hemû feqî efendî bû feqîrî fewt û fanî kird

Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
Şêx Ehmed Şakelî (1905-1980)
 1 Xulek  412 Dîtin
hemû feqî efendî bû feqîrî fewt û fanî kird
ke katê şarî cê hêła xizaye nawî awayî
bese ḧerfê le bo kes kake nobey xało ḧacîme
ewîş lêm bû be aẍayê be zorî qawe û çayî
eger nextê neparêzê lemewla hozî bê hêzî
miqes çî ḧazre tołe bisênê şew be tenyayî
le xiştî xiştikenim pirsî binaẍey qesrî kêy?
fermûy zend û baban epirsî ya selaḧedînî dinyayî
diłim sûta be ḧałî xom ke xwênî xome eyxom xom
hemû her yek řeg û řîşe çe zaxoyî çe zazayî
’emarî kes nîye wirgim qisey řasî ebê bikirê
eger řojê petîş bikirêm leber derkî serayî şayî