asmanî şakel îsteş her xerîkî zarîye
Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
Şêx Ehmed Şakelî (1905-1980)
2 Xulek
759 Dîtin
bo şêx ’usmanî sîrê le qezay çwarta ke le 1957/3/26 le xizmet şêx ’usmanî byareda hatbûn bo kifrî û şewê le seyde bûn, kaẍezî nûsîbû beyanî xoş seferî germyanyan be taybet şakel, daway ẍezelêkî kirdibû, emeş ẍezelekeye:
asmanî şakel îsteş her xerîkî zarîye
bo wîsałî êwe wek min şîn û nałîn karîye
tawî baranî weku lafawî çawim carîye
berqî sîney wek henasem kûreyekî narîye
nałe û giryan û girmey şew hemû şew ta seḧer
derdî dûrî çeştuwe wek min ke wa hawarîye
xo leber xwênawî giryanî min û hewrî behar
řengî deştî şakel êste ałêkî gułnarîye
min beharim wa nedîwe qet le deştî germyan
lutfî şêxî êwe û êwey meger tya barîye
hênde baranî kerem barî le dişt û herdya
her pelêkî dicleyeke û awî gewher barîye
şerḧî zorî ḧasîłat û bezim wikeyfî nadrê
wa’ezanim em nîsane lu’lu’î lê barîye
em hemû xêre ke warîd bû le deştî germyan
xatraney şêx ’usmane û xełatî barîye
em dû sê beyte tewaw naken beyanî şewqitan
ba be kurtî bot binûsim derdî dûrît karîye
şakelîNasnava edebî şewqî derûnî êste fikirî êweye
bê xeyałî êwe jane jînekey bê ’arîye