temaşa dest û pencey ke yedî beyzay mûsaye

Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
Şêx Ehmed Şakelî (1905-1980)
 1 Xulek  424 Dîtin
temaşa dest û pencey ke yedî beyzay mûsaye
keř û kwêr û bełk êjin şerîkî bezmî ’îsaye
ke fermûy ’alemî ême weku peyẍemberî xełke
gewahî sîdqî ew şahe sîřacî dîn û dinyaye
be necme û tacî serşanî muşîrî şahî geylane
be tuře û murî berdestî wezîrî şay buxaraye
murîdî řasî ew şahe bika teswîrî ew şêwe
le bîrî zulifqaraye le yadî yarî ẍaraye
şeha řeḧmê be ḧałim ke, ke çun mustewcîbî lutfim
le jêr barî xeta piştim şiksite û pest û dûtaye
zelîlî arezûy dinyam û dîlî serkeşî nefsim
deway em derd û azare le ’etfî tom temennaye
wekû to şakelîNasnava edebî ḧeyfe ẍezel hełdey be bałaya
edîbê ’alemê dana binûsê wesfî ew şaye