda ezanî çone? eger xeyał bebê çirpe û bebê deng û seng biçête parêzî ewewe ke xoy lê dagrê û xoy bo bawêjî ew řûmete lewêwe lem kirdewey xeyałe eřûkê û ’ezyetî egatê!. kewabû řûmetî eme karesatî bê erê hey firmêsk! cergit ber diřk û dał kewê to çon diłit hat hatî beserya?!.

melewî basî řojî pîrî xoy eka ełê:

posî kosî goş nim kêşan kem kem
em ser’ewseren dûrbînekey çem

temaşa em fîkire em kirdûyetî?!: pêstê ke egîrê be tepła ebê ewende wişk bê ziringey lêwe bêt, heta wişkitir bê dengî zyatir lêwe dêt. heta teř û xawtir bê dengî kiptir ebê. emîş ełê: pêstî tepłî gwêckekem wirde wirde wa leber pîrî nimî kêşa û dengî lêwe naye keř buwe, dûrbînkey çawîşim emser û ewser buwetewe, wate: dûr be nizîk û nizîk be dûr ebînê, pyaw ke pîr bû çawî hêzî namênê ew şite ke le nizîkewe ebînrê pêwîste ew tozê dûrî xatewe ew wexte eybînê, eweş ke dûre xo hîç!.

şêx ’ezîzî aşnay le sine «awłe» der’eka, mewlewîş goya basî eka û ełê:

çîn keften û řûy pêşanî çun sîm
çun zincîrey naw we şinoy nesîm

ełê: dostî azîzim letaw janî awłe ke nawçawî hênabuwe yek, bełam ew nawçaw hênaneweyekey çon bû? becorêk bû ke pêşanî - nawçewanî - wekû zîw le taw azar loçî têkewtibû. ca ew nawçewan û loçe le zincîrey wirde şepolî aw eçû ke «ba» leser deryaçeyekî pak û xawên û řûnewe dirûstî ekird!.

be dostî ełê:

dîde hênd xeyał bałat bî têşda
řagey xaw nebî buyero pêşda

ełê: çawim ewende be xeyał serubałay toy hênabuwe naw xoyewe, xew herçendî kird sûçêkî tyaya dest nekewt ke sitarî têda bigrê!. mewlewî le hełebce leberdem «şêx meḧmûdKes»y bawkî muftî hełebceda westabû, ferencîyekey lebera bû, gałokekey be destewe bû, serî xiste ser gałokekey û lepaşa serî berz kirdewe û witî:

guł çun řûy azîz nizaket poşan
wefrawan çun seyl dîdey min coşan

řûy kirde şêx meḧmûd û pêy wit: temaşa ke em quřimsaẍe çe fîkirêkî kirduwe?! mebestî xoy bû. aya bêcge le mewlewî kêy tir bê bitwanê em kore teşbîhe řêk xa û biłê ew cwanî û nizakete ke le řûy gułdaye, ewe wekû hî řûy azîzim waye, befrawî kwêstanan ke etwêtewe ewe le lafawî firmêskî xoşewîstîy min eçê!. mewlewî tenya bem şi’rey be carê edebî kurdî hełgêřayewe, zor ḧeyfe ta em şi’re westabê ehlî belaẍe û beyan biłên: «ebuḧnîfة ki’ebî yusufErebî»!

tuxwa çawêkit lem şi’rey mewlewî bê ke ełê:

bîkoł weywe koł pey zerdanî derd
masaw ce serwa řêzaw herzan kerd

aya em şi’rey mewlewî be çî ezanî û çon me’nay lê edeytewe? hîç serit tyaya siř namênê? ca bo ewe tozêkî lê tê bigeyn ełêyn: carêk tazebûkêk zerdûyî girtibû - goya zerdûyîdar temaşay masî bika zerdûyekey le koł ekewê - emîş heł’estê řû ekate ew çołe tûşî kanyawêk ebê le binarî «hanesûre» ke masî têda ebê û dar «bî»yek liqî beser kanyekeya şoř kirdibuwewe, eçête ser liqî darbîyeke seyrî masîyekan beka lenaw awekeda. mewlewîş lew wexteda besera eçê temaşa’eka masîyekî zor kewtuwete ser aweke, tumez eme «bûk»e her temaşay masîyekanî kirduwe mirdûn û kewtûnete ser aweke!. emîş ełê:

«byekoł»ey wewî le koł, ke bo ewe hatuwe derdî le koł kewê! be hoy derwekeyewe ewende masî řijandin ser aweke herzanî kird!.

mewlewî çawekanî kwêr ebê řû ekate diłxiwazekey û pêy ełê:

wextê çem ne çem şêwet dyar bî
celam fesił û wesił bezmî eẍyar bî
îsta lêłayî girtî dû dîde
xełweten sa bo hey berguzîde!

mewlewî ew serdeme ke dostî çawpêkewtuwe, çawî xoy be bêgane zanîwe lebeynyana, ełê: ew wexte ke çawim be çawit ekewt şêwet dyar bû ewe bezmî bêganeyek bû ke çawim bû, êste wa lêłayî dahat, wextê xełwete kes lebeynimana nîye, bezim her mawetewe bo diłim û xot! desa were.

***

legeł emaneşa mewlewî pyawêkî qise nesteq û bezmiçî buwe, zorî ḧez be qisey xoş û nukte kirduwe, wekû ewe carêk eçête pawe mîwanî melayekî paweyî ebê, sê řoj lewê ebê û her «tû» û «do»y bo da’enê. lepaş sê řoje eyewê bigeřêtewe, mela pêy ełê: mamosta zû oẍirit kird, meřêkim bo danabûyt bot ser bibiřim. emîş ełê: ke wa bêt swêndim wa bêt ta neyxom neřom!. melay henase sard eçête tasewe. carêk mewlewî pyawêkî ebê legeł xoy hełî egrê û be nyazî ḧec le «serşate» we beřê ekewn ta eçne beẍda û eçne tekyey «şêx ’ebdulqadrî geylanîKes»; lewê mewlewî nexoş ekewê û ekewête ḧałî xoyewe, pyawekey ke ezanê wa mewlewî taze řizgarbûnî nîye, heł’estê heç pareyekî pê ebê le baxełî derdênê û pêy lê eka be pişta berew mał!. mewlewîş lewê le gyaneładaye. ke dêtewe her le dûrewe xoy enête quř û dest eka be «bawe mewlewîm řo». ełê: bawe mewlewîm le beẍda nexoş kewt û mird, xom naştim û parey ḧecekeşim bo kird be xêrat!. małî mewlewîş ekewne şîn û şepoř û giryan, le pirse ebnewe û dû mangêkî pê eçê, mewlewî namrê û bełam parey pê nemawe, pekî ḧecekey exa û egeřêtewe. řojê qut eka be mała!. kabray pyawî ke eme ezanê hełdêt û edate kêw. kuřekanî mewlewî destî lê edene tifeng, mewlewî ełê destî lê meden herçî buwe buwe xo min wa hatmewe. ke kabra egirin û eyhênne berdem mewlewî, pê ełê: bira, xwa řûy mirdin řeş ka wa toy şermezarî lay min kird, eger bimirdimaye to boç em xecałetîyet besera ehat?! lepaşa berełay eken. carêk le sine le kořêka ebê, lêy epirsin: to her ełêyt hozekem xoşyan ewêm û be gewrem ezanin, be çîya pîşanî edeyt ke řast ekeyt? mewlewîş ełê: xo eger hîç negêřmewe eme bo min bese hewramîyek ke barêkî êcgar giran le kerekey enê, eyewê be miley «ewêheng»da serî xa bełam kereke nařwa, pêy ełê: heçe dey, bexwa eger wekû mewlewîş bî her serit exem!. mayewe ser ewe ke aya mewlewî boçî be şêwey hewramî şi’rî wituwe? legeł eweşa xoy hewramî nebuwe? eme yekem leber ew karesate buwe ke le pêşuda qiseman lêwe kird. dûhem leber sozî me’newîyatî şêx wesmanî tewêłe buwe, şêx wesman le bazařî tesewufda qîblenmay mewlewî buwe zimanî şêx wesman zimanî hewranmî buwe, lew řojewe ke şêx wesmanKes bem dû şi’re řû ekate mewlewî û pêy ełê:

ya kaẍez wiřyan ya meła merden
ya her ’artet dos we yad kerden
ẍemgîn menîşo ẍem biderd webad
fełek nimazo kes wexatir şad

we mewlewîş le wiłamda řû ekate muřşîdî payeberzî û be biře şi’re benawbangekey ke eme dû şi’rî hewełyetî û ełê:

şêxî dewłemen behrey sermedî
yagey ḧeqîqet cîlwey eḧmedî
ce wargey menził fena wiyerde
pay herdey beqa yataẍge kerde

îtir zimanî şi’rî le xoşewîstî şêx wesmanî tewêłewe ebê be zimanî hewramî.

***

ke wa bû êsta mewlewî çon hate pêş çaw û le çend perdeda derkewt? mewlewî be bebiriztir edebêkî kurd hate pêş çaw û le perdey felsefe, tesûf, ẍeram, meftûnî dîmenî tebî’et, şa’rêkî zor wirdî bîrtaş, nuktezan û fîkir berizda xoy nwand. be corêk xoy nwand ke here şwênî berzî le meydanî edebyatî kurdîda bo xoy terxan kird û bû be mamostay mamostakan. dîwanî şi’rekey «ḧacî tofêq pîremêrdKes» be nawî «řoḧî mewlewî»yewe şi’ir be şi’ir xistûyete ser şêwey suleymanî. le sałî 1935da be dû berg le çapxaney «jyan» le suleymanî bo carî yekem le çapî dawe. herweha dîwanêkî kurdî û farsîşî be nawî «ali’qîdةalmirzîةErebî» we le layen «miḧî aldîn sibrî ni’îmîKes»yewe le sałî 1352y hîcrî le mîsir le çapxaney «si’adةErebî» bo carî yekem le çap dirawe. dîwanêkî ’eqa’îdî ’erebî zor berzîşî heye ke seretakey be:

mitî atî ḧitî atî alîةErebî
min ayn ayn yintimî alîةErebî

dest pê eka hêşta le çap nedrawe.

hoy dananî em kitêbey ewe buwe le 1855 her be hoy firmanêkî şêx wesmanî tewêłewe eçêtewe bo sine, řojêk le mał «mela muḧemmed sałk fexrul’ilûmdaKes»da ebin, «mela lutfułła şêxul’îslam û mela muḧemmed emînî e’înul’îslam û mela fetḧułła qazîKes» û gelêkî tir le ’almekanî sine lewê ebin, wirde wirde bedem qisekirdinewe basyan eçête ser ’îlmî kelam û ’eqa’îd ta egene basî «lahu û laẍîrةErebî» ke goya sîfetekanî xwa ne zatî xwan û ne cyan le xwaş. lewêda melewîş ekewête qise kirdin lêwe, kitupiř meła fetḧułłay qazî ełê: bawe mewlewî to çet dage beser emewe? biço aman lerzaney xot bêje?!.

em qiseye zor kar ekate mewlewî, tenanet danîştuwanîş emeyan êcgar pê naxoş ebê ke egeřêtewe bo şwênî xoy le mawey sê řojda ew ’eqa’îde ’erebîye da’enê be şi’ir, nusxeyekîşî lê enûsêtewe û eynêre bo mela fetḧułła. îtir xoy egerêtewe bo hewraman. ke mela fetḧułła seyrî eka hîçî lê nazanê. be koşşêkî zor lepaş maweyekî dûr û dirêj ew wexte le qisekanî ega!. înca heł’estê kaẍezêkî diłnewayî û lêbûrdin enûsê bo mewlewî û ełê: ax selamet bî mewlewî! to ke melayekî wayt, ne xonit bişarewe ne merdimîş şermezar bike!.

mamosta mela ’ebdulkerîmî mudeřřîsî şêx ’ebdulqadrî geylanî dîwaney mewlewî ko kirduwetewe, xoş şerḧêkî lê kirduwe, le sałî 1961da le çapxaney necaḧ le bexda le çapî dawe bo carî yekem.