beqay bo kes nîye dunya û cah û dirhemî dunya

pênc xiştekî leser ẍezelî kemałî
Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 2 Xulek  825 Dîtin
beqay bo kes nîye dunya û cah û dirhemî dunya
bekarî zamî dił nabê dewa û merhemî dunya
egerçî pûrî załe pîrezałe řostemî dunya
weku zułfî teban şêwawe ḧałî derhemî dunya
hemû katêkî meḧkûmî nemane ’alemî dunya
’ecûze saḧîre ew bû ke her řojî eka yek şew
beqay bo kes nîye axir wefay key bo mine û bo to
be noşî tê degey nêşe ser û řîşî elem derçû
dewamî hîç nîye her řoje corêke egořê zû
lelay zana wekû yek waye şadî û matemî dunya
çe qaqay pêkenînî bê çe piřmey girye bê karî
gedayî jend poşî bê, çe mîrî bê çe serdarî
çe matem bê, çe surî bê, diłî xoş nabê yekcarî
ewey zanaye lay yek waye îqbał û çe edbarî
qerarî hîç leser barê nîye zoru kemî dunya
nekey teslîmî bî, etdate berşeq da’îma wek goy
firîbî pê nexoy hergîz be kirdar û le guftugoy
wekû çep gerde sûřanî bekînî to be hatû çoy
eger şekirit bidatê zehrî têdaye nekey bîxoy
dexîlim xot biparêze le şehdî piř semmî dunya
le esbabî gedayî tacî şahî bîgrî yek řîz
lelay min cumle yeksane hemû wek yek bebê temîz
ebê wabê nebê ferqî gedawu xesrewî perwîz
ke min řend û qelender meşrebim ferqî nîye hergîz
lelay min wek yeke kasey keł û camî cemî dunya
le dengî «ٲnikiralaswatErebî» dunya besye gwê megre
le şorî ney, le nałey dił to «xadîmNasnava edebî» dîqetê bigre
le dił ’eşq le ney da’îm mezaqit şîrînî şekire
eger ehlî diłî to gwê le nałey sazî dił bigre
kemałîKes gwê mede awazî zîl û hem bemî dunya