ře’îsî qursî îlî şatrî

Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
Şêx Ehmed Şakelî (1905-1980)
 2 Xulek  519 Dîtin
wełamî namey eḧwałpirsî řojûy řemezan le hawînî germyana bo ḧacî îbrahîmî şatrî
namey yekem
ře’îsî qursî îlî şatrî
mayey şadî û şewq zewqî xatrî
yaxwa îleket bawan awa bo
pir le amoza û qewm û bira bo
kake biraym biray dił qaym
esperdey pîrî şakel bî dayîm
namey cejnanet řojê pêm yawa
peya pey pey pey we dîdem sawa
cejinit mubarek şadît ta ser bo
şikohî şewqit wêney qemer bo
er řoyî ce to beweş lwa bo
weşîm û şêten yaneş awa bo
to bwîr cemin, min deway derdim
derd û meyneten ’elawey derdim
derdim dîwyan hana pey derdim
دەûاێ çikun pey دۆا derdim
namey duwem
kakey şatrî řoḧî şakelî
jînit bûkî bê destit le milî
her katê ke bêy řoḧim le řête
ser û samanim xakî berpête
bełî mî’adim şewî mewlûd bû
desî şikawem wadem ledes çû
bo to nazanî leserkirdey ḧeq
gerdun çilonî xistûme ber şeq
şewê le kelar mangî zeng abat
deke û xanqî tawê qizirbat
@ çwar quřne û mułkî begzadey êwe
# be pê eypêwim her ham le cêwe
řoḧekem boye we’dem diroye
esłî namênê bê tan û poye
çaweřwanim be eger nemirdim
minîş hawderdî gułałe zerdim
leserma û germa řoḧî şîrînim
qet ’aciz mebe yarî dêrînim
qirey puşane bo xot bê başe
miřey min başe leser em laşe
hîç zwîr mebe le tawêr biřîn
zor zor baştire le qiře kiřîn