cêge darî alî ’usman toy sîřacedînî min

le paş wefatî şêx ’eladîn şa’îr em şî’rey bo semaḧetî ḧezirtî şêx ’usman narduwe.
Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
Şêx Ehmed Şakelî (1905-1980)
 1 Xulek  669 Dîtin
cêge darî alî ’usman toy sîřacedînî min
hełbijêrawî des û bazûy ’ela’edînî min
şêxekey desgîrekem, tedbîr û pîr û mîrekem
derdî dûrî toye boye zerd û şîne jînî min
ḧazrî fermanî toye xatre ẍembarekem
çaweřwanî nameyeke çawekey bê tînî min
xo leber cewrî cyayî aw le çawim carîye
manî’e bo seyrî namet cogeyî esrînî min
şerḧî şewqit nadrê derdî fîraqit karîye
hîç neşatê tya nemawe sîneyî ẍemgînî min
bû be xwên û hat be çawa dił leber zamî fîraq
wek tikey esrînekanim kewte ser dawênî min
ger le eḧwałim epirsî germe şînî jînme
wa le dûrît hate axir jînî bê yasînî min
sewz û sûrî tya nemawe şîne deşt û herdiman
dûr le to her şîne şêwey jînî bê perjînî min
şakelîNasnava edebî her çawe çawî řojî wesłî esłîye
boye carê derneçûge řoḧekey şîrînî min