îlahî ta bekey herwa le dest em nefse řûřeş bim

pênc xiştekî leser munacatî řemzî
Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 3 Xulek  590 Dîtin
îlahî ta bekey herwa le dest em nefse řûřeş bim
be ẍefłet serfî ’umirim bê derûn û sîne piř ẍeş bim
hîwadarim be řeḧmî to le řûta takû řû geş bim
le qapî lutfî to key qabîle newmêd û bê beş bim
eger sê sed ewendey êste tawanbar û řûřeş bim
ebê «la tiqnitiwaErebî» bibête ewrad û hemû dersim
be lutfî toye ummêdim kemałî wergirî neqsim
be ayey meẍfîret diłşadim û êstake natirsim
ke wa’îz hate ser mewzû’î beḧrî řeḧmetit nefsim
witî bakim leçî bê îke ger sed hênde serkeş bim
«lîbliwaErebî» bo ewaney dêne meydanî ’îbadet da
umêdim «ٲḧisin ala’manErebî» nîye û pałim be lutifit da
besozî agirî şewqit bisûtim ta be da’îm da
le kûrey řastî û botey miḧebbetda xudawenda
mededkarim be ta wek zêrî qałî bê ẍeł wiẍeş bim
le ayatî «wila tîٲsErebî» exwazim bo řica karîm
serim xa lem piley me’îwsîyey ef’alî bedkarîm
birêjî barşî řeḧmet beser kêşî ẍem û zarîm
le baẍî meẍfîret da gułbenî tînûy hîwadarim
be lutif û merḧemet têr awî key ta řeng û řû geş bim
«ٲlîs alilة bikaf ’ibidةErebî» ger dête ser zarim
be dił tesdîqî kafîme be zarîşa be îqrarim
hemû katê le her cêga etoy ger bêy behawarim
le katî gyanełaşa her ebê to bî nîgehdarim
xuda nakirde nek lew sateda bê to mişewweş bim
cebîn muştaqî secdey înfî’alekey ebê yařeb
be hîway xoy biga lem fîzeda bê beş nebê yařeb
diłim mey’ûsî feyzî bezmî xasanit nebê yařeb
le teqsîmatî mûçey řeḧmetîşa çî ebê ya řeb
legeł ’ebdanî ber dergaketa ger bêt û hawbeş bim
le destî nefsî emmare penahim toy le ’alemda
le zehrî pîsî em mare bike řeḧmê be ḧałimda
kewa neqsê be nûrî dił be ’eqił û hem kemalimda
hetakû key lejêr azar û cewrî nefsî załimda
be da’îm ax û of hełkêş û damaw û cefakeş bim
hetakey bo îta’ey ew le firmanî ẍołamîda
hetakey řêge win bûbim le seḧrayî ’ewamîda
hetakey meḧûy nawim bê le mułkî nîk namîda!
hetakû key leşarî piř le aşûbî nefamî da!
esîrî arezûy nefsêkî daym ser be gerduş bim
bitirse to le meẍrûrî «wila tinşErebî» leser erzî
be’ayet nehî lê kirawe lebayîbûn û lût berzî
serit daxa le dunya ta le ’uqba wergirî berzî
hetaku key be řêy yaxî girî nefsa weku «řemzîKes»
biřom û da’îma her tûşî azar û keşakeş bim