kakî feylesuf zanay xoş kelam

wiłamî ḧacî îbrahîmî şatrî bo şakelî
Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
حاجی ئیبراهیمی شاتری
 3 Xulek  515 Dîtin
kakî feylesuf zanay xoş kelam
hetakû şakel wiłat bê selam
kake le paş to řoyîm bo kerkûk
tayem send bo cêb be asanî û sûk
le řojî şemeyş heta dway ’esir
le kifrî mamo emca muxteser
’esir boy derçûm le koze û kilo
be nîwey ẍem û nîwey xoş diło
hatim geyîştime dêy załey sefer
şew bû nemtiwanî bipirsim xeber
sayeq nabełed řêga çem û çiř
tirsî ewem bû bikewîne quř
biḧmidililةErebî baş be selamet
geyîne jinłe be bê melamet
ke wextê hatîn geyîştîne mał
hatîno mało be qedir û kemał
bawkî be řeḧmim lewê mîwan bû
mamey şerîfim şekir zuban bû
em tefsîlate bo şerḧî eḧwał
xom ’erzim kirdî biray xoş kemał
çunke we’dim da ’ilî kil ḧalErebî
ke le jałe bî ya leserî yał
zyaretit bikem be şewq û sefa
řabwêrîn tozêk ẍem bideyn we ba
bo ewey mî’ad hatin kewte şew
hîç nef’î nebû tenha mer bo xew
be lutfî xuda bîst û sêy şubat
ger zor diro bê ekewîne marit
dême xidmetit řojê bo seyran
baş řa’ebwêrîn be keyfî xoman
řaw û řabwardin qise û giftugo
eykeyn be yeka wekû tan û po
teykeyn be yeka xeyałatî xaw
musteqbelî řoj êrîne pêş çaw
wez’î zemanîş heta ew wexte
baş me’lûm ebê be ḧerf û nuqte
her suxen caye her nukte mekan
temsîlî başe bo îşî neman
me’lûm ew řoje wacîbat çî bê
tenfîzî şerte lazim be cê bê
hemû be carê be řasî û yeqîn
daway serkewtin ekeyn le mu’în
bełkû be řeḧim û kerem û eltitaf
cê be cê bika xeyałatî saf
maweye tirîş bo em seyrane
řuknî wacîbe ḧubbî yarane
ger sałê xêr bê deẍił û dan baş bê
felaḧ be şewq û xêłanîş şad bê
kurd bo ’eşretî derûnî pak bê
’eşret bo gewre wek ’ebdî çak bê
aẍa bo mîskîn desgîrî baş bê
mîskîn bo aga saḧîb telaş bê
ger eme wa bê yekcar seyrane
tewaw serwerî zewqî yarane
wacîbatî wa hemûy meḧałe
giştî be carê pêk bê lem sałe
eger waş nebê carê le bo xo
baş řa’ebwêrîn beynê min û to
dway ewş çon bê îradey ẍefar
řazîn be emrî me’bûdî sittar
be dergay xuda to bitbêt emek
kakî şatrî muxlîsî şakel