leserma koşşî wesłe netîcey gerçî nazanim

Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
Şêx Ehmed Şakelî (1905-1980)
 1 Xulek  426 Dîtin
leserma koşşî wesłe netîcey gerçî nazanim
le diłma coşşî ’eşqe le şore dîde giryanim
be şewqî mîhrî diłdarî derûnî sîne birjawe
bexořayî neçořawe zûxawî dił le mujganim
be feqir û faqe nazanim le sayey mayey şewqit
biḧmidalilةErebî ser’efrazim ke bendey ’îşqibazanim
ke çon mecnûnî bê samanî şewqî ke’bekey řûtim
le mîḧrabî birota boye bestey zulfî pêçanim
be te’sîrî biroy toye hemîşe wa le xemyaze
be yek nayêto nasorin demî xwênînî zamanim
le îsim û řesmî awarem kesê ger meylî pirsîne
le dû mîsra’î axirda temaşa ke nimayanim
wiłatim şakele eḧmedNasnava edebî texelusme sulaley tahîre nesiłim
segî sidîq û selman û ẍulamî şahî ’usmanim