řastî bike xû le diro parêz bike
Li pirtûka:
            Dîwanî Xadim
        Berhema:
                Xadim (1895-1953)
        
             1 Xulek
             1238 Dîtin
        
        
    zibanit beřastî bike aşna
beřastî leřastî řezaye xuda
legeł řastî dostî ger bikey
ebînî gelê xuřřemî û sefa
duřu cewherî řengî însan eba
derûnit eka tîre û bê sefa
ebubekirî siddîqe xoy řastî
ebu cehlî kezzabe diro û xeta
diro xiraptirînî hemû karte
eka nûrî îmanî to bê zya